Wezîreke Norwecê bi Kurdî bi Kurdên li welatê xwe re axivî

Wezîreke Norwecê bi Kurdî bi Kurdên li welatê xwe re axivî

.

A+A-

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Norwecê Tonje Brennayê bi kurdî bi diyasporanişînên Kurd ên li welatê xwe re axivî,

Li Skandînavyayê, diyasporaya Kurdî ew qas çalak e ku rayedarên wan welatan dixwazin bi wan re bicivin û tewra bi Kurdî jî bi wan re biaxivin.

Li Norwêcê, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Norwecê Tonje Brenna beşdarî çalakiyeke Kurdên niştecihên wî welatî bû û destpêka axaftina xwe bi zimanê Kurdî kir û got:

"Roj baş, navê min Tonje ye, ez Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Norwêcê me."

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Norwecê Tonje Brenna bal kişand li ser konferan yekrêziya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê kir û got:

“Bi rastî ev yek pir girîng e ku hemû partî û rêxistinên Kurdan li hemberî Şamê ji bo doza xwe û mafên xwe bûne yek deng û yek helwest.

Ev yekrêziya han li Kurdistanê û li Norwecê jî bûye cihê dilxweşiya hemûyan. Gel bi wê yekrêzî û yekhelwestiyê serfiraz dibin."

“Armanca me parastina zimanê Kurdî ye”

Selah Kiştiyê serokê Komeleya Mehabadê ya Norwêcê û rêxistinkarê çalakiya Kurdan a li Norwêcê bû mêvanê Diyasporayê û derbarê komeleya xwe û çalakiyên wê de axivî û got:

"Navê komeleya me Mehabad e û ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê lê piraniya wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.

Armanca me parastina zimanê Kurdî ye di nav diyasporaya kurdan li Norwêcê û herwiha lobîkirina doza Kurd li hemû parçeyan e, xasma ji bo Rojavayê Kurdistanê".

Serokê Komeleya Mehabadê ya Norwêcê diyar kir ku komeleya wan di sala 2018an de hatiye damezrandin lê belê heta hilbijartina desteyeke nû di sala 2024an de ne çalak bû lê niha gelekî çalak e û pêwendiyeke wê ya xurt bi berpirsên Norwêcê re heye û got:

"Me helkeftek organîze kir û tê de ji bilî mêvanên ji hemû parçeyên Kurdistanê ku piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê bûn, me wezîreke Norwêcê jî vexwend, ew jî Xanim Tonje Brenna, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Norwêcê bû ku pêwendiyeke baş di navbera me de heye.

Wî di boneyê de bi çend peyvên Kurdî dest bi gotara xwe kir û piştre kêfxweşiya xwe bi yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê anî ziman, her di boneyê de parlamenterekî Norwêcê ku xelkê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye ku Manî Husênî ye beşdar bû."

Selah Kiştî amaje bi wê yekê da ku raya giştî ya Norwecê hevxema doza Kurd e û ew jî li ser wê hevxemiyê kar dikin, ji bo ku bikaribin xizmeta doza neteweya xwe bikin.

Kiştî axaftina xwe wiha qedand:

"Niha li Norwecê dibistanên zimanê Kurdî hene û ew dixwazin ziman û çanda kurdî biparêzin, nemaze di nav nifşê nû yê Kurdên diyasporaya Norwêcê de."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin