PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî

Teşkilata Batmanê ya PWKê 04.05.2026an de li Batmanê saet di 14.00an de li Hola PWKê Jenosîda Dersîmê bibîranî.

A+A-

Di bîranînê de rêvebir, endam û dostên PWKê cih girtin.

Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şehîdên Desimê rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Serokê PWK Şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PWKê hat xwend. Di daxuyanî de:

"89sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ”Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê” ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937an de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.

Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye."

Di berdewamîya daxuyanîyê de "Qirkirina Dêrsimê, piştî qirkirina etnîsîteyên ne misilman, xeleka sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û sala 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin."

Daxuyanî bi xwendina "Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê dewlet bike ew e uzra xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastîyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyd Riza û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 89emîn salîvegera qirkirina Dêrsimê de em wan qirkirinên li hember gelê Kurdistanê bi nefretî protesto dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin." bi dawi hat.

Bîranîn bi belgefilmek bi awayekî hestîyarî bi dawi bu..

bi hinek hurgulîyên taybet

QETLÎAMA (JENOSÎDA) DERSÎMÊ (1937-1938)

Birînên Dêrsimê nehatine pêçandin hêj bi êş û kulin .

Ev roj ji hêla Kurdan ve wek ‘Roja Bîranîna Komkujiya Dêrsimê’ tê pêşwazîkirin. Îsal jî ji ber salvegera vê rojê di serî de li Dêrsimê, li bakûrê Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê û li derveyî welat çalakiyên girseyî yên bibîranînê tên lidar xistin.

Amadekariya qirkirina Kurdên Dêrsimê, wekî komkujiyên din ên li dijî Kurdên bakûrê Kurdistanê hatin kirin, di sala 1925’an de bi ‘Plana Islahkirina Şerqê‘ hat destpê kirin û paşê jî bi ‘Qanûna Tûnceliyê’ (25 Kanûna 1935) amadekariyên qirkirinê hatin temamkirin. Navê Dêrsimê jî bi vê qanûnê wek ‘Tûncelî’ hat guhertin.

Piştî van amadekariyan li 6’ê Çileya 1936’an ji bo operasyona komkujiyê ya li ser Dêrsimê, ‘Walîtiya 4’emîn a Giştî’ hat avakirin. Bi biryara Desteya Wezîran a 4’ê Gulan a 1937’an jî dewleta Tirk dest bi tevgera komkujiyê kir.

Ji 20-21’ê Adar a 1937’an heta 15’ê Mijdar a 1937’an Dêrsim ji hêla arteşa Tirk ve hate dagirkirin. Eşîretên Dêrsimê; Bextiyaran, Abbasan, Demenan û Heyderan li ber xwe didin. Di şerê wê demê de pêşengên berxwedana Dêrsimê Elîşêr (tevlî berxwedana Koçgiriyê ya 1921’ê jî bibû), hevjîna wî Zarîfe Xanim û Şahan Axa şehîd dibin. Seyîd Riza jî di serê meha Îlonê de tê girtin û 15’ê Mijdara 1937’an li Meydana Genim a Elezîzê bi lawê xwe Resik Hisên re hat darvekirin. Bi wan re pênc pêşengên din ên berxwedanê Ûsenê Seyîd, Hesenê Ûlkiye, Alî Mîrz, Findiq Axa û Hesenê Cevraîl jî tên darvekirin û şehîd dibin. Lê li ku hatine veşartin hê jî ji hêla dewleta Tirk ve nehatiye eşkerekirin.

Gotinên Seyîd Riza yên li sêdarê anî zimên di dil û hişê Kurdan de hate neqişandin û helwesta Kurdê azad çi ye, nîşanî me da: “Min nekarî bi derewên we, ew bi min re bû derdek; lê min li ber we çok danenî erdê, bila ev jî ji we re bibe derdek!”

Bi vî awayî berxwedan bi piranî têk diçe û dewleta Tirk, Dêrsimê bi tevahî dagir dike. Paşê, di 12’ê Hezîranê heta 10’ê Tebaxa 1938’an tam jenosîdek tê kirin û bi hezaran Kurdên Dêrsimê têne kuştin. Çemên Dêrsimê xwîn dibin û diherikin, newalên Dêrsimê bi laşên Dêrsimiyan ve tên dagirtin.

60 heta 70 hezar kurdên Dêrsimê tên qetilkirin

Piştî 10’ê Tebax a 1938’an sirgûnkirin tê destpêkirin. Kurdên Dêrsimê ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve tên sirgûnkirin. Bi fermî hêjmara kesên hatine qetilkirin tê gotin ku 14 hezare. Lê kurd diyar dikin ku ji vê zêdetire û nêzî 60 heta 70 hezar kurdên Dêrsimê hatine qetilkirin.

Li gora Dr. Nûrî Dêrsimî, li ber darê sêpikê S. Riza bi Zazakî weha gotîye:

”Ez 75 salî me û şehîd dibim, digihîşim şehîdên Kurdistanê. Dêrsim têk diçe, lê Kurdîtî û Kurdistan dê bijî. Wê cuwanên Kurd tolhildanê bigre. Mirin ji zilimkaran ra! Mirin ji derewkar û qehpikan ra!” (Dr. Vet. M. Nûrî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim, r. 190-191, Weşanxana Zêl, Stanbol 1994)

Seyîd Riza ”Min bi dek û dolabên we ra serî dernexist, ev ji min ra bû derd, lê min jî li pêşberî we çok danenî (stûyê xwe xwar nekir), ev jî bila ji we ra bibe derd!” gotîye.

Van gotinan Seyîd Riza ji M. Kemal Atatirk ra dibêje. Jib er ku M. Kemal, di bin perdeya xapandinê da xwestibû ku S. Riza dawa lêborînê jê bixwaze ku ew were efûkirin. Lê S. Riza di pratikê da rêvebirên Ankarayê yên hevalên M. Kemal ceribandibû û êdî baş têgihiştibû ku Ankara dixwaze li herêma Dêrsimê qetlîam bike û koka Dêrsimîyan bîne. Loma ew li hemberî M. Kemal bersiveke bi serbilindî dabû û jê efûyê nexwestibû. Ev helwesta S. Riza li hember M. Kemal û li ber darê sêpikê bandoreke mezin li ser Îhsan Sabri Çağlayangil hiştibû û loma wî di bîranînên xwe da vê rastîyê bêhemdê xwe be jî bi awayeke hurmetkar weha nivîsîye:

”… Seyîd Riza ji bêdengî û valahîya meydanê ra qêrîya her wek ku ew tije însan e: ´Evladi Kerbelayih. Bî hatayih. Ayiptir. Zulümdür. Cinayettir!’ (Em ewladî Kerbela ne. Bê xeta ne. Şerm e. Zulm e. Cinayet e) got. Mûyên min gij gij bûn. Ev zilamê kal rep rep meşîya. Çingeneyî tehm da, ben xiste qirika xwe, pîyê xwe li kursîyê xist û xwe bi xwe daleqand… ”

İhsan Sabri Çağlayangil ku di dema Jenosida Dêrsimê da berpirsê ewlekarîya- emnîyeta- bajarê Malatyê bûye; nuha ji serokê CHP Kemal Kılıçdaroğlu ra weha dibêje:

”… Ez encamê dibêjim. Wan qebûl nekir. Vekêşîyan şikeftan. Ordîyê gaza jehrî bikaranî. Li alîyê hundurê derîyên şikeftan. Wan wek mişkan bi jehrîyê xistin. Ji heft salî heta heftê salî ew Kurdên Dêrsimî serjêkirin. Hereketeka bi xwîn bû. Doza Dêrsimê jî temam bû. Otorita (desthilatdarî) Hukumetê jî ket nav gundan û Dêrsimê. Dêrsim weha temam bû…”

Kujerên Sistema Ankarayê yên hov hewqas tirsonek in ku hurmetê ji gorbihiştên Kurd ra nîşan nedane; her wek di bûyera dardakirina (kuştina) Şêx Seîd û 47 hevalên wî da hatîye dîtin, wan cesedên canfîdayên Kurd jî ji malbatên wan û ji gelê Kurd veşartine û wan winda kirine û heman tişt anîne serê Seyîd Riza û hevalên wî jî. Ev kiryarên bi hovîtî, di belgeyên resmî yên dewletê da jî hatîye qeydkirin. Li gora belgeyên dewletê aqîbeta cesedên Seyîd Riza û hevalên wî weha bûye:

”Ceset hatin veguhastin bo erdeke xalî û bi gazê hatin şewitandin. Bermahîyên wan jî têxistin çuwalan û di navbera Stasyona Trênê ya Merkeza Elazîzê (Xarpêtê) û Stasyona Trênê ya Yolçatîyê da xistin çalekê û defin kirin. Xerîte û zapitnameya (girtînameya) cîyê definkirinê, xeberdanên li trênê, digel dengê qeyidkirî, digel nexşeyê (xerîte), teslîmî Îhsan Sabri Beg bû. Ev rapor du nusxe hatîye amadekirin. Nusxeya 1. jibo Serokwekalet, nusxayek jibo Îhsan Sabri Beg hatîye teslîmkirin…”

Di nav çarçoveya xwemikurîyên İ. S. Çağlayangil da bi awayeke vekirî tê dîtin ku ji despêka Serhildana Kocgirîyê heta Qirkirina Dêrsimê; Seyîd Riza xwestîye bi awayên aştîyane û demokratik şolên heyî bên çareserkirin. Lê kargêrên sistema Ankarayê ji mêj ve Pîlana Jenosida Dersimê amade kiribûn û wê gav bi gav xistin jîyanê. Bi tabîreka dî, ew pîlana ku dixwestin li ser qirkirin û tunekirina Rûm, Ermen, Kurd û gelên dî yên di nav sînorên osmanî û tirk da mabûn; neteweyek tirk biafirînin û loma çi ji destê wan hat kirin.

Bi pêkanîna qirkirina Dêrsimê ve bizavên Koçgirî, Şêx Seîd û Agrî ku bi xwînê hatibûn xemilandin û Kurdistan serûbino bûbû, wek xeleka dawîyê li Dêrsimê temam bû. Seyîd Riza û hevalên xwe jî, wek bi sedan û bi hezaran cangorîyên Kurd û Kurdistanê ku ji qonaxa Abdirrehman Paşa ya 1806an da rûdabû; dom kir heta qonaxa Qirkirina Dêrsimê ya 1938an. (Rapora Dêrsimê, 100 nusxeyên taybetî hatine çapkirin, yê çap kiriye, Fermandarê Giştî yê Cendirme Kazim Orbay e.)

Gelo heya hemî şûnpê û şûndestên vî Atayê jenosîdkar ji vî welatî neyên paqij kirin dê tirk bi çi rûyî li roniya rojê binêrin? Gelo tirk dizanin ka Sedam ji bo çi hat îdam kirin û lanet kirin. Jenosîda Dêrsimê du caran ji ya Helepçeyê mezintir û xedartir e!

04.05.2026

Partîya Welatparêzên Kurdistanê

PWK Şaxa Batmanê

 

689270588-10239549404980714-4774017816816713668-n.jpg

688845548-10239549408940813-6695635301577478735-n.jpg

690640128-10239549409140818-5104567084946631672-n.jpg

689068384-10239549408620805-6973933552169239566-n.jpg

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin