Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm

Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm

.

A+A-

 Li Enqereyê di çarçoveya Festîvala Navneteweyî a Fîlmên Karkeran de belgefîlma bi navê ‘Îsmaîlê Me’ hate pêşandan. Di belgêfîlmê de behsa jiyan û têkoşîna civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî tê kirin ku temenî wî ji bo Kurdîtiyê derbas bûye. Derhêner Fatîn Kanat dibêjê piştî belgefîlma Helepçeyê wan biryar daye jiyana wî bikişînin. Beşikçî jî di çareseriya Pirsa Kurd de ligel dewletê rexneyan li Kurdan jî digre û bala dikişîne, Kurd jî ji bo zimanê Kurdî zêde xebatan nakin.

Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî… Jiyan û têkoşînek li pey bidestxistin, parastin û hebûna Kurd û mafê Kurdan…Temenekî ku 17 salên wê di girtîgehên cuda de derbas bûye…Lê bi çi sebebê? Sebeb ew e ku di encama lêkolînên xwe yên doktoraya beşa civaknasiyê de wek nivîskar û civaknasekî Tirk gihişt wê encamê ku: Kurd hene û Pirsgirêka Kurd heye” û li dijî argûmanên fermî ku Kurdan tune dihesibînin derketiye.

Têkoşîna Beşikçî ya di vê rêyê de bi navê ‘Îsmaîlê Me’ bû belgefîlmek. Belgefîlma ku ji aliyê derhêner Fatîn Kanat û Onder Înce ve hatiye kişandin di çarçoveya 20emîn Festîvala Navneteweyî a Karkeran de li Enqerê hate pêşandan.

Derhênerê Belgefîlmê Fatîn Kanat ji K24ê re got: “Me xwest em çîroka mamoste ji bo kesên ku wî nas nakin an jî kêm zêde dizanin bibêjin ku têkoşînek çawa daye, jiyana xwe di vî warî de çawa derbas kiriye. Wek fikir di belgefîlma Helepçe de gelek alîkariya mamoste gihişt min û piştî vê min got di vê ez jiyana wî bikim belgefîlmek. Ger li cihekî deskeftiyeke Kurdan hebe, Beşikçî dibêje têkoşîna di warekî din de di vê nebe sebeb ku ev deskeftî ji dest biçin û pêwîste bên parastin.”

Di beşeke ji belgefîlmê de di dema behskirina jiyan û têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî ku çawa Kurd naskirine de cîh bi dîmenên Serokê nemir yê Mele Mistefa Barzanî jî hatine dayîn Tê dîtin ku ji aliyê Serok Mesut Barzanî ve jî Beşîkçî di wextê wê de bi nîşaneya Barzanî hatiye xelatkirin.

Hevalên girtîgehê yên yên weke Mehdî Zana, Behrî Koçkaya, Battal Betê û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan jî serpêhatiyên ligel Beşîkçî vêdibêjin. Ku ka em binerin bê Apê Musa ango Musa Anter derbarê Beşikçî de çi dibêje.

Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikçî dibêje: “Hem di politikaya derveyî hem jî ya navxweyî de pirsgirêka herî mezin Pirsa Kurd de. Lê dewlet ji bo çareseriya pirsê gavên pêwîst naavêje. Herwiha Kurd jî di warê zimanê Kurdî de xebatên zêde nakin. Yanê hem Kurd hem jî dewlet di çareseriya Pirsa Kurd de ne di nava helwesteke demokratik de ne. Ji bo Kurdan zimanê Kurdî gelekî girîng e. Mezinkirina zarokan bi zimanê Kurdî gelekî girîng e. Ji bo vê jî meşandina politîkayeke Kurdî û Kurdistanî pêwîst e.”

Herwiha Belgefîlma ‘Îsmaîlê Me’ heta niha ji Festîvalên Duhok û Londrayê 2 xelatên taybet yên jûriyê wergirtine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin