
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
.
Endamê Encûmena Gel a Sûriyeyê û Parlamenterê Efrînê Mihemed Sîdo ragihand ku ew hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê û çend deverên din vekin.
Parlamenterê Efrînê Mihemed Sîdo ku Endamê Komîteya Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ye, di daxuyaniyekê de li ser perwerdeya bi Kurdî û xwendina bilind agahî dan.
Mihemed Sîdo îdia kir ku di qonaxa veguhêz de axaftina li ser xwendina bilind a bi zimanê Kurdî hîn zû ye.
Lê wî destnîşan kir ku armanca wan a demdirêj ew e ku di paşerojê de ziman û wêjeya Kurdî li zanîngehên Sûriyeyê cihê xwe bigirin.
Wî di daxuyaniyekê de da zanîn ku li gorî plana Wezareta Xwendina Bilind, dê zanîngeh li seranserê Sûriyeyê werin belavkirin.
Zanîngeha Rowad û Zanîngeha Dîlokê
Mihemed Sîdo da zanîn ku çend mijarên din jî di rojevê de ne û girêdana Zanîngeha Dîlokê ya bi Zanîngeha Helebê ve yek ji wan mijaran e.
Her wiha ew ji bo parastina Zanîngeha Rowad a li Efrînê jî hewl didin.
Li dibistanan 3 waneyên Kurdî
Parlamenterê Efrînê li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî jî axivî.
Wî destnîşan kir ku rênîşandanên bicihkirinê yên fermana 13an a Serokkomariya Sûriyeyê hatine derxistin.
Li gorî vê fermanê, 3 waneyên zimanê Kurdî û waneyeke çalakiyê di plana dibistanan de hatine diyarkirin.
Sîdo diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev plana dibistanan zû were belavkirin.
Wî anî zimên ku ew dixwazin van mafan bi awayekî destûrî garantî bikin.
Gotinên Serokkomarê Sûriyeyê
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Amerîkayê li ser misogerkirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan axivîbû.
Sîdo helwesta Ehmed Şer wekî "erênî" nirxand.
Wî tekez kir ku ew dixwazin van gotinan bikin kiryar û di nav destûra nû ya Sûriyeyê de bi cih bikin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin