Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin

Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin

.

A+A-

Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Salîm Ensarîoglu li ser mijara hevdîtinên di navbera Hikûmeta Sûriye û Rêveberiya Xweserî ya Rojavayê Kurdistanê got, “Hevdîtinên aşitiyê yên Sûriyeyê bila li Tirkiyeyê bên kirin.

Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Salîm Ensarîoglu îro li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku mazûvaniya hevdîtinên navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike.

Mehmet Salîm Ensarîoglu amaje pê wê yekê kir ku Erdogan di gelek krîzan de roleke çareseriyê wergirtiye û dikare bo Sûriyeyê jî heman rolî bigire ser xwe.

Ensarîoglu wiha got:

“Em wekî Enqereyê di wê baweriyê de ne ku rola me ya di çareserkirina gelek krîzan de, dikare di çareserkirina nakokiyên birayên me yên Ereb û Kurd de jî bilize.

Ji bo ku birêvebirya Şamê û nûnerên Kurdan bi mazûvaniya Enqereyê li hev bicivin, şert û merc ji her demê zêdetir guncav in.

Qonaxa nû ya hevkêşeya tifaqa Tirk-Kurd-Ereb a ku Serokkomarê me bi feraseta xwe anîbû ziman, dê bi vî awayî pêkan bibe.

Şam û Qamişlo perçeyek ji dilê Enqereyê ne û rêya Tifaqa Qudsê jî di Enqereyê re derbas dibe.

Hikûmeta Sûriyeyê: Em tevlî dan û standinên li Parîsê nabin

Dihat plankirin ku bi navbeynkariya Fransayê li Parîsê di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hevdîtin bihata kirin.

Piştî ku li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” hat li darxistin, birêvebiriya Şamê ragihand ku ew dê tevlî hevdîtinên li Parisê nebin.

Hikûmeta Sûriyeyê li ser “Konferansa Yekhelwestiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê” daxuyanî da û got:

 “Hikûmet tekez dike ku vê kongreyê derbeyek li hewldanên dan û standinên heyî xist.

Li ser vê bingehê, em dê beşdarî ti civînên ku li Parîsê hatine plankirin nebin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin