Serokên îstixbarata Sûrîyê û Tirkîyê Fîdan û Memlûk civîyan

Serokên îstixbarata Sûrîyê û Tirkîyê Fîdan û Memlûk civîyan

.

A+A-

Danûstandinên ewlehî yên di navbera Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Sûriyê û MÎTa Tirkiyê de berdewam in. Serokê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan û Rêveberê Ofîsa Asayişa Nîştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk li Moskowê bi awayekî nehînî civiyan.

Di raporeke medyaya Erebî de hatiye, di navbera herdu hikûmetên Şam û Enqerê de valahî berdewam e, Rûsya jî dixwaze çareser bike. Li gor raporê herî dawî Rêveberê Ofîsa Asayişa Nîştimanî ya Sûriyê, Elî Memlûk û Rêveberê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan li Moskow civiyane.

Li gorî raporeke medyayî, hin merc hene;  Şam daxwaza diyarkirina demekê ji bo vekişandina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê dike û Enqere jî li ser avakirin herêmên ewle rijd e. Rûsya jî li ser navbênkariya xwe ji bo pêkanîna hevahengiyekê di navbera Enqere û Şamê de berdewam e.

Girêdayî vê mijarê serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê Cîgirê Wezîrê Derve Beşar Ceiferî weke balyoz li Moskow erkdar kir.

Bi dirêjahiya şerê Sûriyê, Beşar Ceiferî weke nûnerê Sûriyê li Netweyên Yekbûyî serkêşiya civînên Encûmena Asayişê û pêvajoyên Cenêv û Astana dikir.

Her li gorî wê raporê, çendîn hevdîtinên veşartî li ser astên cûda di navbera Trkiyê û Sûriyê de li Laziqiyê, Tehran û Moskow hebûne.

Tê gotin ku di hevdîtinekê de, Memlûk ji Enqerê xwestiye ku pabendî lihevkirinên Soçî be û rêya di navbera Heleb û Laziqiyê veke û ji axa Sûriyê vekişe. Li  aliyê din Fîdan jî daxwaza alîkariyê kiriye li dijî PKKê û YPGê, û piştre ew yek bibe rêkkeftineke siyasî jî.

Mercên Sûriye û Tirkiyê bo asayîkirina peywendiyan

Ev demek e Tirkiyê dest bi hewla asayîkirina peywendiyên li gel Sûriyê kiriye. Destpêkê Wezîrê Derve yê Tirkiyê axaftinek li ser asayîkirina peywendiyan kiribû û bibû sedema karvedanên mezin, lê niha Serokomarê Tirkiyê bi awayeke aşkere behsa pêşdebirina peywendiyan kir û ragihand ku divê ew demildest li gel Sûriyê aştiyê dabîn bikin û divê pêngavên pêşdetir bavêjin. Hikûmeta Sûriyê jî helbet xwe bêdeng nekiriye û wan jî hinek daxwaziyên xwe hene ku li rêza yekê mijara Idlibê ye.

Ev çend roj in, çavkaniyên medya Tirkiyê behsa wê yekê dikin, eger heye herdû hikûmetên Tirkiye û Sûriyê peywendiyên xwe asayî bikin, lê bi gotina heman çavkaniyan her aliyek bo asayîkirina peywendiyan mercên wî hene, wata hikûmeta Şamê çi ji hikûmeta Enqere dixwaze û ya Enqere çi ji ya Şamê dixwaze.

-Hikûmeta Sûriye dixwaze parêzgeha Idlibê bi temamî lê vegere.

-Vegerandina Deriyên Keseb û Bab el-Hewa bo kontrola hikûmeta Sûriye.

-Vekirina tevgera bazirganiyê di navbera Şam û deriyê Cilvegozu yê Tirkiye.

-Kontrolkirina Rêya M4-Heseke-Dêre Zor-Heleb û Laziqiyê ji aliyê hikûmeta Sûriye ve.

-Piştîvanînekirina Tirkiye ji cezayên Ewropa-Amerîka dijî kompanya û bazirganên Sûriye.

Li aliyê din, hikûmeta Tirkiye çi ji hikûmeta Sûriye dixwaze bo asayîkirina peywendiyan.

-Nehiştina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bakur û bakurê rojhilatê Sûriye.

-Kontrolkirina navçeyên sînorî ji aliyê hêzên Sûriye li gel Tirkiye û nehiştina gefa terorê ji aliyê PKK-YPGê.

-Lihevkirin di navbera hikûmet û opozisyona Sûriye de di warên serbazî û siyasî de çêbibe.

-Êdî koçberên Sûrî bi aramî Vegerin welatê xwe, bi taybetî bo parêzgehên Şam, Heleb û Himsê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Sûriyê û lihevkirina bi hikûmeta Şamê re ragihand, “têkbirin an têknebirina Esed ji bona me pirsgirêk nîne” û got, “Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin.”

-Divê em li gel Sûriyê pêngavên pêşdetir bavêjin

-Di çarçoveya van pêngavan de em hêvîdar in gelek lîstokan li navçeyê xirab bikin

-Divê em vê yekê bizanibin û qebûl bikin ku di navbera dewletan de ti caran diyaloga siyasî û dîplomasî nabe bê qutkirin

-Danûstandin di navbera dewletan de çêdibin û divê bibin.

Li gor çavdêrên peywendîdar, bo asayîkirina peywendiyan di navbera Sûriye û Tirkiye de Rûsya roleke sereke dîtiye, ev jî bi armanca qayîmkirina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera Moscow û Enqere de, daku hikûmetên herdû welatan rewşa navxwe kontrol bikin, Rûsya bo derencamên şerê Ukraynayê û Tirkiye jî bo hilbijartinên Hezîrana 2023yê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin