
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 10 rojan dem da komên çekdar
.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê li ser komên çekdar got ku "hemû" komên çekdar ên girêdayî desthilatdarên nû yên Şamê ketine bin sîwana Wezareta Parastinê.
Wezîrê Parastinê yê wî welatî Murhef Ebû Qesre derbarî komên çekdar ên li Sûriyeyê daxuyaniyêk beêav kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA), Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesre gotiye:
"Em mizgîniya yekkirina temamê yekîneyan di bin sîwana Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de didin gelê xwe yê bi rûmet."
10 rojan dem da
Her çend wezîr di destpêkê de dibêje ku "hemû yekîne" bûne beşek ji Wezareta Parastinê, lê di rêzeke din de amaje bi wê yekê dike ku hin kom hîn mane, lewma 10 rojan mohletê dide wan da ku tevlî wezaretê bibin, eger na, gefa "girtina tedbîrên guncaw" li wan dixwe.
Ebû Qesre got, "Piştî vê daxuyaniyê em tekez dikin ku pêwîst e komên çekdar ên piçûk ên din di nav 10 rojan de bikevin bin wezaretê."
Her wiha Ebû Qesre hişyarî da ku "her derengketinek dê bibe sedem ku em li gorî yasayên heyî tedbîrên guncaw bigirin."
HSD
Wezîr amaje bi çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nekir ku artêşa de-fakto ya Rêveberiya Xweser e.
Komên çekdar êb bi serkêşiya Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de dawî li desthilata nîv sedsalî ya malbata Esedan anî.
HTŞyê niha ku hikûmeteke demkî (veguhêz) ava kiriye, civaka navneteweyî li benda reforman û garantîkirina serweriya yasa û ewlehiyên ji wan e, ku ev yek şertek e ji bo rakirina dorpêçên aborî yên navneteweyî yên li ser welêt.
Hevdîtina Şer û Trump
Di bipêşketineke herî dawî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, 14ê vê mehê di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de, bi navbeynkariya Şazadeyê cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman, ligel Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer civiya û soza rakirina cezayan da wî.
Yek ji daxwazên Amerîkayê ji Hikûmeta Şer, derxistina komên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê ye, di nav wan de çekdarên Filistînî jî hene.
Qamişlo û Şam heta niha li ser çarenivîsa HSDyê li hev nekiriye, ku xwedî zêdetirî 100 hezar şervan e û hevkarê sereke yê Amerîkayê ye di şerê li dijî DAIŞê de.
HSD û Şamê di 10ê Adara îsal de peymanek îmze kiribû ji bo ku saziyên ser bi Rêveberiya Xweser ve bikevin ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê, li hemberî naskirina mafên Kurdan.
Xala nakokiyê ew e ku HSD daxwaz dike wekî hêzeke taybet û pêkhateya xwe ya niha, bibe beşek ji Wezareta Parastinê, lê desthilatdarên Sûriyeyê daxwaz dikin ku hêz were hilweşandin û şervan bi awayekî takekesî tevlî wezaretê bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin