Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya bidawîbûna erka wî wekî Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Liu Jun kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hewldanên Liu Jun kir ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Çînê û Herêma Kurdistanê de di warên cuda de, û hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de xwest.

Konsulê Giştî yê Çînê jî spasiya serokatî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û piştgiriya wan di dema karê wî de û tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berdewamiya pêşxistina peywendiyên duqollî kir.

Di hevdîtinê de derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş hatin gotûbêjkirin û Nêçîrvan Barzanî spasiya Çînê kir ji bo vekirina beşa kurdî li Zanîngeha Pekînê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin