Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin

Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin

.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), rojên 15 û 16ê sibata 2022yê li Amedê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin

Di derbarê van hevdîtinan de Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba hinek agahdarî da Rûpela Nû.

Vahit Aba dibêje, ‘’Me wek PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi şîara ‘Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, WERIN EM LI SER DAXWAZÊN ACÎL HÊZA XWE BIKIN YEK!’  xebatek destpêkirîye. Armanca vê xebatê jî  li ser Bernameya Daxwazên Acîl , bi potansîyela herî berfireh a Kurdan re ava kirina TEREFÊ KURDΠ yê. Piştî ku  TEREFÊ KURDΠ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi potansîyela herî berfireh a  Tirkîyeyî re jî  dîyalogan destpê bikin,  hevkarîyan bikin. Hevdîtinên me yên bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê jî wek destpêka vê xebatê ye’’.

Li gorî ahagdarîyên ku gihîştine Rûpela nû, Roja 15.02.2022yê heyeteke ku  ji  Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba pêk hatî, seredana Baroya Amedê kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û rêvebirên Baroya Amedê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Roja 16.02.2022yê jî heyeteke ku  ji  Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay pêk hatî, seredana DTSOyê(Odeya Bazirganî û Pîşezasîyê ya Amedê)  kir.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya  û rêvebirên  DTSOyê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Roja 16.02.2022yê heyeteke ku  ji  Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba , Berpirsê TDK-TEVGERê M.Can Azabay, Endamê Meclîsa Partîyê  ya PSKyê Zulkuf Baran  pêk hatî, seredana DİTAMê(Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîyarbekirê) kir.

Serokê DİTAMê Mehmet Vûral  û rêvebirên DİTAMê pêşewazîya heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê kirin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba dibêje ‘’Me wek heyetên PAK, PSK, TDK-TEVGERê di van hevdîtinan de ,  pêşniyarîyên xwe yên nivîskî yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de pêşkêşî Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê kirin û ji wan re got ’Em dixwazin pêşniyarîyên we jî di derbarê naveroka van daxwazên acîl de bigirin û em bi hevdu re,  li ser van daxwazên acîl,  bi şêweyên aştîyane, bi potansîyela herî berfireh a Kurdan TEREFÊ KURDΠ ava bikin. Piştî ku  TEREFÊ KURDΠ hate ava kirin, em dixwazin li ser van daxwazên acîl, bi hemû alîyên Tirkîyeyî re jî  dîyalogan  destpê  bikin,  hevkarîyan bikin’’.

Di derbarê helwesta hersê dezgehan jî Vahit Aba got ‘’Rêvebirên Baroya Amedê , rêvebirên DTSOyê û  rêvebirên DİTAMê di van hevdîtinan de, bi awayekî erênî pêşwazîya van pêşniyarîyên me  yên di derbarê Bernameya Daxwazên Acîl yên miletê Kurd de kirin’’.

Herweha Vahit Aba got ‘’Hevdîtinên PAK, PSK, TDK-TEVGERê yên bi vê armancê dê li gel dezgehên sivîl û dezgehên meslekî, kesayetên kurd û partî û tevgerên Kurd û Kurdistanî dê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê berdewam bin.Piştî van hevdîtinan emê encamên van hevdîtinan binirxînin û li gorî wê emê nexşerêyeke nû bidin ber xwe.’’

Rûpela Nû/Amed

 

1-220.jpg2-241.jpg

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin