Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji bo agahî û tecrubeyên nifşên berê,  ji bo derxistina dersan, divê mirov çi bike û çewa tevbigere?

A+A-

Cano Amedî

Berîya her tiştî, divê mirov xwedî karekterekî çêkêr be;  bikaribe hevdû guhdar bike, di dewsa hev de empatî bike. Girîng e ku du alî an du kesên ku li hemberî hev xwedî guman, xwedî pêşdaraz bin, hewl bidin ku hev fêm bikin,  hevdû guhdar bikin, derîyê dîyalogê li hev vekin. Divê ciwan fêm bikin ku tiştên ku kal û pîr dibêjin ne tenê çîrok in, lê divê bê zanîn ku li pişt wan bi salan şêweyên ceribandinê, pêvajoyên ezmûnan hene. Divê kal û pîr jî hewl bidin ku nêrînên cuda yên cîhanê yên ciwanan û şert û mercên dema ku ew tê de dijîyan fêmkirin bidin. Li gorî guhertinên dunyê û demê, xwe nuh û guncav bikin. Li gorî guhertinên demê bi baldêrî li cîwanan gohdar bikin.

Em zanin meraq û pirs pirsîn, rê li ber bersîvan vedike. Nifşên ciwan, serpêhatîyên nifşên berê meraq dikin û pirsan dipirsin, li bersîvên têr û tije digerin. Pirsên wekî "We çima wisa kir?", "Wê demê çawa bû?", "Di vî warî de hûn bi çi zehmetiyan re rû bi rû man?" “Hûn çima bi ser neketin?” têgihiştineke kûr peyda dike. Divê pirs û bersîv, li gorî guhdarkirin û têgihiştinek bi sebir be! Divê gotin û kirin li hevkirî bin, xwedî asoyek kûr û zelal be.

Rastîyên jiyanê bi me daye qebûl kirin ku veguhestina çîrokên jiyanê, serkeftin, xeletî û qonaxên girîng ên nifşên kevin ji bo ciwanan çavkaniyeke dewlemend pêşkêş dike ku ew dikarin dersên girîng jê derxin. Ew çîrokên ku encamên ezmûnên jiyanê ne, agahiyên nehînî, bi awayekî bandortir digehîne nifşê pey xwe. Her ezmûnek bi serê xwe cîyê nîrxandin û şîroveyan e!

Pirî caran, li kolanên hevbeş, di nav zevî û seyrangehên hevbeş de, gerr û xwendinên hevbeş, mirov nêzîkî hev dike. Li wan war û zozanan, balkişandina ser berjewendî û nirxên hevbeş ên nifşên cuda, ragihandinê hêsan dike. Diyalogên ku li ser mijarên hevbeş ên wekî muzîk, huner, spor, dîrok têne avakirin, têgihîştina hevbeş zêde dike. Ev jî rê li ber organîzasyon û rêxistinbûnên nû vedike.

Divê hemû alî rêzê li agahî û ezmûna hev bigirin. Divê ciwan qedrê, tiştên ku kal û pîran di paşerojê de kirine, bigirin; divê kal û pîr jî qedrê raman û enerjiya nû ya ciwanan bigirin û ji wan re rê vekin. Heta konaxekê, mirov dikare rêberîya nifşên kevin fahm bike, lê ev bixwe, ji bo ciwanan, rêyek bi bandor e; ji bo veguhestina agahî û tecrubeyên wan rasterast pêwîst e! Dîsa pêwîste ku di heman deman de nûnerê cîwanan, di wê rêveberîyê de cîh bigirin, xwedî erk û rol bin. Ev jî dikare di gelek qadên jiyanê de rê li ber karîyerên ciwanan veke; ji bo pêşveçûna wan jî kêrhatî û berhemdar be.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin