
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
.
Mahmut Alınak
AXAFTINA MIN YA LI DADGEHÊ
Axaftina min ya ku min li rûniştina îro ya doza jibo ku min gotiye: “ez dewletê û darizandina wê nasnakim!” ku li dij min hatiye vekirin li jêr e.
Jibo ku hûn bi deng guhdarî bikin, ji kerema xwe re li vîdeoyê bitikînin.
Dewlta ku derewa dadwerî û demokrasîyê ji devê wê nakeve, vê sibehê bi biryara anîna bi zorê careke din hat ber deriyê min û min di bin çavdêrîya polîsan de anî dadgeha we. Aniha, vê xuleka azadiya ramanê li ser kursiya bersûc e. Ev jî pirr li dewleta Komara Tirkiye (K.T) tê.
Jibo ku min gotiye: “ez dewletê û dadgehên wê nasnakim,” tê xwestin ku bêm cezakirin.
Dewlet li gorî peymana li dij xala 19/1. Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Mafên Medenî û Sîyasî dibêje: “Tu min nasneke, ezê te bavêjim girtîgehê.”
Dibêjin “Dizê xurt xwedîyê malê neheq derdixe,” ya ku dewlet dike tam ev e.
Em rûbirûyî komedîyek ku qijikan jî dikenîne. Li dibistanên ku berî bi çend roja vebûn, bi mîlyonan zarok mîna berî sedsalekê dîsa nikarin bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin. Dewletek ku heta zimanê zarokan jî li wan qedexe dike, bibêje: “Min nas bike û min rewa bibîne,” bêrûtî û rûreşeyek mezin e.
Rojên min ên dibistana seretayî yên berî şêst û heşt salan bi hemû dehşeta xwe li ber çavên min in. Zimanê me wê çaxê jî qedexe bû. Şeş salî bûm. Em di bin lêdana ku dar û xetkêşên li ser canê me dihatin şikenandin hînî Tirkî dibûn. Hinek zarokên keç an kur, ji ber lêdanê an ji xofa ku diketinê, bi xwe de dimîstin, piştre di nava hevalên xwe de şerma qerfên hevalê xwe dijiyan.
Gotinên nîjadperestî yên mîna “Çi şanazî ye yê bêje ez Tirk im,” “Tirkek bêrdêlî dunyayê ye,” Ez ji Tirk re bi gorî bim,” bi serê me de mîna mîx dikutan, bi derûnîya me dilîstin, ji ber ziman û nasnameya xwe ya netewî em diketin xof û gumanê!
Dibistan ne saziyên perwerdê bûn, wargehên hêsîran ku her cûre tundiya fizîkî û derûnî lê dihat kirin. Bavan ji mamosteyan re digotin: “Goştê wan yê te, hestiyê wan yê me,” zarokên xwe dibirin dibistanê.
Ew mengena asîmîlasyonê ku sûcekî mirovahîyê ye, îro jî berdewam dike.
Dewlet, a min, a me ba ya, zimanekî em pênizanin, bi şikandina ser û çav hînî me nedikir.
Ger em bi mînakek zehf hêsan empatî deynin; heger dewlet îro bi zora lêdanê zimanê Ermenî wek yekane ziman li zarokên Tirkan ferz bikira, gelo kîjan Tirkî dê bigota, “Ev dewlet dewleta me ye”?
Aha ji ber vê yekê ye ku, ev dewlet ne dewleta me ye.
Ez li vira pêwîst nabînim ku komkujîyên Pontus, Koçgîrî, Agirî, Gelîyê Zîlan, Dêrsim û di dîroka nêz de li Kurdistanê bi îmza xwînê ya dewltê ku li dîrokê cîh girtîye, dîsa ducar bikim.
Eşkere ye ku dewlet, ne tenê li mêtingeha Kurdistanê, li Turkiyeyê jî ev sed sal in ku li gorê serdemê siyaseta çewisandin û çavtirsandinê dajo.
Ev hêsîrtîyek tîpa nû ku li gorî serdemê hatiye eyarkirin.
Ez jî hêsîrekî di statuya vê TÎPA NÛ (MODERN) de me.
Girêdana “welatîbûna”navbêna min û dewletê jî ne girêdanek îradî - bi dil - e. Bi zorê ye. Di dîrokê de, îradeya bavûkalên me tune hat hesibandin û ew bi zorê kirin welatî. Ev helwesta bi zorê, niha bi me re berdewam dike.
Derfet hebe, ez nasnama vê dewletê çirkekê jî li ser xwe nagirim. Lê sîstemek werê cin sazkiriye ku rovî jî li xwe diheyirîne, bê nasname gavek jî nayê avêtin.
Ji vir carek din ji cîhanê re îlan dikim: Em sivîl, li Kurdistanê û Tikîyeyê hêsîrên tîpa nuh (modern) in. Dewlet ne dewleta me ye; dewleta elîtan, burokrasiya bilind û burjuvayên mezin e.
Loma mîna hêsîrekî, darêzgerî û yasayên vê dewletê, ji bo min derbas nabe, bê kêr in.
Jibo ku statuya min hêsîrtî ye, girtîgeha ku têkevimê jî dê xwedî statuya wergehek hêsîran be. Wek mînak, Wergeha Hêsîran li Qersê, Wargeha Hêsîran li Şirnexê.
Li dij sûcdarkirina we, parastinê nakim. Ev gotinê min, jibo nivşên nuh, agedarî û silav e.
Werger: Xidir Ûso

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin