Mistefa Hicrî: Derêxistina Mûsewiyan pêngavekî girîng û başe bi dijî terorîzma Komara Îslamî

Mistefa Hicrî: Derêxistina Mûsewiyan pêngavekî girîng û başe bi dijî terorîzma Komara Îslamî

.

A+A-

Sekirtêrî Giştiyê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina peyamekê, derêxistina Mûsewiyan ji zankoya “Prînston” a Amerîka bi pêngavekî girîng li dijî siyaseta tepeserî û terorîzma dewletiye Komara Îslamî hesiband.

Seyîd Husêyn Mûsewiyan, balyozê berê yê rêjîma Îranê li welatê Alman, yêk ji cîbicîkerê terora “Mîkonos”ê bû.

Deqa peyama rêzdar Mistefa Hicrî wiha ye:

Nûçeya derêxistina Seyîd Husêyn Mûsewiyan, balyozê berê yê rêjîma Îranê li welatê Alman û endamê berê yê tîma danûstandina navikî a komara îslamî, ji Zankoya “Prînston” a Amerîka cihê keyfxweşiyê ye.”

Mûsewiyan bo heyamê 15 salan wekî karnasê ewlehiya Rojhilata Navîn û siyaseta navikî, li bernameya ewlehî û zanista cîhanî de dixebitî û ev yêka jî bû sedemê nerizayetiya berdewam a xebatkarên siyasî û navendên mafê mirovî.

Mûsewiyan li dema terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Sekertêrê berê yê PDKÎ û hevalê wî de, balyozê komara îslamî li welatê Alman bû, navê Mûsewiyan hertim digel terorên derveyî welat de hatiye, bi curekê ku navbirî li terora 24 kes ji kesayetiyên dijberê rêjîmê li dehkên 60 û 70 yên Rojî de û yêk ji wan terora Dr. Şerefkendî û şanda pêre de dest hebûye.

Derêxistina Mûsewiyan pêngavekî girîng e li pêxema serxistina wan cehdane de ye ku li dijî siyaseta tepeserî û terorîzma komara îslamî de têne kirin.

Lewra tewî evê ku digel azadîxwazên Îranî û netewên dinê yên Îranê em pêşwaziyê ji wê pêngavê dikin, em spas û pêzanîna xwe jî bo wê cehd û kempêyna berdewam û 2 sale a rêkxistinkirî “yêkîtiya dijî berevankarên rêjîma îslamiya Îranê” û xebatkar û saziyên dinê ên mafê mirovî didne xûya. Em hivîdarin ev biryare destpêka qonaxekî nû a xebat li pêxema dawîpêanîn bi sazan û lihevkirina digel rêjîma komara îslamiya Îranê be.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Sekirtêrê Giştî

Mistefa Hicrî

11ê Tebax a 2025 an a Zayînî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin