Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Spasiyeke Taybet ji bona Rudaw TV.

A+A-

 

Di jiyana miletan de, medya rolek û erkekî wê ya girîng heye. Medya her tim di jiyanê civatê de roleke serekd dilîze. Medya berê xwe berbi ku de veke xelkê jî berbi wir de dibe.

Ji ber vê ye medya kurdî divê rol û erkên xwe bînin cih. Ew jî ew e ku divê dîroka gelê xwe, qehreman, zimanzan, rêber û hozanên xwe jî çi yên sax û çi yên ji nava me çûne bi bîr bînin.

Bi bîranîna kesayetan tê wateyê ku ew medya bi rola xwe ya xelkê xwe bighêjîne zanînekê ve radibe. Medya raberduyên miletê xwe rê gel û ciwanan dide daku ew jî li ser koka xwe mezin bibin.

Miletek li ser koka xwe mezin nebe, ew milet gelekî zehmet ku xwe azad bike. Ji ber ku em kurd jî di vî warî de qels in, ango dîroka xwe baş nizanin. Loma em nikarin ji wê dersekê derxin da ku bi saya wê pêşiya xwe ronî bikin. Heger miletek xwediyê xwe û medyayeke xurt be ew bi serê xwe dikare şoreşekê jî pêk bîne.

Qelsiya me weke netew ew e ku heta salên 2000î jî em ne gihiştim asta ku medya bikaribe gelê xwe di her warî de şiyar bike. Mezin rêber, serok û tekoşerê gelê xwe bi wan bide zanîn û nasîn.

Loma jî em weke milet di vî warî de qels ketin. Her weha vê qelsiyê kir ku em di bin tesîra medya dagirkeran de man. Wan jî bi her awayî dixwestin û dixwazin ku tim agahdariyên şaş bide gelê ku wan dagir kirîye.

Çima?

Heger xelkê dagirkirî, miletê kolonî di warekî rast de dîroka xwe fêr bibe, wê li gor wê jî tekoşîna azadiya gelê xwe li ser xeta neteweyî û rast bide. Li gor wê jî wê xwe ji hemî adet, tore, ziman û ola dijmin dûr bixîne.

Çi dema kesên xwelkê kolonî hemî perwerdayiya xwe ji dijmin ango dagirekeran girt û bi zimanê wan qise kir, medya wan xiste nava mala xwe, aha wê demê jî ew kes û kesayetî bixwazî nexwazî di bin bandora kultura dagirkeran de dimîne.

Hîs û baweriyên wî/ê, nerîn û dîtinên wî/ê, rabûn û runiştandina wan, ken û henekên wan jî li gor kultura dagirkeran şikil digire. Heta mirov xwe jê azad bike demeke dûr û dirêj digire ku di vê demê de jî mirov gelek tiştên xwe wenda dike.

Lê em dibînin û dibihîzin ku piştî salan 2000an hêdî hêd bi qelsî jî be, medya Kurdan roj bi roj xurt dibe û dikeve xizmeta gelê xwe. Em dibînin ku êdî pir hindik medya kurdî jî nav û dengê xwe derdixe û welatiyên xwe di gelek waran da zana dike ku gelek warên nayên zanîn jî didin zanîn.

Ji ber vê ez dibêjim; mala Rudaw Tv ava bî ku ew îro bi xizmet û karên xwe, xwe gihiştiye qada navnateweyî ku êdî ew û gelek Televizyonên Kurdan ne kêmî ên cîhanî ne.

Heger medya me kurdan, ne xwediyê xwe û dîrokek dirêj jî be lê di vê dema kinde karên hêja dikin û gelek quncikên tarî ronî dikin.

Bawer bikin piştê RudawTV li gel min hevpeyvîneke dûr û dirêh li dar xistin û bi saya vê gelek canik û camêran him spasiya min û him jî ya Rudawê kirin ku ew di gelek warande bûne xwedî zanîneke nû. Ya jî heta niha gelek tiştên nizanî bûn fêr bûn.

Ev him ji bona min û him jî ji bona RudawTv serketineke mezin bû ku me bi hevre hewl da ku xelkê xwe ji gelek tiştên heta niha ne haydar bûn, kirin xwedî zanîn.

Ji ber vê ez keda karmendên Rudaw tv û bi taybetî ya brêzKawe Emîn pîroz dikim ku ji bona vê bernameyê ji Kurdistanê heta swêdê hat û berameyeke dirêj li gel min amade kir.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar