Serok Barzanî û Mistefa Kazimî civiyan

Serok Barzanî û Mistefa Kazimî civiyan

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li Selahedîn a Hewlêrê civiyan û teqezî li ser giringiya piştgîriya li ser diyaloga navbera aliyên siyasî kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Duşemê 3ê Cotmeha 2022an ji bo beşdarbûna merasîma salvegera koça dawî ya Celal Talebanî/Mam Celal hate Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin û ji bo ku bi Serok Mesûd Barzanî re bicive çû Selahedînê.

Baregaha Barzanî îro Duşemê 3ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, “Serok Barzanî îro li Selahedînê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.”

Baregaha Barzanî got, “Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên vê proseyê hat axivîn. Her wiha bal hat kişandin ser giringiya piştgiriya diyaloga navbera aliyên siyasî û ji hev fêmkirinê.”

Hat ragihandin ku di beşeke din a civînê de, behsa pirsgirêkên ewlekarî û hemahengiya hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybetî şerê terorîstan û dabînkirina aramiyê hate kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twitterê ragihand ku di civînê de li ser girîngiya piştgîriya li ser diyaloga nîştimanî di navbera hemû aliyên siyasî de ji bo derbaskirina xitimîna siyasî ku bandor li ser rewşa giştî ya Iraqê kiriye û metirsiya têkçûna aramiyê dike, hat gotûbêjkirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got, “Di civînê de her du aliyan teqezî li ser berdewamiya hemahengiya hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser çend mijaran kirin ku ji wan şerê terorîstan û berdewamiya destdirêjiya li ser xaka Iraqê û nehîştina kar û çalakiyan ji nav axa Iraqê.”

Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî civiyan û her du alî li ser wê yekê hemfikr bûn ku berjewendiyên welatiyan hemû aliyan û mafên wan ên destûrî li seranserê welat û Herêma Kurdistanê jî di nav de divê karê sereke be.

Hat diyarkirin ku di civînê de pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de jî hatin gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser berdewamiya diyalogê kirin ji bo derbaskirina astengan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin