
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Îzmîrê Konferansek Li Dar Xist
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk :‘’Em piştgirîya çek danînê dikin; lê pirsa gelê me bi hemwelatîya wekhev nayê çareser kirin’’
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 18.05.2025ê li bajarê Îzmîrê, lihola civînan ya TEPEKÛLEyê konferansek li dar xist.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên HAK-PAR, PSK, KED-DER, DSİP (Partîya Karkeran a Şoreşger a Sosyalîst), Komeleya Botanîyan, Komeleya Hezoyîyan, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî konferansê bûn.
Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun moderatorîya konferansê birevebir.
Di destpêkê de, bi sirûda neteweyî Ey Reqîb ê ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Paşê Kasim Ergun di debarê mijara konferansê û pêvajoya heyî de kurte axaftinek kir.
Piştî axaftina Kasim Ergun Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk dest bi axaftina xwe kir.
Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de, di derbarê pêvajoya damezrandina PWKyê, bîr û rayên PWKyê yên ku li ser çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê, naveroka têkoşîna kurdên li metropolên Tirkîyeyê dijîn, nasname û xisûsîyeta PWKyê, doza girtinê ya li PWKyê hatîye vekirin, sîyaseta PWKyê ya di derbarê tifaqên neteweyî demokratîk, koordînasyona di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, agahdarîyên berfireh da.
Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk di derbarê pêvajoya ku bi banga Dewlet Bahçelî û banga Ocalan destpê bû û bi biryara kongreya PKKyê ya fesih kirin û çek danîna PKKyê berdewam kir de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Mustafa Ozçelîk got ‘’Ji ber ku zemîna şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê nemaye û çalakîyên PKKyê yên çekdarî nuha zerarê dide xebata gelê me ya sîyasî, sivîl, demokratîk, em piştgirîya çek danîna PKKyê dikin. Îhtîmala ku pêvajoya çek danîn û fesih kirina PKKyê, rê ji azadîya girtîyan re veke, rê ji vegere gerîlayên PKKyê re veke, helbete ku dê cîhê dilxweşîyê be. Lê belê, pirsa kurd û Kurdistanê, bi van gavan çareser nabe û ev pirs ne pirsa hemwelatîya wekhev e, ne pirsa cimhûrîyeta demokratîk, welatê hevbeş, netewa demokratîk e; pirsa mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd e, pirsa li ser axa Kurdistanê xwe îdare kirina miletê Kurd e û gelê Kurdistanê ye, pirsa statuyeke sîyasî, milî, cografî ya li Kurdistanê ye. Em di wê bawerîyê de ne ku, ew gotina ku Ocalan dibêje ‘Daxwazên kulturalîst jî ne li gorî rastîya sosyolojîk û dîrokî ye’, ji alîyê tu netewperweran, tu welatperweran, tu kesê ku mafê ziman û kulturî diparê ze, ji alîyê potansîyela berfireh ya PKK û DEM Partiyê û bi giştî ji alîyê miletê Kurd ve nayê pejirandin’’.
Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser girîngîya hevkarî û tifaqa neteweyî, demokratîk li Bakurê Kurdistanê û weha got ‘’Bi ya me, heger heta îro di navbera alîyên neteweyî, demokratîk de hevkarîyek hatibûya ava kirin, îro, piştî ku ev pêvajoya fesih kirin û çek danîna PKKyê hatîye holê, dê gelê me bi vî rengê heyî mehkûmî sîyaseta xelet ya PKK û Ocalanî û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê nebûya. Lê, îro jî ne dereng e û divê demildest em di vê derbarê de gavekê bavêjin. Ev wazîfe û berpirsyarîyeke dîrokî û neteweyî ye.
Mustafa Ozçelîk di derbarê şêweya birêvebirina vê pêvajoya dawî de jî weha got ‘’Helbete normal e ku pirsa çek danîna PKKyê, di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Ocalan û PKKyê de bê guftûgo kirin. Lê nabe ku çareserîya pirsa 30 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, bi awayekî veşartî, neşefaf di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Ocalan, PKK û DEM Partîyê de bê meşandin. Divê hemû partî û alîyên sîyasî û dezgehên sivîl ên kurdan û kesayetên qebûlbar ên di civata Kurdistanê de li ser daxwazên acîl ên kurdan Alîyê Kurdî ava bikin û bi vê yekgirtinê bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê.
Herweha em wek PWK, ji derveyî DEM Partî û HUDAPARê, bangî hemû partî û alîyên sîyasî yên neteweyî, demokratîk yên Bakurê Kurdistanê dikin da ku werin em li ser bernameyeke ku statuyeke sîyasî, milî, cografîk û daxwazên acîl ên miletê Kurd bi hev re bihûne, hevkarîya xwe ava bikin’’.
Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de, piştgirîya PWKyê ya li konferansa bi beşdarîya hemû partîyê kurdan, degehên sivîl û kesayetan li Qamişloyê li dar ketibû anî zimên û got ‘’Bernameya sîyasî ya ku ku di konferansê de hatîye pejirandin li gel hinek kêmasîyên xwe ve jî, bi giştî daxwzên milî, demokratîk ên miletê Kurd îfade dike, naverokeke xwe ya baş û maqûl heye. Biryara konferansê ya ku ava kirina heyeteke hevbeş ya ku di danûstendinên bi Şamê re nûneratîya miletê Kurd bike, biryareke girîng, neteweyî û dîrokî ye. Em hêvî dikin ku dê ew biryarên konferansê bêne bicîh anîn û ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re rêya bidest xistina mafên neteweyî demokratîk, rêya statuyeke sîyasî, milî, cografîk vebe’’.
Mustafa Ozçelîk di derbarê pêşhateyên li Başûrê Kurdistanê de jî hinek agahdarî da û got ‘’ Daxwaz û hêvîya me ewe ku, li Başûrê Kurdistanê li ser esasê bernameyeke neteweyî, niştimanî, îdareyeke yekgirtî ya ku hêza pêşmerge, aborî, ewlekarî, dîplomasî yê bike yek bê ava kirin û weke nûnerê gelê Kurdistanê li gel Bexdayê û hemû dewletên cîhanê bibe mixetab. Em hêvî dikin ku di demeke herî kurt de, madeya 140î bê bicîh anîn û herêmên dagirkirî yên başûrê Kurdistanê vegere ser îdreye Herêma Kurdistanê’’.
Mustafa Ozçelîk, di dawîya axaftina xwe de, bal kişand ser pêşhateyên li Rojhilata Navîn yên vê dawîyê û got ‘’Pêşhateyên ku bi şerê Îsraîlê û Hamas, Hizbûllah, Îranê rûdane, dikare gelek firsendên mezin bîne ber derîyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî. Destpêka serkeftinê jî yekrêzî û hevkarîya nav mala kurd e. Em hêvî dikin ku partîyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê di dmeke herî nêz de hevkarîya xwe ava bikin û ji guheritnên li pêş me ne xwe amade bikin’’.
Konferans ji du beşan pêk hat. Di beşa yekem de Mustafa Ozçelîk axaft. Mustafa Ozçelîk axaftina xwe bi kurdî kir. Paşê jî ji bo beşdarên ku bi kurdî nizanin, bi tirkî jî bi eynî naverokê axaftinek kir. Di beşa duyem de jî hinek beşdaran bîr û rayên xwe anîn zimên, hinek beşdaran jî beşdaran pirsên xwe kirin û Mustafa Ozçelîk jî bersîva van pirsan da.
Mustafa Ozçelîk di beşa bersivandina pirsan de, nêrînên PWKyê yên di derbarê peywendîyên pirsa Kurdistanê û têkoşîna demokrasîyê ya li Tirkîyeyê, pirsa hilbijartinan, girîngîya peywendîyên kurdan ên li gel dewletên mezin, girîngîya axaftin û fêrbûna zimanê kurdî de anî zimên.
Konferans bi asta beşdarîyê, bi naveroka axaftina konferansê û bi pirs û gotarên beşdaran ve bi awayekî berhemdar û serkeftî bi dawî hat.
19.05.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin