Koleksyona Jaba Aleksander Auguste - Ekrem Önen*

Koleksyona Jaba Aleksander Auguste - Ekrem Önen*

.

A+A-

Ekrem Önen

Jaba Aleksander Auguste

Destpêk heta Fînalê

Dema di 2013 de me Koleksyona Aleksander Jaba anî bû, min bi Kurtî nivîsek belav kiri bû di derbarê anîna Koleksyonê ji bo Univeersîta Mêrdînê.

Nuha piştî wezareta Kultur û Turîzmê a Turkî  koleksyon wek 15 cildan çapkir, li medya Turkî û Kurdî jî gelek behs hat kirin. gelek dostan ji minre nivisîn ku wê gelek baş be ji bo dîrokê ku ez bi firehî behsa ve projê bikim ku çawa dest pê kir û çawa giha finalê. ez li ser fikirîm ku projak weha gring ji bo tarîxa Kurdan û di demên pêşde ji bo spekulasyon li ser nebe min wek wezîfak dit ku ez li ser vê projê bi teferuat binivîsîm ji bo tarîxê jî grînge.

koleksyona Jaba zedeyî 50 salîye kurd jê haydar bûn gelek behsa wê dihate kirin û wê çawa bi dest xin, wê rojekê bikari bin bi dest xin her pirs dihate kirin

Li ser koleksyona Aleksander Jaba.

Berya ez li universîta Mêrdîn mamostetîyê bikim min muhawele kir ku universîtê başûrê Kurdistanê karê anîna arşîvan ji Rûsya bike lê hemû muhawelên min bi ser nekrtin , tevî li unîvarsîtên wan gelek mamostên ji Sovyet-Rûsya xwendin xelas kiribûn hebû, ji wan re hêsan bû. li tu universita an dezgrhan xwe nedan ber, ji ber ev karekî kolektiv bû wek me li umivrsita Mêrdin kir.

Piștî 32 salê surgûnê( Surî, Moskova, Stockholm) rewș Li Turkî hat guhertin û min fam kir ku ez ji hemwelatîya Turkî hatime avêtin, ez di sala 2012 de ji Stickholmê çûm welat, min bi rêya hinek dostan Serdana Universîta Artûklû beṣè Kurdî ku nuh vebû bû kir. Li wir me bi rektorê universîtê Serdar Bedhi Omay û gelek mamomstan re ku gelek ji wan niha jî kar dikin hev nas kir rehmetîyê Qedrî Yildirim wê demê serkatîya beṣê Kurdî dikir wî bi henek got ”em Li ezmana li yekî digerin tu hatîye ber destê me” got beșê Kurdî  yê universîtê Nuhe û em muhtacî mamostane divê tu were heger ne daîmî be ji demeke Li cem me mamostetîyê bike. Pistî demekê min biryar da ku kar bikim. Ji bo ez ne hemwelatêyî Tirkî bûm demekê Li bendê mam heta Dezgeha xwendina bilind (YÖK-yüksek öǧretim kurumu) biryarê bidé ku ez dikarim kar bikim, piṣtî demekê biryara erêkirinê hat û min dest bi kar kir. Wê demê tevî gelek Mamostê ji hundur Welat û ji dervî Welat jî wek min gelek Mamostê din jî hebûn wek ji Swisra, Almanya, Înglîz,Sûrî, Îran, û Iraqê hatibûn. Teva bi dilxweṣîyek fireh kardikirin ku efektîv bin, fikra gelek hevalan ew bû ku em Karibin beṣê Kurdî universîta Mêrdîn bikin navendek kurdolojî a cîhanê. Min car caran bi Rektor , Qedrî Xoca û mamostanre behsa arṣîva bi teybet arṣîvên Rûsya dikir, ji ber min li arşîvên Rûsya kar kiri bû. Rojekê bi rektor Serdar Bedhî Omay xoce re û Rehmetîyê Qedrî Xoce re me sohbet dikir û min pêṣneyar kir ku em wek ûniversîte bikaribin arṣîvên ji Rûsya, inglîz, fransa, Hindistanê binîn, vaye hevalên me ji van welatan Mamostê hene em kar bikin bînin, her duya jî gelek bi kêfxweṣî piṣtgirî kirin û min got karekî zehmete lê em dikarin bikin, û em dikarin ji Rûsya û koleksyona Jaba dest pê bikin ez vi karî didim ser xwe ji ber ez hemwelatîyê Rûsya me û berê min li arṣîvên Rûsya kar kirîye ji bo min wê rehetir be, paṣê hevalên me yê Mamostê ku ji fransa îngliz hatine ew jî li ser anîna arṣîvên Fransa, Inglîz û welatên din kar bikin bînin, Li ser vê me biryar girt ez biçim Rûsya ji bo anîna arṣîva. Ez çûm dor heftekê min hinek lêkolîn kir  ku çava dikarin arṣîva û koleksyona Jaba bînin û vegeryam bi Rektor, rehmetîyê Qedrî Xoca re û mamostan re min informasyon parve kir, min got ku em lazime nuha bi arṣîva destnivîs a Sanktpeterbûrgê re peymanê çêkin ji ber kû bi kêmayî  8 meha em lazime li bendê bin ji bo kopikirina dokumenta, piṣtî dana înformasyonê em bi biryar bûn ku em koleksyona Jaba bînin. Ez piṣtî demekê cardin çûm mosko û Sankpetersburg Li gel serokê muza destnivîsa peyivîm me ṣeklê dawî da peymanê. Serokê muza destnivîsa, bes ji min re got pirsek girîng heye divê bê çareserkirin, ew jî ewe ku divê wezareta kulturê a Rûsya biryarê bidé ku em bikaribin koleksyona Jaba bidin deve, ji ber cara yekemîne ku em koleksyona Jaba didin derve. Ji ber muza destnivîsa rasterast bi wezareta kulturê ve girêdayî ye û got prisa wezareta divê tu jî alikarya bike em pirsê çareser bikin, piştî demekê pirsa wezareta kulturê a Rûsya yê çareser bû, bes jî min re gotin divê wezareta perwerdeya Turkî an wezareta kulturê resmî ji wezareta kulturê a Rûsya bixwaze ji bo em peymanê çê bikin ku ew mesrefê kopîkirinê bidin, Li ser wê em dikarin dest bi kopia bikin. A herî zehmet kopikirin bû, ji ber kaxes gelekî kevnbûn û di camekanade, di bin Roni û hewa muayen  tê parastin, bi metodên teknîka gelek hasas tê kopîkirin ji bo kaxetê original zerarê nebînin. Ez vegeryam Mêrdîn min ev informasyon tev da hevalan Li vir pirs a wezareta kulturê a Turkî ew jî Rektor camêr wî xwe da ber got ezê çareser bikim, piṣtî demekê rojekê rektor got Ekrem Xoca  prisa wezareta kulturê a Turkî jî çareser bû. Li ser vê cara sê emîn ez û rehmetîyè Qedrî xoce çûn ji bo peymana navbera universîta Mêrdîn û muza destnivîsa a Sanktpetersbûrgê çê bikin. Pêṣî çûn Moskova institûta rojhilatnasîyê a Rûsya beṣê Kurdî paṣè çûn Sanktpeyersbûrgê, Me li wir peyman îmze kir ji bo dest bi kopîkirinê bikin. Ji mer gotin wexta kopikirinê dor 8 meha ye ji ber 4017 rupele. Paṣê em vegeryan. Di wê navè de min car car telefonî Serokê muza destnivîsa dikir ka kopikirin çava diçe kengî xelas dibe. Piştî 8 mehan ez li Stockholmê bûm telefonî min kirin gotin kopî xelas bû koleksyona Jaba hazire hûn dikarin bên werbigrin, min telefonî Rehmetîyê Qedrî xoce û Serdar xoce kir ku ku koleksyon amadeye em dikarin biçin bînin. Me li hevkir ku ez ji Stockholmê ew jî ji Mêrdîn bên. Ez rojekê breya wan çûm ji bo lazim bû min sê hêrdisk ji bo kû dokumenta li wan kopî bikin bida muza destnivîss. Li otela Dostoyevskî min cih ji mere veqetand. Li Sankt petersbûrgê min sê hordisk kirîn û çûm muza destnîvîsa min hordîsk da wan û min got hevalên min sibê tên, li ser vê serokê muzê got em yekê nuha kopî bikin tu îşev kontrol bike heger li cihekî şaşî di kopiya de hebe an baş kopîya ne bûbe işaret bike ji bo heta hûn li sankt peterbûrgêne em rast bikin.  Min bi şev li otêlê kontrol kir tu şaşî min ne dît. Roja din Rektor Serdar Bedhî Omay û Rehmetîyê Qedrî xoce hatin Sankt peterburgê,  çend rojan em Li wir man hinek dostê min kurdẽn Sovyetê Berê Li sanktpeterbûrgê dimînin min telefonî wan kir ji bo me hinekî li Sanktpetrbûrgê bi gerînin, Hatin em bi erbên xwe Li Sanktpeterbûrgê gerandin. paşê ez Serdar xocr û Qedrî xoce em çûn çend muze û Teatro (opera  Бахчисарайский фонтан- fontana Baxçesaray a bi poezîya A.S.Puşkin a ku li ser xanê Kirimê ne). evarekê jî em hersê çûn me li muzîka Jaz guhdarî kir. Di 21.12.2013 ez, rektor Serdar Bedhi Omay û Qedrî xoce em çûn muza destnivîsa me peymana wergirtinẽ imze kir û koleksyona Jaba a digital kopî wergirt.

pîştî anîna dokumenta car caran min di konferansade televîzyona de di nivisa de didît ku mirov behsa koleksyona Jaba û anina wan ya unîversîta Mêrdîn dikin lê diyar bû hinek ji wan ne baş haydar bûn ku ev koleksyon çiye çi têde heye çawa hatiye anîn. Carna hinek mamostên hevalên me camêran ji min di pirsîn ku ka çawa koleksyon hatîye, tevî ew ji herkesî bêhtir xwedî malûmat bûn lê dîsa jî camêra pirs dikirin ji bo şaşî nebe, di xwestin bi cîh bikin tiştên dixwestin bikin. berya 7- 8 meha serokê beşê kurdî universîta Mêrdîn mamoste Ahmed xoce telefonî min kir. got mamoste wezareta kulturê a Turkî dixwaze koleksyina A. Jaba çap bikin lê lazime muzeya destnivîsa a Sanktpeterbûrgê destûrê bide ji bo bikaribin çap bikin, got ku em nikarin bi wanre tekilîya bikin heger zehmet nebe tu bikaribe bi wanre bi peyive ji bo dana destûrê, min got problem nîne ez bi serokê Muzê re peyivîm min got destûra we fermî lazime ji bo çapê, got hiç problem jî alîmede nîne. bes lazime wezareta kulturî Turkî wek fermî ji wezareta Rusya a Kulturî daxwaz bike, wezareta Kultirî Rûsya jî ewê jî ji me pirske emê jî ok bikin. heta di sohbeta me de serokê muza destnivîsa ji minre bi henekî got “ka te soz da tê bê li ser destnîvîsên din bixebite”  min got wext bibe ezê bêm. paşê ez li Ahmef xoce gerîyam Min ev tev ji Ahmed xocere got diyare wan jî werê kirin. Paşê nuha vaye wezareta kultur û Turizmê a Turkî wek 15 cilda çap kirin. Spasî her kesê kedawan di anîn, li ser karkirin û çapkirin, hemû idara universîta Mêrdîn, bi teybet hemû havalên xwe yê mamostên universîta Mêrdîn ku karekî ewqas zehmet kirin ku giş bi verger dane çapkirin, ez dizanim bê çiqas zehmet bû ji bo wan ku ev kar kirin. Gotinek Kurdan a pêşya heye dibên ”qîmetê zêr, zêrçî zane” li vir her weha dixwazim gelek spasîya Serdar Bedhi Omay û rehmetîyê Qedrî xoce bikim ku ji bo anîna koleksyona Jaba karekî mezin û pişgirîk xurt kirin . mala teva ava be ku ev kar bi ser ket, keda teva pîroze. Her weha spasî A. Jaba û muza destnivîsa a Sankt peterburgê dikim ku ev hemû tarîxa Kurdan ku 170 sale parastin û hîn jî we bi parêzin, heger ne ew bana mumkune îroj ev tev wenda bûbana( ji ber orgînale dokumente her lî muzeyê parastîne, me kopîya wan anî).

Arşîv ji 54 beşan pêk tê û 4017 rupelin.

koleksyona A.Jaba “ji devê guhe”

li arşîvên Rûsya Qeyseî û Sovyeye bi hezara dokûment li ser Kurdan hene. Nuha pir heyf li ser wan dervî Kurdologên beşê Kurdî yê instîtuya rojhilatnasî a Akademîya Rûsya kes naxebite derxin

Aleksander Jaba Kîyê ?

Dîplomatê Rûsî Alexander Auguste Jaba  an bi awayekî din August Dementievîç Jaba (bi Polonî: August Kosciesza  Zaba) Ew di sala 1801 de li Kraslavê di malbatek katolîk arîstokrat de ji dayik bûye di navbera  salên 1824 -1828  de li Unîversîta vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê xwendiye. Piştre di konsolxaneyên Rûsyayê de li Yafa, Selanîkê û Smyrna (navê îro, Îzmîr) xebitiye. Ji sala 1848  heta sala 1866 an li Erziromê bûye konslê Rûsyayê.

Di salên 1853- 1856 de ketîye şerê Kirimê paşê disan vegerîya ye Erziromê, Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye bi vê munasebetê Li wir dostaniya wî bi  Melle Mehmûdê Bazîdî, Melle Mihemedê Miqsî, Melle Mûsayê Hekarî, Feyrûz Efendî, Ehmed xan û gelekî zanayên din yê Kurd re çê dibe, û mirov dikare bêje ev dibe sebebên ku wêjeya kurdî zengîntir dibe. Li ser adet çîrok û edebyata kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860’ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirın heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna alimê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bayezîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894’an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.

PS: nuha vaye tevaya koleksyonê hate çapkirin tişta ji nuha pêve bibe ewe ku êdî li ser wan berheman lekolîn bê kirin. wek mînak aliyên milli, teologî, felsefî yên van ulemayên Kurd ku berhemê wan di vê koleksyonê de heye, her weha çi transformasyona lîngivîstîk di Kurdî de ji 200 salî virde li ser asasê berhemên van ulamande çêbûye, fi helbedtê wan de poezî di çîrokê wan de Prosa û gelek lêkolînên din

 

fdgfdgfd.jpgkjhk.jpg

rupek-001.jpg

whatsapp-image-2026-05-05-at-10-51-17-3.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin