Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Wanê seredanên xwe yên partî, sazî û komeleyên sivîl domandin

Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Wanê seredanên xwe yên partî, sazî û komeleyên sivîl domandin

.

A+A-

îro 11.03.2022 Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê li Wanê serdana Karê Giştî (Genel Iş) a biser DISKê li Wanê kirin

Heyta Hevpar ya ku ji PAK, TDK-Tevger û PSKê pêkhatî bi armanca danasîna Daxwazên Zû/acîl yên pirsa Kurdî û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan seredanên xwe didomînin.

 Îro, 11.03.2022 Heyeta Hevpar ya PSK, TDK-Tevger û PAKê, ku ji Endamê Meclîsa PAK û serokê şaxa Wanê Îsmet Elçî û Endamê Rêvebrîya PSKê û berpisê şaxa Wanê Tayyip Kizilyildiz pêkhatî, li bajarê Wanê seredana Karê Giştî (Genel Iş) a bi ser DISKê ya Wanê kirin.


Li gor agahîyên ku gihîştine Rûpela Nû: Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Zû/acîl yên Kurdan zanyarî dane û reşnivîsa ku ji daxwazên xwe yên pirsa Kurdî ya Zû/acîl hatiye amadekirinê pêşkêşê serokê Karê Giştî (Genel Iş) a biser DISKê kirine. Ji mazûvanê xwe daxwaz kirine ku ew  daxwazîyên me wek pêşnîyarî bibînîn. Eger bo zêdekirin kêmkirinê pêşnîyarên we  hebin me hagadarkin.

Serokê Karê Giştî (Genel Iş) a biser DISKê  jî sipasîyên xwe ji bo vî zîyareta bi rûmet pêşkêş kirine û herwiha soz da ku ewê li gel wana bin û pêşniyarên xwe jî pêşkêşê wana bikin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKê girtîye; Ewê li gor bîr û rayên van hevdîtinên hanê yên ku hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkîyeyê bi Partî, Sazîyên svîl, Rûspî, û tevgeran re pêktînin, dê ji bo daxwazên zû/acîl yên pirsa Kurd, rêbazekî derxin û dê hewl bidin li gor wî rêbazî hevkarîyekî berfireh pêkbînin.

Piştê hevdîtinên bi dan û standinên bîr û rayan ya bi aheng, daxwaz hate kirinê ku ev hevdînên hanê berdewambin.

Rûpela Nû/Wan

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredana sazî û komeleyan kirin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê bi Baroya Amedê, DTSO û DİTAMê re hevdîtin kirin

Bixwîne: Heyeta PAKê li Enqereyê li gel CHPyê hevdîtinek pêk anî

Bixwîne: Heyetên hevbeş ên PAK, PSK, TDK-TEVGERê  li Amedê bi TMMOB, DÎSK û GUNSÎADê re hevdîtin kirin

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK, TDK-TEVGER Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ziyaret kirin.

Bixwîne: Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredanên xwe yên sazî û komeleyan domandin

t-004.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin