Şîretek ji Mele Hesenê Botî, derbarê Beşikçi û M. E. Bozarslan da! (I)
Siddik Bozarslan
Di meha hezîranê 1980yî da li navenda Batmanê, Mele Hesenê Botî, min û Şêxmûs Hemo vexwend mala xwe da ku em digel hev xwarina nîvro bixwin. Em mecbûr man pêşnîyaza Seyda qebûl bikin û bi meşê em çûn mala Seydayê Gorbihişt. Berîya ku em xwarina xwe temam bikin û ji ser sofreyê rabin, Seyda li ser mijarek dest bi axiftinê kir û ji me tika kir ku em baş guhdarîya wî bikin û qet pirsek jê nekin. Seydayê Gorbihişt ku hevalê xwendinê yê Seydayê Cigerxwîn bûye û wê demê derdora 80 salî xuya dikir, weha dest bi axiftinê kir:
“Xortino, baş guhdarîya min bikin. Ez dê ji we ra behsa du kesan bikim ku yek jê tirk e û yek jî kurd e. Ev du kesayet di nava civatên tirk û kurdan da kesayetên taybetî ne û zêde peyda nabin; heta mirov dikare bêje ku heta nûha di nava tirk û kurdan da kesên weha zana û zîrek hê nehatine dinyayê. Yek Xoşevîstê Îsmaîl Beşikçî ye û yê dî jî Seydayê Mehmed Emîn
Bozarslan e ku mamê Salim e. Ez bawer dikim ku we herduyan jî kitêbên Beşikçî û Seydayê Bozarslan xwendine. Dibe ku jibo Şêxmûs zehmet be ku bi tirkî bixwîne ji ber ku ew li Qamîşlo mezin bûye; lê Salim dikare jê ra behsa naverokên wan kitêban bike.
Seydayê Beşikçî ji ber nivîsîna Kitêbek li ser Eşîreke Kurdî, avêtin zindanê û cezayê razana zindanê dan pê. Eger efûya 74an nebûya, Xwedê zane belkî Beşikçi hê jî di zindanê da bûya. Axir xêra wê efûyê ew jê derket derve. Di navberê da 10 sal derbas bû; ez qet pênehesîyam ku qûlekî Xwedê yê tirk jî piştgirî jibo wî nîşan da. Adeta civata tirkan xwe ker kirine, çavên wan kor bûne û zimanên xwe jî biliandine, yanî hemî di carek da lal bûne. Ev rewşa vê civatê min pir ditirsîne ku rêvebirên vê civatê li ser me hukum dikin. Divê kurdên me yên zana, nivîskar, rojnamevan li Beşikçi xwedî derên, wî biparêzin û tenê nehêlin. Divê em wek alîyê kurdan ji bîr nekin ku em di gelek tiştan da deyndarê Seydayê Beşikçî ne. Ez duakar im ku Rejima Ankarayê tiştek neyîne serê wî hêjayî.
Rewşa Seydayê Bozarslan jî qet nebaş bû ku bi salan perîşan bûbû û baş e ku berîya kuştina xwe, ew revîyaye çûye gîhaye Swêdê. Bawer bikin em di rewşeke welê da ne ku îro ez û Seydayê Bozarslan li Sûka Batmanê bimeşin, hewqas pir ehmeqên me hene ku dikarin me herduyan jî bikujin. Li Stanbolê jî carek Trambêla MITê ajotîye ser Seyda ku wî bikujin, lê Seyda ferq dike û bi bazdanê xwe davêje ser kaldiriman. Ez pê hesîyame ku li Aşxaneya Deşta Fîsê (qasî 10 km ji Licê dûr e), du gundîyên ku şêxên Qulpê wan şandine da ku Seyda bidin ber kêran û bikujin. Li gora talîmatên şêx, ew her du gundî wek boksoran bera hev didin, dema seyda bikeve navbera wan, ew dê seyda bidin ber kêran û bikujin. Lê seyda tenê çend car li wan temaşe dike û xwarina xwe dixwe. Piştî ku ew her du gundî diwestin, yek ji yê dî ra dibêje” “welleh û billeh, seyda xwedîyê kerametan e, ew dizanibû dê çi bihata serê wî, loma ew neket navbera me. Me çi xwelî li serê xwe kir, hindik mabû em bibin murdarê wî ewlîyayî” Dema seyda ber bi otobusê ve dimeşe wek rêwîyên dî, ew du gundî dibezin pêşîya seyda û dixwazin dest û pîyên seyda maçi bikin. Dema seyda ji wan dipirse da ku çima wan şerê hev kirine; ew bi awireke fedîkar behsa xwe û talîmatên şêxê xwe kirine ku dê çi bianîyana serê seyda û dawa lêborînê ji seyda dikin. Seyda, şîretan li wan dike, wan efû dike û paşê wan rêdike hundûrê aşxanê ku xwarina xwe bixwin û bi otobusa ku ji Amedê tê bizivirn malên xwe. Bifikirin, Seyda li gora Îslamîyetê Kitêbek li ser Şêx û Axan nivîsîye, kurdên me yên bêmejî jî dixwazin wî bikujin. Hûn pê hesîyane, berîya ku ew kitêb were çapkirin, muftiyê Dîyarbekrê û gelek melayên nasên seyda soz dane pê ku piştgirîyê bikin; lê hemî di carek da fetil li xwe xistine û bûne neyarên seyda. Ma bêbextîyeke hewqas mezin dibe? Ka em çi xwelî li serê xwe kin?”
Ez bi vê minasebetê, bi rêzdarîyeke mezin Seydayê Mele Hesenê Botî bi bîrtînim û dibêjim, bila rihê Seydayê Gorbihişt di nava baxçeyê gulan da hêsa bibe. Xeyala Seyda jibo Damezrandina Dewleta Kurdistanê ya Serbixwe, hêdî hêdî dê were cî û ez hêvîdar im çend sal paşê ez û Şêxmûs, herin ser gora wî û mizgînîya Avabûna Kurdistanê bidin pê û ew dê li goristana gul û çîçekan, gelek kêfxweş bibe. Jibo rewşa paşdamayîna civata me ez jî dikarim notek li ser notên Seydayê Mele Hesenê Gorbihişt zêde bikim: