
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
.
Piştî fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê bi hêzeke mezin ku ji 100 firokeyan û 15 hezar personelên leşkerî pêk tê, dest bi operasyona li Tengava Hurmizê kir. Ev operasyon wekî piştgiriya "Projeya Azadiyê" tê binavkirin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) aşkere kir, operasyonê berbanga îro Duşemê 4ê Gulanê dest pê kiriye. Armanca sereke ya vê pêngavê, dabînkirina ewlehiya keştiyên bazirganî û misogerkirina azadiya deryavanî ye di vê rêrewa navdewletî ya girîng de.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêzên beşdar di vê operasyonê de ji keştiyên şer ên têkşikênerên mûşekan, zêdetirî 100 firokeyên şer ên bejayî û deryayî, dronên bombekirî û 15 hezar personelên leşkerî û tîmên hawarhatinê pêk tên.
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper destnîşan kir, ev erkê berevaniyê ji bo asayîşa navçeyê û aboriya cîhanê pêdiviyeke mîsoger e û got: "Em di heman demê de dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê, ya ku Washingtonê beriya çend hefteyan ferz kiribû, diparêzin."
Herwiha hat ragihandin ku Wezareta Derve û Wezareta Ceng (Pentagon) bi hevahengî dest bi destpêşxeriyeke nû kirine, da ku zanyariyan bi hevkarên xwe yên navdewletî re parve bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser platforma xwe ya "Truth Social" ragihandibû, "welatên bêlayên" daxwaz ji Amerîkayê kirine ku alîkariya keştiyên wan ên li Tengava Hurmizê asê mane bike. Trump her wiha hişyarî da Îranê ku li dijî vê operasyonê ti astengiyan dernexîne.
Berteka Îranê: "Binpêkirina agirbestê ye"
Di yekem karvedana fermî ya Tehranê de, Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Îranê Îbrahîm Ezîzî di daxuyaniyekê de got: "Her destwerdaneke Amerîkayê di pergala deryayî ya nû ya Tengava Hurmizê de, dê wekî binpêkirina agirbestê bê hesibandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin