Bersiva Min ji Romannivîsê Laleş Qaso re
Konê Reş
Di roja 16/7/2025 de romannivîsê Kurd Laleş Qaso ev gotin bo min nivîsand:
(Ev jî xortaniya min û Konê Reş e.. Ez û Kon ji herdu rehan ve digihên hev. Kon li Binxetê û ez jî li Serxetê çêbûme. Lê ez ne ditebitîm, ez her li Binxetan û li vir û wir bûm! Kon îcar îro li Serxetê ez ê bi du ristan rewşê ji te re rave bikim, û tu jî ji hev vejenîne!
Ne ronîk bi şewq, ne rêberkî baş
Çarhawêr me hirç, wawîk, gur û wahş
Şev reş e tarî, em tev mane şaş
Heware hewar em dimrin belaş!
We got serxwebûn, em tev bûn dilxwaz
We got çekdarî, em bûn leşger, baz
Me kujt û wan kujt, xwîn bilind bû gaz
Heware hewar em dimrin belaş!).
Di roja 17/7/2025an de min ev bersiv lê vegerand:
Bersiva min ji romannivîsê Kurd (Laleş Qaso) re: Tevî ku bi tenê dor 3 km di navbera gundê min (Doda), li Binxetê û gundê te (Zorava), li Serxetê heye, lê me hev nedidît.. Xeta sînorê bi mayîn û têldrî ew derfet nedida ku em hev bibînin û nas bikin.. Me ji xizm û mirovan navê hev dibihîst.. Di sala 1980î de, bi qaçaxî hat Qamişlo, ji nû me hev dît.. Di wê hatinê de wî dîwana (Kîme Ez?), ya seydayê Cegerxwîn ji cem min bir û çû.. Paşê, me bihîst ku hatiye girtin û di zindana Diyarbekirê de tê êşkencekirin.. Û sal derbas dibûn.. Di sala 1988an de ez û herdû apên xwe, çûn Serxetê/ gundê Zorava, şûna xalê me Abdulkirîmê Qaso.. Di wê çûnê de, şerekî mezin li çiyayê Bagokê rûda û du kurxalên me ji mala Qaso hatin kuştin.. Jixwe ez qala Fêsel (Egît) û mêraniya wî nakim.. Hem jî çîroka kuştina wan xortên mala Qaso di keleha Şiqêfê de li başûrê Libnanê nabêjim.. Erê, sal derbas dibûn û Laleş di zindana Amedê de li berxwe dida.. Ji mêranî nediket.. Kul, êş û janên welatê xwe dadiqurtandin.. Piştî salên dirêj ji zindanê reha bû.. Di Swêdê re derket û dest bi hunandina kul û janên welat û welatiyên xwe kir.. Bi zimanê şivan û gavanên Bûblan û Omeriyan çîroka Zindana Diyarbekirê ji nifşên nûhatî re got.. Bersiva min jî wilo hat:
Zor e vejînim Şahidê rewşê!
Tu bû yê gerand govend li hewşê
Tu bû yê naskir xapa dîlanê
Tu bû yê danî salên zindanê
"Sê Şev û Sê Roj" xelas nabin kul
Bi hêvî me nû geş bibin sorgul..
Konê Reş/ Qamişlo