Peymana Azerbeycan û Ermenistanê dê ji Kurdan re çi bîne?

Peymana Azerbeycan û Ermenistanê dê ji Kurdan re çi bîne?

.

A+A-

Peymana aştiyê ya dîrokî ya ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de hat îmzekirin û şerê 35 salan bi dawî kir, ji bo Kurdên li herêmê wekî nîşana destpêkeke nû tê dîtin.

Serokê Komeleya Kurdên Azerbeycanê Zabit Mamedov beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa Peymana Korîdora Zengezorê û rewşa Kurdên Qefqasyayê kir.

Şopên şer dê bên jêbirin

Zabit Mamedov bi bîr xist ku ji ber şerê bi salan gelek gundên Kurdan wekî kavilan lê hatine û diyar kir ku hêviya wan a sereke piştî peymanê ji nû ve avakirina van gundan e û got:

“Piştî peymana aştiyê, dibe gund ji nû ve bên avakirin. Xelk dê vegerin malên xwe û bi piştgiriya hikûmetê dê gund careke din zindî bibin.”

Mammadov da zanîn ku şer ne tenê gund, her wiha Kurdên li her du aliyên sînor jî ji hev qut kirine û wiha axivî:

“Bi salan e rê nehat dayîn ku Kurdên her du welatan bigihîjin hev. Bi saya vê rêkeftinê, malbat û dost dê careke din karibin bigihîjin hev.

Radyoyên Kurdî û navendên lêkolînê dê karibin hevkariyê bikin. Ev ji bo ziman, çand û dîroka me destkefteke bêhempa ye.”

"Rêya Trump dê refahê bîne herêmên Kurdan”

Korîdora stratejîk a ku yek ji xalên sereke yên peymanê ye û wekî "Rêya Trump" (TRIPP) tê binavkirin, ji ber ku di herêma Zengezorê re derbas dibe ku Kurd bi piranî lê dijîn, hêviya vejandineke aborî jî bi xwe re tîne.

Mammadov got, “Ev rê dê herêmên Kurdan ên Azerbaycanê bi Tirkiyeyê û ji wir jî bi Ewropayê ve girê bide.

Di warê aborî û bazirganiyê de bi taybetî ji bo karsazên Kurd derfeteke mezin e.

Hatûçûna di navbera Nexçewan û Azerbeycanê de dê di kêmtirî saetekê de pêk were.”

Piştgiriya herêmî û bandorên jeopolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo peymanê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Mammadov diyar kir ku peyama pîrozbahiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo wan girîng û cihê kêfxweşiyê ye.

Tê payîn ku korîdora ku dê di bin çavdêriya Amerîkayê û di çarçoveya yasayên Ermenistanê de bixebite, ne tenê di warê veguhestinê de, di heman demê de li ser hevsengiyên jeopolîtîk ên herêmê jî bibandor be.

Pispor balê dikişînin ku rêkeftin gaveke stratejîk e ku armanc jê kêmkirina bandora Rûsyayê ya li Qefqasya Başûr û zêdekirina karîgeriya Amerîkayê ye.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin