
Neteweyên Yekbûyî: Lêkolîna li ser bûyera nexweşxaneya Siwêdayê berpirsyariya Şamê ye
.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku ew ji ber kuştina karmendekî tenduristiyê yê li Siwêdayê dilgiran in û xwest ku lêkolîneke temam û şefaf li ser bûyerê bê kirin û encamderên wê rûbirûyê karên yasayî bibin.
Roja yekşemê vîdeoyeke ku bi kameraya çavdêriyê ya nexweşxaneyekê hatibû tomarkirin, hat belavkirin û tê de xuya dike ku kesekî bi cilên leşkerî li nexweşxaneyeke Siwêdayê bi çekê karmendekî tenduristiyê dikuje.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re derbarê bûyerê got:
"Ew rapor cihê dilgiraniyê ye ku êrişên bi vî rengî û tundiyê wisa li nava nexweşxaneyekê li dijî karmendên tenduristiyê çêdibin."
Heman rojê, Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, "Em vî karî bi tundî şermezar dikin, em tekez dikin ku ew ser bi kîjan alî ve dibin bila bibin dê li gel encamderan lêpirsîn bê kirin û ew dê rûbirûyê yasaya bibin."
“Pêwîst e derbarê wan lêpirsîn bê kirin”
Stephane Dujarric amaje pê kir ku ew ji daxuyaniya serkirdayetiya Şamê agahdar in ku soza lêkolîneke temam li ser bûyerê daye û got:
"Em li benda encamên wan lêkolînan in. Her wiha, pêwîst e ew kes û aliyên ku di vîdeoyê de xuya dikin û berpirsiyar in, li gel wan lêpirsîn bê kirin."
“Ew berpirsyariya wan e”
Dujarric li ser pirseke din a Rûdawê ya derbarê pêwîstiya lêkolîneke navneteweyî de, tekezî li ser berpirsyariya hikûmeta Sûriyeyê kir û got:
"Em gavan yek bi yek biavêjin. Bila ew lêkolînê bikin çimkî ew berpirsyariya wan e û em bibînin ka dê encam çi bin."
Her wiha wî eşkere kir ku hikûmeta Şamê berpirsiyar e ji parastina silametî û ewlehiya hemû welatiyên xwe, bêyî ku li dîn, nijad an ti sedemeke din binêre.
Bajarê Siwêdayê di demên dawî de ji ber pevçûnên çekdarî û nearamiyê rastî aloziyan hatibû.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan berdewam hişyarî li ser tundiyên li Sûriyeyê û bandora wan a li ser xelkê sivîl didin.
13ê Tîrmehê şer di navbera çekdarên Durzî yên herêmê û eşirên Ereban de dest pê kiribû.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan di encamê de nêzîkî 1600 kes hatibûn kuştin ku piraniya wan welatiyên sivîl ên Durzî bûn.
Berpirsên Sûriyeyê ragihandibûn ku hêzên wan ji bo rawestandina pevçûnan destwerdan kiriye lê şahidhal, komên Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan wan bi piştgiriya Bedewiyan û pêkanîna binpêkariyan li dijî Durziyan tohmetbar dikin, di nav de kuştinên bê darizandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin