Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

.

A+A-

Ziyaretên heyeta ku ji PAK,PSK, TDK-TEVGERê pêkhatîye, bi armanca ku bîr, ray û pêşniyarên Saziyên Sivîl yên di derbarê pêşniyarîya Bernameya Daxwazên Acîl de  bigirin berdewame.

Heyeta ku ji PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), û TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) pêk hatîye roja 22.02.2022yê seredana Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê kirin.

Bi navê PAKê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurulah Tîmûr, endamê Meclîsa Partîyê ya PSKyê Zulkuf Baran, nûnerê TDK-TEVGERÊ Can Azbay di heyetê de cîhgirtibûn.

Seroka Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê Elif Turan û endamê rêveberîyê Mustafa Yaşa pêşwazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Heyet di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl ên miletê Kurd de zanyarî dan û reşnivîsa xwe pêşkêş kirin. Û beyan kirin ku reşnivîs ji  bîr, ray û pêşniyarên Odeya Bijîşkan jî vekirîye. Heyetê diyar kir ku ji bo armanca destnîşan kirina nexşe rêya daxwazên acîl yên miletê Kurd, , li bajarên Kurdistanê û Tirkîyê bi tevger û partîyên sîyasî, Sazîyên sivîl, Rêxistinên Pîşeyî, rûsipî, kesyetê kurd hevdîtinan dikin.

Hevdîtina ku di ahengekî germ de pêkhat, ji herdu alîyan jî daxwaz hat ku ev cûre danûstandin berdewam bin û ji hev re daxwaza serkeftinê kirin.

Herwiha heyeta hevpar a PAK, PSK û TDK-TEVGERê di 15-16ê Sibatê de seredana Baroya Diyarbekirê, DTSO û DITAMê kiribûn.

Cîhgirê Serokê Giştî ya PAKê Vahît Aba ku me di derbarê hevdîtina daxwaza nêrînên wî yên di vî warî de kiribû, ji me re wiha gotibû:” Me wek TDK-TEVGER, PAK, PSK, Ji bo vekirina rêya çareserîya pirsa Kurd-Kurdistanê dixwazin li ser daxwazên me yên Acîl werin ba hev ev xebatî destpêkir. Ev xebat, ji potansîyela herî berfireh ya Kurd, li ser van Daxwazên Zû/Acîl werin bahev ALÎYÊ KURD pêkbînin. Di pêngava diduyan de jî armanc eve ku bi van daxwazên ALÎYÊ KURD bi alîyên berfireh yên Tirkîyê re bikevine danûstandinê û bidestxistina piştgirîyê ye”.

Rûpela Nû/Diyarbekir

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin