
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
.
Yek ji rîspiyên Durziyên Siwêdayê Fehed Heyder, da zanîn ku parêzgeha wab nêzîkî mehekê ye di bin dorpêçê de ye.
Fehed Heyder bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên garantor kir ku ji bo çareserkirina krîzê bi lez tevbigerin.
Serkirdeyên Durziyan Heyder bû mêvanê Bultena Nûroj a Rûdawê û bersiv da pirsên Sîma Abxizirê.
Heyder diyar kir ku parêzgeh ev 30 roj in di bin dorpêçeke dijwar de ye û li gorî gotina wî, ev dorpêç ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye sepandin û alîkariyên ku têne şandin jî tên dizîn.
Li gorî gotina serkirdeyê Durziyan di çarçoveya dorpêçê de, rê li ber derbasbûna kelûpelên tenduristî, xwarin û dermanên penceşêrê tê girtin.
Her wiha elektrîk û avên Siwêdayê hatine birîn û kêmasiya sotemeniyê heye. Vê yekê zerereke mezin daye bi hezaran malbatan û rêjeya xizaniyê jî bilind bûye.
"Heta dorpêç ranebe, diyalog nabe"
Heyder di berdewamiyê jî de got,”Axaftina li ser civînên siyasî yên wekî civîna ku biryar e li Urdinê were lidarxistin, di dema ku dorpêç didome de bê wate ye.
Beriya her diyalog an civînekê divê pêngava yekem, rakirina dorpêça li ser Siwêdayê û vekirina korîdorên mirovî be. Her wiha û rêya Siwêda-Şamê jî bi lez divê were vekirin. “
Wî amaje pê kir ku li Siwêdayê gund hatine şewitandin û talankirin û çekdar agirbestê bin pê dikin.
Fehed Heyder da zanîn ku ew bi serkêşiya Şêx Hîkmet El Hicrî pêbendî agirbestê ne lê berdewamiya binpêkirinan û hebûna hêzan li gundan êş û azarên xelkê Siwêdayê zêdetir dike.
Serkirdeyê Durziyan destnîşan kir ku zêdetirî 10 hezar malbatên zererdîtî ji welatên garantor, Neteweyên Yekbûyî û di serî de ji Amerîkayê dixwazin ku zererên wan bên qerebûkirin û da ku vegerin malên xwe.
Fehed Heyder behsa bûyera li Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê jî kir û got:
“Endamên ewlehiyê û parastinê ketine nexweşxaneyê, heqaret li karmendên tenduristiyê kirine û yekî ji wan êrişî endezyar Mihemed Behses kiriye.
Ev binpêkirina mafên xelkê Siwêdayê ye. Gumana me ji lêpirsînan heye ew kesên ku ew suc kirine ew bi xwe lêpirsînê dikin."
Li gorî gotina Fehed Heyder alîkariyên ku xelkê Cermanayê bi rêya Heyva Sor kom kiribûn û ji Siwêdayê re şandibûn jî li Derayê hatine dizîn.
Fehed Heyder da zanîn ku armanca van zextan biçûkxistina xelkê Siwêdayê ye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin