BÊ DEWLETBÛN (II)
Nuri Aldur
Pêwîstîya kurdan bi dewleteke kurd û Kurdistanî îroj, ji hemî deman bêhtir dîyar dibe. Li Rojhelata Navîn(bîlhesa li wan her çar dewletên ku Kurdistan dagir kirine de) îdealên mîna ”maf û dad” anjî ”rêz girtin” ji bo kesên/grûbên bindest û gelên ku di perçiqin hîç û hîç tûneye.
Qala van mafan, wê mîna ku tû ji tûpişk û maran nepêvedanan hêvî bikê ye, mîna ku tû ji hirç û hovan ji bo nekuştina xwe; lav-lavan bikê ye anjî bi kurt û kurmancî; mîna ku tû ji van kurddijminên areb, acem û tirkan gilî û gazinan bikê ye.
Çiqas dem dema teknolojî û AI(artificielinteligensê) jî be, û hîç tiştek veşartî jî namênê, lê dîse jî perçiqandin, qetl kirin, qir kirin, sûrgûn kirina kurdan her berdewama û ev kirinên dijminan hişkereye û li darî çavên hemî dinyayê têt kirin:
- Bi dronan kûştinan kurdan li Başûr,
- Di vê salênde qetlîamên Rojavayîyan û nehiştina ku ewan vegerina bo cih û warên xwe,
- Her roj kûştin û îdamkirina xortên li Rojhelat
- Û her dem girtin û zilma li ser Bakûrîyan; îspatake ku evan dijminan nahêlin û naxwazin ku xweşî û hûzûr bo vi gelî – bo vî welatî/Kurdistan çêbibit.
Çareserkirina vaqas kul û derdan, îmhakirin, êş û eleman; çêkirina/avakirina dewleteke kurdî ye. Ha, ma ev tiştekî nû ye anjî keşfkirineke ku berê hîç kesekî nekirîye; NA, NA – helbet bersiv ”NA” ye. Lê jîyan niha wilo didê xwîyakirin ku eger bêdewletbûn berdewambe, wê hê gelek Şingal, Kobanê, Roboskî û li Rojhelat komkûştin/ jenosîd çêbibin – ji xwe her roj kûştina kurdan bûyîye mîna rûtîneke rojane.
Kaz kaz û kûz kûz a me eve, ku em dizanin ku dewletbûn dermanê gelek nexweşî û birînên kurdana. Fermo em pevre li lîteratûra civaknasîyê meyzênin û fahm bikin ku bê ma rola dewletê dibê çi ? :
” Wate ya/wezîfa ya dewletê ewe ku jîyan, hûzûr û emîntîya aborî û civakî ya hemwelatîyan bi parêzê û wan bixê bin garantîyê de ye”. (¤)
Eger em hinekî li ser van peyvokan/fenomenan rawestin, hingî emê bibînin ku dewletên dagirker, tenha bo xwe (menfaat, xwêşîyên xwe) dewletin – lê ji bo kurdan, ewan top û bombane, jahr û zûqûmin, xwîn û mirinin:
Ne ku ew jîyana kurdan diparêzin; ewan wê têk dibin.
Ne ku ew hûzûr û emîntîyê çêdikin, ewan wê xeradikin.
Ne ku ew aborî û jîyana civakî geş dikin, ewan wê di lewitênin/pîs dikin(bi narkotika, çetetî û mafyatî yê) li bajarên kurdan û bi malxerabûna kurdane, lê ji bo wan bixwe bûyîye sûk- û bazarên milyarderan.
Ezê bi dû gotinên pêşîyên me vê nivîsa xwe li vir tewaw bikim. Yek ji wan gotinan ewe, ku dema em li wateya dewletbûna dagirkeran(bi perspektîva kurdî) di meyîzênin ” KENÊ KERAN PÊ TÊT ” têt bîrame û ya din jî ewe ku dema, dibêt ewên wê parastinê bikin, hingî jî gotina ku dibê mîna ku ” MÎH BI HÊVÎYA GÛR VE HIŞTINE ” ye.
(¤) Ji pirtûkeke nû ye(payîz 2026) ku bi navê: ETIK – för dig som är samhällsvetare, rûpel, 12.


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin