
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed gotegotên derbarê baykotkirina proseya siyasî ya Iraqê de red kirin û ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê, bi armanca rêgirtina li dubarebûna kêşeyên raboriyê ye.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro 4ê Gulanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser geşedanên dawî yên siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê axivî. Mihemed gotegotên ku dibêjin PDKê proseya siyasî ya Iraqê baykot kiriye, red kirin.
Mehmûd Mihemed derbarê helwesta PDKê ya li Bexdayê de got: "Me bi wî awayî baykot nekiriye. Me tenê stafa xwe, parlamenter û wezîrên xwe bang kirine Hewlêrê, da ku em ji bo nirxandina rewşê, şêwirê ligel wan bikin." Herwiha tekez kir, helwesta PDKê di daxuyaniyên fermî de zelal e û nabe ku were şêwandin.
Armanca serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê
Berdevkê PDKê bal kişand ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê û got: "Serokê Herêma Kurdistanê wekî kesê yekem ê fermî yê Herêmê, dixwaze ligel kesê erkdarkirî yê avakirina hikûmetê, Çarçoveya Hevahengiyê û aliyên din ên Şîe û Sune biaxive. Armanc ew e ku ew xalên nerênî û kêşeyên ku di raboriyê de hebûn, di kabîneya nû ya Iraqê de dubare nebin."
Mihemed destnîşan kir, PDK dixwaze çarçoveyeke hevahengiyê ya rasteqîn ji bo birêvebirina welat were avakirin, da ku astengiyên li pêşiya xelkê Herêma Kurdistanê bi yekcarî werin rakirin.
Avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêmê
Li ser pirsa rojnamevanan a derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Mehmûd Mihemed bi kurtî got: "Heta niha di vê mijarê de ti tişt neguheriye."
Herwiha Mihemed eşkere kir jî, heta niha ti dîrokek ji bo civîneke nû ya di navbera şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê de, ji bo gotûbêjkirina avakirina kabîneya dehem, nehatiye diyarkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin