Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?

Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?

.

A+A-

Li Bexdayê, ne tenê gerdûna tozê ye ku asîmanê bajêr lal kiriye;  geryaneke siyasî rabûye û dibe ku ji bo dehsalên bê sîmaya Îraqê biguherîne.

Ji deriyên bajêr bigire heta salona parlamentoyê û kolanên Kerbelayê, pirsek li ser zimanê herkesî ye: Gelo dê yasaya Heşda Şebî were derbaskirin?

Ev yasaya ku aliyên Şîe wekî "garantiya mana dewletê" dibînin û dijberên wan wekî "avakirin dewletekê di nav dewletê de" bi nav dikin.

Li ser rêya Bexdayê, piştî Amirlî, dîmen ji ya ku tê dîtin mezintir e. Ciwanên Şîe bi cilên reş ber bi Kerbelayê ve diçin û artêşa Îraqê wan diparêze.

Di nava vî dîmenî de, alayên nû û mezin ên Heşda Şebî, alaya fermî ya Îraqê ya li ser humerên leşkerî xistine bin sîbera xwe. Ev dîmen wekî peyamekê ye ku êdî diyar e li Îraqê kî serdest e.

Li vir, li Parlamentoya Îraqê, hewa bi elektrîk e. Şer di navbera du eniyan de heye.

Eniyeke bi serkêşiya aliyên Şîe ye ku li ser derbaskirina yasayê rijd e û eniyeke din ku bi piştgiriya eşkere ya Amerîkayê dixwaze rê li ber bigire.

"Yasa dê li ser pozê Amerîkayê derbas bibe"

Serokê Frakisyona Sadiqunê Hebîb Helawî ku nûnertiya Esaîb Ehl El Heqê dike, bêyî ti şerm û fediyê gefan li Amerîkayê dixwe.

Hebîb Helawî got, "Em bûn yên ku Amerîka ji Îraqê derxist. Yasaya Heşda Şebî jî dê derbas bibe, li ser pozê Amerîkayê dê derbas bibe."

Dema pêşkêşkarê Rûdawê Hêvîdar Ehmed jê dipirse ka gelo Heşdî Şebî dewletek e di nav dewletê de ye, ew wiha bersivê dide, "Na, belkî dezgeheke leşkerî, ewlekarî û hewalgiriyê ya zelal e û fermanê ji serokwezîr werdigire."

Ev nêrîn ne tenê ya Helawî ye. Parlamenter û fermandarê berê yê Heşdê Mehdî Amirlî hişyarî da û got:

"Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî û bi hilweşandina hêzên milîs dest pê kir, Amerîka dixwaze wê li Îraqê ducare bike.

Eger Amerîkî biaqil bin, divê yasaya Heşdê biparêzin. "

Ji bo fêmkirina kûrahiya mebestan, Serokê Komîteya Asayîş û Parastina Heşda Şebî Ebû Kewser Mihemedawî jî got,"Baweriya me bi Amerîka û Îsraîlê nîne, metirsiyeke cidî li ser Şîeyan li Îraqê heye."

Dema jê tê pirsîn ka Heşda Şebî garantiya mana desthilata Şîeyan e, wî bi eşkereyî got, "Ez dibêjim Heşd garantiya rastîn a mana Hikûmeta Îraqê ye."

Ebû Ceifer Şebekî ku bi xwe fermandarekî payebilind ê Heşda Şebiyê bûye, Heşdê wekî hêzeke "îdeolojîk" bi nav dike û wê bi Pêşmergeyan Herêma Kurdistanê re berawird dike.

Ebû Ceifer Şebekî got, "Ez piştrast im ku eger hêza Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê nemîne, Herêma Kurdistanê dê bikeve nav pirsgirêkan.

Ji ber ku Pêşmerge hêzeke îdeolojîk e û baweriya wê bi doza Kurdî heye."

"Çekên di destê partiyan de li dijî demokrasiyê ne"

Li hemberî vê, dengên nerazî jî bi eşkereyî tên bihîstin. Parlamenterê Îraqê Dr. Musena Emîn, bê tirs dijberiya xwe ji projeyê re radigihîne.

Dr. Musena Emîn got,"Nabe ku ti pirsgirêka terorê bi pirsgirêkeke din çareser bikî. Pirsgirêk ew e ku çek bikeve destê kom, partî û kesên ne-dewletî."

Ew di wê baweriyê de ye ku ev yasa metirsî ye li ser "dewletbûn" û "demokrasiyê" û wê bi rewşa Pêşmergeyê partiyan re berawird dike.

Parlamenterê Kurd got, "Her çeka ku partiyek hikûm li ser wê bike, ew çek li dijî demokrasî û aramiyê ye."

Dr. Musena hişyariyê dide ku zerera vê yasayê ne niha lê piştî 10 salan dê xuya bibe.

Wî got, "Wê demê, Heşd dê efserên xwe perwerde bike, çekên giran bikire û bibe wekî artêşeke temam."

Dengê kolanên Kerbelayê

Li Kerbelayê ku dilê Şîegeriyê ye, kolan bi siyasetmedaran re hemfikir e.

Welatiyê bi navê Secad Mehmûd got, "Ewên ku daxwaza nemana Heşdê dikin zikreş in. Eger Heşd hebe, ti metirsî li ser Îraqê nîne."

Şervanekî Heşdê jî bi sadeyî got,"Em nahelin, ji ber ku ev îdeolojî ye. Tiştê ku Amerîka dibêje ji bo me ne girîng e."

"Dibe ku Îsraîl êrişî Îraqê bike"

Li ofîsa siyasî ya Esaîb Ehl El-Heqê Selam El Cezairî wêneyê mezin eşkere dike. Ew behsa peyameke mercîê bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî dike.

Selam El  Cezairî got,"Peyama Seyîd Sîstanî ew e ku tiştê ku di paşerojê de rûbirûyî Îraqê bibe, ji şerê DAIŞê gelekî metirsîdartir û dijwartir e."

Berpirsê Esaîb Ehl El Heqê di wê baweriyê de ye ku plangêriyek ji bo lêdana Îraqê heye û tekez dike piştî çend mehan Îsraîl xwe amade bike ji bo lêdana Îraqê, lewma naxwazin ezmûna Pasdarên Îranê li Îraqê ducare bibe.

Li herêmên Sinek û Şorceyê, di dilê Bexdayê de, xelk di şerê peydakirina debara xwe de ye, bêyî ku bizanibe şerê rastîn li holên parlamentoyê ye.

Şerekî ku dibe ku çarenivîsa dewlet û desthilatê li Îraqê ji bo dehsalên bê diyar bike.

Ewê ku bar hildigire û yê ku çek hildigire, çarenivîsa wan bi hev ve hatiye girêdan; çarenivîseke ku bi derbasbûna vê yasayê, dibe ku bibe Hikûmeta Heşdê li Îraqê.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin