
Serhad Bapîr: “Mafê Şeva Pêşî” û Sahneya Dawî ya vê Çîrokê -2
.
Liv û pratîka dewleta Ermenistanê ya van 30 salên dawî bi me eşkere dike ku, Ermenî jî wekî Tirkan dixwazin zirarê bigihînin Kurdan û li jorê min got ku xwiya dike ku Ermenî jî dixwazin di nav vê “Peymana Tirkbûnê” da cîyê xwe bigrin: Di despêka salên 1990an da, Ermenistanê di pêvajoya şerê Qerebaxê da, bi tehdîta “Ku wun ji vir neçin em ê ew tiştê ku me anî serê Azerîyan (kuştin, talan, tecawuz û hwd.) em ê bînin serê we jî” û bi ûltîmatona 1 rojî, berî 20 hezar Kurdên misilman yên Ermenistanê dan û ewan ji Ermenistanê derxist, ew Kurdên ku en hindik hezar sal bûn ku li vê herema Qafqasê dijîyan. Divê were gotin ku di pêvajoya şerê Qerebaxê da Azerîyan jî kuştin, talan, tecawuz û hwd.î anîbûn serê Ermenîyên Azerbeycanê. Şer, şerê Ermenistan û Azerbeycanê bû, lê Kurd di navbera van her du dewletan da mehf bûn. Ermenistanê her wusa di heman demî da herema Kurdistana Sor ya Azerbaycanê dagir kir û li wê derê yek Kurdî jî nehişt. Paşê jî Ermenîyan bir li ser mal û milkên Kurdan bicihkir. Divê li vir were gotin ku em Kurdên ku bi pêvajoya “Radya Yêrîvanê û serdema Sovyetê ya Ermenistanê” efsûnbûyî, bi derengî bi vê bêbextîya dewleta Ermenistanê hisîyan û hin Kurd hene ku hê jî pê nehisîyane.
Û dema ku Ermenistan di şerê sala 2020a, yê bi Azerbeycanê ra şikest û ji herema Kurdistana Sor paş va kişîya, hingê jî mal û milkê Kurdan dan ber agir û şewitandin. Niha rewşa Qerebaxê dîsa bûye wek ya berîya şerê 1988-1994a. Qerebax dîsa di nav Azerbeydanê da heremekî otonom e û bi korîdora Laçînê bi Ermenistanê va tê girêdanê. Lê rewşa Kurdên Ermenistanê û ya herema Kurdistana Sor ne wekî berîya şerê Qerebaxê ye. Kurd ku bê dewlet û bê pişt in, di nav vê pêvajoyê da miletê ku herî zêde zîyanê dîtin, ew bûn.
Hejarê Şamil’ê hêja, ku mala bavê wî di nava vî şerî da mabû, di nivîsa xwe ya bi navê “Hirant, xwîna te pere kir, xwîna Kurda pênç quriş nake” da ( 19.01.2014) wusa behsa vê pêvajoyê dike:
“Mala bavê min li Qerebaxê ye (li Kurdistana Sor), artêşa Ermenîya di 1993ya da, bi topan êrîşî ser nava mala Şamil Esgerov’ê sembola Kurdayetîyê kir. Heta niha min vê yekê qet nekir mesele. Min ji xwe ra got ku, yê ku di nava şerê Ermenî û Azerîyan da ma, belasebep (çemûçem) diçe. Hirant, gelo tu dizanî çi li zora min diçe? Piranîya wan kesên ku di şerê Qerebaxê da mirin Kurd bûn, lê navê şer, şerê Ermenî û Azerîya e. Ev yek li zora min diçe. Lewra xwîna Kurdan ji avê jî erzantir e.” Binêre: malpera kaypakkayahaber.com Gihîştin 29.06.2021)
Em dizanin ku di salên 1937 û 1944a da jî, dîsa 40 hezar Kurdên misilman ji Ermenistanê alîyê dîktator Stalîn va hatibûn nefîkirin ji bo Qazakîstanê û Kirgizîstanê. Ev sirgûn, di nava zivistanê da û bi trênên barkêş pêk hatibûn ku rêwitî 2-3 meh diajot, bi sedan Kurd di van vagonên gor da, ji sermayê, ji birçibûnê, ji tunebûna tualetê û hwd. miribûn. Piştî mirina Stalîn, gelek miletên nefîbûyî dîsa vegerîyan ser cî û warên xwe, lê hingê komara sosyalîst ya Ermenistanê destûr neda ku ev Kurdên nefîbûyî dîsa vegerin ser cî û warên xwe. Ermenistanê polîtîkaya “paqijkirina netewî” di dema sosyalîzmê û her wusa jî piştî sosyalîzmê li himber Kurdan pêkanî.
Piştî şerê Qerebaxê yê pêşi, Kurdên ku li Ermenistanê mabûn tenê Kurdên Êzidî bûn, ê ji bo wan jî polîtîkaya Ermenistanê ev bûya: “Êzidî ne Kurd in, miletekî din in, zimanê Êzidîya jî ne zimanê kurdî ye, ew zimanê “êzidkî” ye.” Em dizanin ku akademîsyenên Ermenî dixwazin bidin îspatkirin ku Kurdên Elewî – Rêya Heq û yên Kird – Zaza jî ne Kurd in. Ji alîyê dî va, Ermenîstanê jî dest bi talankirina muzîka kurdî kirîye. Di vê derbarê da Aslîka Qadir wusa dibêje: “Rast e, stiranên kurdî ji alîyê dengbêjên ermenîyan jî têne talankirin, xwesma ji alîyê koma `Akûnk`ê” û mînakên gelek sitranên kurdî dide ku hatine dizîn. Binêre: Malpera Ria Taza (Gihîştin 29.06.2021). Li Ermenistanê her tiştê ku Kurdan eleqeder dike tê guhertin û revîze kirin. Ermenî, di dijminatîya xwe ya li himberê Kurdan da, bi vê pratîka xwe bi Tirkan ra ketine nav reqabetê.
Di warê mafên netewî yên miletên piçûk da, divê meriv dewleta Ermenistanê û başûrê Kurdistanê dane ber hev û muqayese bike. Di nav van 30 salên dawî da Kurdan di vî warî da pratîkekî gelek baş nîşandan û Ermenîyan jî, Ermenistanê ji miletên din “paqijkir”. Tenê Kurdên Êzidî hişt û dubendîyê xist navbera wan. Got ku “Êzidî ne Kurd in” û zimanê wan jî ne kurdî ye, lê “êzidkî ye” û bi vî awayî van Kurdan jî ji xwe ra kir wek hammadde an jî “xwurek”.
Ronakbîrên Kurdên Êzidî li Ermenistanê vê polîtîkayê qebûl nekirin û nebûn perçeyekî vê polîtîkaya dijminatîya li himberê Kurdan. Lê dewleta Ermenistanê bi terora dewletî çavê Kurdan tirsand. Wek mînak, ronakbîr, nivîskar, helbestvan û dixtorê navdar Sehîdê Îbo (1924-1991) ji alîyê “qesasên nenas” va hate kuştin û her wusa gelekên din jî hatin hatin kuştin û brîndarkirin. Nivîskar, hunermend û rokarbîrên Kurdan ji ber tehdît û terora dewleta Ermenistanê, ji Ermenistanê revîyan û li her derê cîhanê belavbûn. Li Ermenistanê ew îmkanên dewletî yên ku heta hingê para Kurdan bûn hatin birrîn. Ew Kurdên ku di bin vê terorê da man û ji tirsa gotin ku “em ne Kurd in, em Êzidî ne” jî, bûn “hammaddeya” ji bo Ermenîtîyê. Di vê şerê dawî yê Qerebaxê da, me dît ku çewa Ermenîyan mêrên van Kurdên Êzidî dan berevkirinê û berê wan da enîya şerê Qerebaxê.
Rojhilatzan û hunermenda me ya hêja Aslîka Qadir vê serdemê ji lêkolîner û helbestvana hêja Evîn Çîçek’ê ra wusa behs dike: “Îdêolojya Panturkîzmê bûye dînê dewleta Tirkîyê. «Ulmdarên» wan ajotîne ser şovenîzma bê sînor ji bo ku tiştine derew bikine dîrokê, wek, xwedêgiravî, Kurd Tirkên serê çiya ne...
Eynî tişt li Ermenistanê jî çêbû. Di destpêka sedsala 21a da, li welatê Ermenîyan da miletekî bi navê « Êzdî », çewa zarokek, hate dınyayê, navika wê jî Lêvon Têr-Pêtrosyan bi xwe birrî. Dû ra, bi resmî, ser hîmê dewletê « Êzdî » îlan kirin, çawa ew miletekî ne Kurd...
Di temamîya dîroka miletan da civak bi ronakbîrên xwe va dimeşe, lê li vir berovajî bû. Di nava vê tevlihevbûnê da çend ronakbîrên me hatin kuştin. Yek ji wan Sehîdê Îbo bû. Ew camêr: zanyar, doktor, professorê nexweşîyên zarokan bû. Sêrî da buxdan/îftîra lê kirin. Gotin ku Xwedê giravî, ew derzîyan li zarokên Ermenîya dixe, da ku zirûyet ji wan ra çênebe!
Ermenîyên har bûyî ji Kurda ra didan xebera, kifirî/zîf dikirin. Wê demê komunîst sist bibûn, lê hê neketibûn. Wana dît, ku şerekî giran wê derkeve holê, Sehîdê Îbo derxistin têlêvîzyonê. Paşê milet fehm kir ku, ev hemu tişt endamên THE (Tevgera Hevmiletîya Ermenîya) ber xwe derxistine/derew/vir kirine.
Niha Ermenî dibêjin ku “Me paqişî kir. Ermenistan %99,9 Ermenî ye.” Kurdên ku mane jî newêrin, nikarin bibên ku “Em Kurd in.” Ew mecbûr in bibên ku «Em Êzdîne, zimanê me Êzdîkî ye.» Ku wer nebên mafê jîyanê tunne. Yên ku negotin yan hatin kuştin yan jî Êrmenîstan terk kirin.
Gava Têr-Pêtrosyan hate ser hukum, derxistina miletên biçuk ji Ermenistanê wek serkeftineke mezin nîşan da û got: “Me di wextekî kin da karekî usa kir ku, yên pêşîya me di 75 salan da nikaribûn bikirana… Me miletên ne Ermen ji nav xa derxistin, ku paşê dikaribûn bibûna bela serê me.»” Facebook 24-01-2021
Van gotinên Aslîka Qadirê, gotinên nivîskar û rojnamevanê hêja Cemîl Turan Bazidî anî bîra min, wusa ji min ra gotibû: “Berî çend salan, li başûrê Kurdistanê, ez çûbûm ji bo serlêdana Laleşa pîroz. Li wir ez leqayê 2 xortên Kurdên Êzidî hatim ku ji Ermenistanê hatibûn. Me hinek xeberda, ji ber ku ez ji Bazîdê me, me behsa eşîr û gundên hev kir. Di eşîr û gundan da em nasî hev derketin. Piştî ku hinek bawerîya wan bi min çêbû, wan xortan ji min ra gotin ku `Li Ermenistanê em newêrin bêjin ku em Kurd in, ku em bêjin ku em Kurd in, wê me bikujin`.”
Dîsa Aslîka Qadir di 9-11-2018a da li ser Facebookê ji me ra wusa dibêje:
“Îro, 9-11- 2018 zankoya dewletê, ya Yerêvanê 50 salîya salvegera fakultêya rojhilatzanîyê pîroz kir. Ji sala 1968-an vir da sê zimanên serekê fêrî teleban dikirin, ew zimanan evana bûn: Erebî, farsî û tirkî. Dûra beşa zimanê kurdî jî lê zêde bû.
Tê zanîn, ku zimanê kurdî mêjda hatye rakirin û niha zimanên talîşî û tirkya osmanî lê hatine zêdekirin.
Ez divêjim, hukumeta Ermenistanê usa kirye, ku navê "kurd", "Kurdistan" li tu cî, li Ermenistanê, neyê bikar anîn...”
Kurd û Ermenî bi hezaran salan li kêleka hev wek cîran jîyane, lê xwiya dike ku tu derdekî dewleta Ermenistanê tuneye ku di zanîngehên wê da, zimanê kurdî, dîrok û kultura kurdî were xwendinê. Ev 150 sal in ku Ermenî Kurdan û Kurdistanê her bay-pas dikin, tenê di serdema Sovyetê da, dewleta Sovyetê rolekî ji bo weşan û perwerdeya bi zimanê kurdî dabû Ermenistanê. Sovyet hilweşîya, ew rol jî nema!
Rojnamevanê emekdar Prîskê Mihoyî di 28-01-2021 da li ser Facebookê wusa dinivîse: “...Kê çi dixweze, bila bêje. Gava Sovîyêt xirab bû, mala me jî pêra.
Mixabin, îro civaka me ya li Ermenîstanê betreng û xirab bûye, kevirek li ser kevirekî nemaye… Îro ne şanoya gelêrî ya gundê Elegezê heye, ne komên kilam û reqasê, ne şêwra rewşenbîrên kurda, ne para nîvîskarên kurda, ne para kurdî ya Akadêmîya zanîstîyê, ne dibistanên gundan, ne pirtûkên dersan, ne şêwra xwendekaran, ne akil û sewta kurmancî…”
Me behsa kuştina Sehîdê Îbo kir. Dewleta Ermenistanê ku berpirsîyara vê kuştinê bû, faîlê vê kuştinê peyda nekir. Bê guman ev kuştin, ew kuştinên “faîlên wan ne dîyar” yên 17 hezar Kurdên bakûrê kurdistanê û Tirkîyê tîne bîra meriv. Li paytext Yêrîvanê da bi dehhezaran Ermenî berev nebûn û vê kuştinê protesto nekirin û negotin “Em hemû Kurd in”. Erê, kuştina Hrant Dink hate bîra we newsa? Wusa ye. Danberhev ango muqayesekirina tiştên ku dişibin hev, fêhm û zanîna meriv berfiretir dike.
De ka em hinekî Sehîdê Îbo û Hrant Dink û bi bêbextî kuştinên wan her du yan danin ber hev: Sehîdo îbo yek ji stûnên herî giring yê Kurdayetîyê bû li Ermenistanê. Ew nivîskar, werger, helbestvan û profesorê pedîyatrîkê bû, ew di sala 1971a da dibe serokê beşa pedîyatrîk ya Enstîtûya Bijîşkî ya Yêrîvanê. Ew endemê gelek rêxistînên bijîjkî yên navnetewî bû. Gelek pirtûkên S. Îbo yên li ser bijîşkîyê hene ku hin ji wana bi zimanê kurdî ne û hinên din jî pirtûkên dersê bûn (bi zimanê ermenî) di Enstîtûya Bijîşkî ya Yerîvanê da. Ewî derdora 100 pirtûkan nivîsîye. Ew xwedîyê çar dîwanên helbestan e (Qurna min, 1963. Bîst salê dinê, 1970. Sînem, 1975. Azadî 1988), pirtûkekê serpêhatîyan ya kurteçîrok (Duryan 1966) û romanekî (Kurdê Rêwî, 1979) e. S. Îbo gelek pirtûkên nivîskarên Ermenî û Rus jî wergerand ser zimanê kurdî. Ew di nav Kurdên Ermenistanê û Gurcistanê da gelek navdar bû.
Sehîdê Îbo di helbesteka xwe da, li ser hêvîya xwe ya ji bo siberoja Kurdistanê wusa dibêje:
...
Sehîd, bira, xema neke
Xewna te xweş wê bê sêrî,
Ber dêriye roja rengîn,
Kurdistanê rabe ser zîn
...
Sehîdê Îbo di 17.12.1991a da, li Yêrîvanê, di nava Enstîtûya Bijîşkî ya Dewletê da, bi guleyên çêkên dengbirr ku ji paş va li serê wî dan, hate kuştin.
Dema ku Sehîdê Îbo gundê Êrasxahûnê li axê hate sipartin bi hezaran Kurd ji Ermenistanê û ji Gurcistanê û hin Ermenî li wir hazir bûn. Serokê Enstîtûya Yêrîvanê Vîlên Hakopyan got ku “Eybekî gelek mezin e ku mirovekî hêja yê wekî Sehîdê Îbo li ser axa Ermenistanê tê kuştin.” Piştî axaftina wî, nivîskar û helbestvanên Kurd (Fêrîkê Ûsiv, Karlênê Çaçanî, Wezîrê Eşo û Çerkezê Reş ) axivîn û bi xwendina helbestên xwe, xatirê xwe jê xwestin.
Nivîskar û helbestvanê hêja Eskerê Boyik di helbesteka xwe ya li ser kuştina Sehîdê Îbo da wusa dibêje:
.....
Derba nemerd em hejandin
Rem û îsaf kuda çûne?
Derba giran zef li jor ket
Dara bilind me hat xarê,
Çiyakî gewre me unda kir
Pirr giran e derd vê carê
.....
Hin haydarîyên jorê yên li ser Sehîdê Îbo ji vê malperê hatîne girtin: dirokakurdistan.com (Gihîştin 27.06.2021).
Rojhilatzan û hunermend Aslîka Qadir ji bo Sehîdê Îbo wusa dibêje: “Ew Kurd û Kurdperwerekî bêhempa bû, loma ew bû nêçîra nijadperestên Ermenîya.
Sehîdê Îbo ji bo me welatekî biçûk bû, me şanazî pê dikir û bi wî serbilind bûn.
Ew kuştin û pişta Kurdên Ermenistanê jî şikandin, wekî tirsê bikin dilê me û em Ermenistanê bi cî bihêlin. Ermenistan welatekî piçûk e, çira gelo kujerên wî nedîtin?
Ji ber ku kujer dewleta Ermenîya bi xwe bû. ”
Her wusa ji bo bêhaydarî û bêxemîya Kurdên bakûrê Kurdistanê li ser kuştina Sehîdê Îbo jî wusa dibêje: “Pir xemgîn im, weki Kurdên bakûr, teybetî yên çep, Hrant Dink bi bîr tînin, lê Sehîdê Îbo, Dr. Profesorê pediyatrîkê, xudanê dehan xebatén zanistî, helbestvan, kurdperwerê bê hempa nas nakin. Heta kengê ev psîkolojîya qultiyê (koletîyê S.B.) wê cem Kurda berdewam be? H. Dink qet nabe qilîçka Sehîdê Îbo. Xwelîserno, dijminên xwe hiz nekin, Ermenîya çi anin serê Kurdan, hê jî hun divêjin "Em bira ne". Ermenîya Sehîdê Îbo kuşt û Kurd jî ji nav xwe derxistin, hey bêxîretno, hişyar bin.”
Ev dîtinên rast yên Aslîka Qadir, hin gotinên Evîn Çîçek tînin bîra meriv, wusa dibêje Evîn xanim: “Ji ber ku Kurd hêstirên xwe di ber xelkên din da dibarînin, ji bo wan hêstirê wan namîne.”
Bê guman Sehîdê Îbo kesayetîyekî gelek mezin bû. Wek mînak, ku em bi Kurdên bakûrê Kurdistanê ra muqeseye bikin, heta niha kêm kes di dereceya wî da derketine. Haya Kurdan zêde ji Sehîdê Îbo tuneye, ku li ba me Kurdan fehm û hizra netewî geş bûya, hingê, em wan hemû xusûsîyetîyên wî yên din danin alîkî, ku Sehîdê Îbo tenê xwedîyê yek helbestî bûya jî û tenê ji bo xatirê vê helbesta wî ya bi navê “Xwezî dîsa zar bûma” be jî (ku Paşayê Efo muzîka wê çêkir, kir sitran û paşê jî Aramê Tîgran xwend), divîyabû ku ev bêbextîya ku li wî hatiye kirin me bizanibûya û ew her di bîra me da bûya.
Şoreş Bladhedê li ser hevnasîna xwe û Sehîdê Îbo da wusa dibêje: “Di payîza 1987 an de me komek tercûmanê Kurd li ser xebata termolojîyên bijîşkî serdana Eriwanê kir. Dr. Sehîd dersdarê me bû. Dema min Alaya Rengîn dîyarê Dr. Sehîd kir wî berê xwe da Çîyayê Agirî û sê caran ew Alaya Pîroz ramûsand û hêsir ji çavan barî û got ew dîyariyek hêja ye ji bo min!”
Helbestvana hêja Gohar Mamo wusa dibêje: “Navderê me qedirgiran Sehîdê Îbo pir zane, kurdperwar û welathiz bû, rewşembîreke navdar bû, nimûneke mezin bo hemî Kurd û Kurdistan, profêsoreke hêja nav hemî Sovyêta berê. Hilbet Ermenî jî dizanibûn kê ji bo çi dikujin. Berî kujtina wî, jê ra nameyên bêhurmet dişandin, ji bo ew ji karê xwe dest berde û ji Ermenîstanê derkeve. Wê demê usa jî bo hemî miletên mayîn, ser dîwarên navbajêr dinivîsîn: “Ermenistan tenê bo Ermenîyan e”. Mixabin ez ew dem qe jibîrnakim. Me qe çi dît û çi ne dît, lema jî milet dero-der bû ji Ermenîstanê. Lê em navderê xwe yê qedirgiran Sehîdê Îbo jibîrnakin, sed heyfa wî.”
Hejarê Şamil di nivîsa xwe ya bi navê “Hirant, xwîna te pere kir, xwîna Kurda pênç quriş nake” da ( 19.01.2014) li ser kuştina Sehîdê Îbo wusa dibêje: “Di wê demê da, derketina nav kolanan çi ye û slogana “Em hemû Kurd in” çi ye, tenê hemwelatîyekî Ermenî jî “Sehîdê Îbo çima hate kuştin?” nepirsîye. Sehîdê Îbo hima wusa çemûçem (belasebep) çû. Lewra xwîna Kurdan ji avê jî erzantir e. Hirant, dibe ku ev hevokeke hinek xwar be, lê xwîna Te pere kir. Seîdê Îbo Kurd e, newsa...xwîna wî ji avê jî erzantir e.”
Komara Sosyalîst ya Ermenistanê hê berîya hilweşandina Sovyetê dest bi dijminatîya Kurdan kir. Ji bo vê yekê jî bi îmkanên dewletê, komele ji Êzidîyên ku divê xwe Kurd nebînin ra avakir, îmkanên mezin da wan Kurdên ku ê bigotana “em ne Kurd in, em Êzidî ne”. Çewa ku Eskerê Boyik dibêje, ew kesê serokatîya “Êzidî ne Kurd in” dike, hê ji sala 1988a ya çûbû Bexdayê jî. Wusa dibêje E. Boyîk: “Derket ku yê haj gilya nîbû ez bûm. Hevala gotin salek berê Ezîz tevî grûpek tûrîst ji Ermenistanê çûbû Îraqê, bajarê Bexdayê… Bexdayê çi bûbû, çi nebûbû eyan nîne, ji pey vegerê ra bi serbestî piropaganda “Êzdî Kurd nînin“ va mijûl bû.” Em dizanin ku dewleta İraqê jî, ji berê va polîtîkayekî bi vî rengî di nav Êzidîyên başûrê Kurdistanê da daye despêkirinê, heman polîtîka li ser Kurdên Şebek jî dimeşîne. Armanc perçekirin û bêhêzkirina Kurdan e.
Di der barê ew êrîş û bêrûmetkirina dewleta Ermenistanê yên li himber rewşenbîrên Kurdên Êzidî da, de ka em bala xwe bidine van gotinên Eskerê Boyîk:
“Ez û malbeta xwe jî weke hinek rewşenbîrên me ketin ber wan êrîşan. (Bira neyê zanîn, ku ez tenê bûme hedefa wan êrîşan, hevalê me gelek bûn û li ser hineka ew êrîş tûndtir bûn).”
Eskerê Boyik paşê di sala 1993 a da ji Ermenistanê dertê û diçe Qazakîstanê, ba Kurdên sirgûnbûyî yên salên 1937, 1944 û yên piştî sala 1990î. 3-4 sal li wir dimîne û paşê diçe li Almanyayê dibe penaber. Ew piştî zêdetirî 20 salan, di van salên dawî da dikare wek turîst serî li Ermenistanê bide.
Kurdên Ermenistanê di bin pogrom û terora dewleta Ermenistanê da man, di vê serdemê da ne tenê Sehîdê Îbo hate huştin, her wusa jî Mamo Davrêşyan’ê ku heta hingê di hikumetê da wek nûnerê Kurdan bû û Hasan Abasov’ê serkar, şefê polêsan jî hatin kuştin. Dîsa çend kesên wekî nivîskar û helbestvan Çerkezê Reş, Karlênê Çaçan jî hatin birîndarkirin.
De vêca di Vîkîpedîya bi zimanê tirkî da, malûmat li ser Hrant Dînk hene û meriv dikare ewî bi Sehîdê Îbo ra dane ber hev.
Du meh û nîv berîya ku H. Dînk ji alîyê baskên dewleta Tirk va were kuştin, hevpeyvînekî bi Nagehan Alçi Ayan’ê ra kir (02.10.2006) û ku di malpera haber7com’ê da weşîya. (Gihîştin 29.06.2021). Sernivîsa hevpeyvînê wusa ye: Hrant Dînk: Jenosîdê di rastîyê da Kurdan kir. (Hrant Dink: Soykırımı asıl Kürtler yaptı)
Ev hevpeyvîn, piştî ku H. Dînk hevpeyvînekî dide Ajansa Reuters’ê û di vê hevpeyvînê da ji bo cara pêşî gotina komkujîyê (soykirim) bikartîne, çêdibe. Nûçe û beşekî vê hevpeyvînê wusa ne:
“Rojnamevan û nivîskar Hrant Dînk, ji ber doza ku ji ber daxwîyanîyên ku daye Reuters’ê lê hatîye vekirinê, dibêje ku ditirse ku wî bavêjin zindanê û got ku “Nevîyekî min heye. Ez naxwazim ji wî veqetim.” Li ser meseleya Ermenîyan jî dîtinekî avêt meydanê ku ê munaqaşe peydabin: “Dema ku min got komkujî, min negotîye ku Tirkan vêya kirîye. Esil (di rastîyê da) Kurdan hejmara zêde ya Ermenîyan kuşt.”
....Wusa dipirse rojnamevan: “We dêlva gotina komkujîyê îfadeyên nermtir bikartanî. Daxwîyanîyên ku we daye Reuters’ê, gelo guhertina uslubê ye?”
H. Dînk: “Na! Ez her gav dibêjim ku divê bi awayekî nerm meriv bala xwe bidin mijarê, lê dema ku yê li pêşberê we bi awayekî net bipirse “Bi dîtina te gelo ev komkujî bû?”, hingê ew tiştên ku ez dizanim ez înkar nakim.”
Rojnamevan: “Ango we ji Reutersê ra got “Ev komkujîyek e”.”
H. Dînk: “Belê, aynen min eynî wusa got. Ez wusa fêhmdikim. Ji xwe ez vîya her dem dibêjim! Lê çiqas ji destê min tê ez li nav Tirkîyê û taybetî dema ku ez bi Tirkan ra diaxivim ez hewlekî azamî nîşandidim ku vê peyvê bikarneynim. Ez dizanim ku ji ber ku dibin muxetabê vê peyvê, ew berdikebin.”...
Di berdewamîya hevpeyvînê da behsa madeya 301 ya qanûna cezayê ya Tirkîyê tê kirinê ku ev maddeya cezakirina “piçûkxistina Tirkbûnê” ye. ...
Rojnamevan: “Lê di daxwîyanîyên te da dema ku tu dibêjî “ev komkujî ye” Tirkbûn tê piçûkxistin!
H. Dînk: “Lê belê binêrin, min got ku ev komkujî ye lê min negotîye ku Tirkan vê yekê kirîye.”
Rojnamevan: “Kê kirîye?”
H. Dînk: “Gelek zêde Kurd jî hebûn. Ew tiştên ku di 1915 da qewimîn tenê meseleya Tirkan nîne. En hindik bi qasî yê Tirkan meseleya Kurdan û meseleya Ewrupayê ye jî. Ji xwe di wê serdemê da bêjeya Tirk jî tunebû. Osmanî hebû.”
Rojnamevan: “Wun dibêjin ku Kurd berpirsîyar bûn. Anagorê dîtina we, dema Kurdan jî têxin nav vê kiryarê, ew (Kurd) jî ji bo bêjeya komkujîyê ê bi alerjîk tevbigerin?”
H. Dînk: “Nizanim”.
Rojnamevan: “Ango dijderketina himberê (gotina) komkujîyê gelo tenê hessasîyeta Tirkan e?”
H. Dînk: “Na. Ez dibînim ku di Kurdan da jî dijderketin heye û ê hebe.”...
Çewa ku em dibînim, ji ber ku di hevpeyvînekî xwe ya bi Reuters’ê ra gotina “komkujîyê” bikaranîye, mehkemên Tirkan doz li himberê wî vekirine. Ew jî ditirse ku bikebe zindanê û ji bo xwe li ber dilê Tirkan xweş bike, dibêje ku faîlê vê komkujîyê Kurd in. Dewleta Osmanî û Tirkan bi plan û organîze vê komkujîyê pêkanîne, lê ew dikare vê tawanê bi hêsanî têxe stûyê Kurdan. Ev hewla guhertin û revîzekirina bûyerên dîrokî ye. Çewa be Kurd ji bo dewletê jî dijmin in. Armanc peydakirina xala hevbeş a bi polîtîkaya dewletê ra ye, da ku ji bo vê gotinê (komkujî) nekebe nav zindanê. Di vê hevpeyvîna H. Dînk da, em ew “sedaqeta” dîrokî ya “milet-î sadika” ya bi Tirkan ra dibînin.
Gelo ev “sedaqeta” ji bo Tirkan dikaribû Ermenîyan ji qirkirinê (1915) biparasta? Na. Eynî ev “sedaqeta” H. Dînkî jî, ewî ji kuştinê neparast. Tê gotinê ku sedema kuştina Hrant Dink ew bû ku, ewî eşkere kiribû ku vayê Sabiha Gökçen’a keça manewî ya Mustafa Kemal bi eslê xwe Ermenî ye. Em Kurd vê Sabiha Gökçen’ê ji ber komkûjîya Dêrsîmê nasdikin: Dema ku wek pîlota pêşî ya jin a Tirk, bi balafira şer li Dêrsîmê bombeyan dibarand ser Kurdan û paşê jî bi tivinga makînelîyê, xelkên ku ji bombeyan filîtî an jî yên ku bi wana brîndarbûyî, dikuşt. Di rojnameyên Tirkan yên wê serdemê da, bi tevî fotografan, daxwîyanîyên wê şadîst û pîskopatê bi xwe jî hene. Tirkan vê Sabiha Gökçena pîlota pêşî ya Tirk, wek sembola serbilindî û xwedî mafbûna jina Tirk nîşandan. Ev jî “alaturka” serbilindîya jina Tirk e!
Em dizanin ku di 19.01.2007a da Hrant Dink ji alîyê Tirkan va hate kuştinê. Her çiqas di nav sîstema ne demokratîk ya Tirkîyê da darizandin çêbûbe jî, dewleta Tirkan 76 kesan darizand ku ji wana 6 girtî û 13 jî firar bûn. Dadgeh, faîlên kuştinê bi rêxistina Fetullah Gülen’ê va girêda û cezayên giran da faîlan û hevkarên wan. Anagorê biryara mehkemê (26.03.2021), tevî hev li 26 kesan ceza hate birrîn, ku cezayê 2 kes ji wana cezayê muebetê û yên gelekên din jî cezayên giran bûn.
Di nav kesên ku cezayên giran xwar da, hin kes di mehkemê da nerazîbûna xwe nîşandan ku hin tişt me Kurdan zêdetir eleqeder dikin: Gazî Günay’ê ku negirtî dihate darizandin, piştî ku 25 sal cezayê zindanê lê hate birrîn û ewî girtin, ew li dijî biryara mehkemê derket û wusa got: “Bila xwedê bela xwe bide we. Min li Başûrêrojhilat 17 sal wezîfe kir. Ji heman dozê da 3 kes ji bo heman tawanê tên darizandin. Tenê ceza li min birrîn.”
Gelo ew wezîfeya 17 salan ya li bakûrê Kurdistanê çi ye? Îhtîmalekî mezin di nav artêşa dagirker da serbazî kirîye, an jî karê di nav tîmên taybet da bûye. Ku wusa be, hingê em pir baş dizanin ku ewana çi dianîn serê Kurdan. Li Kurdistanê di şerê himberê gerîlayên PKK û li himberê xelkê Kurd da ne pîvan û exleqa şer û ne jî parastina sivîlan hebû. Gund, bajar, deşt û çiyayên Kurdistanê bûn şahidên her hovîtîya artêşa Tirka: Bi hezaran gundên Kurdan şewitandin û wêrankirin, dehhezaran Kurdên sivîl hatin kuştin û tunekirin. Gerîlayên ku bi birîndarî an jî bi saxî diketin destê wan, di cî da înfaz dikirin. Serê gerîlayan jêdikirin û di destan da, bi vî awayî fotografanên xwe dikişandin. Ji poz û guhên gerîlayan ji xwe ra tizbîyan çêdikirin û hwd. Erê, ev jî “alaturka” şer e. Bê guman ev hovîtî bi plan û proje ji alîyê dewleta Tirkan va dihate kirin û ew qesasên serê Kurdan jî, ji alîyê dewleta wan va dihatine xelatkirin. Dibe ku ev gazindên G. Günayî ji dewleta wî, ji ber vê yekê be: “Min hinde tiştan ji bo te kir û te hinde pesnê min dida û ji min hizdikir, tu çima niha cezayê didî min?”
*
Li jorê zêdetir min behsa têkilîyên Kurd û Ermenîyan yên di serdema Sovyetê û piştî hilweşandina wê kir. Niha jî ka em hinkî berê xwe bidine salên berîya vê serdemê: Di dawîya sedsala 19a û di despêka sedsala 20a da, Kurd û Ermenî li ser hakîmîyeta bakûrê Kurdistanê di nav reqabetê da bûn. Dewleta Osmanî hildiweşîya, xelkên Balkanan li pêy hev axa welatên xwe ji bindestîya Tirkan difilitandin. Piştî peymana Berlînê (1878) dewletên Xrîstîyan yên Rojava di derbarê Xrîstîyanên di nav dewleta Osmanî da bûbûn xwedî gotin û çavderîyê li dewleta Osmanî dikirin. Ji alîyê dî va, wek hêzekî xwurt Rusya, li ser xelkên Slav yên Balkanan û li ser Ermenîyên Qafqas û bakûrê Kurdistanê bandora xwe berfire dikir û planên gihîştina Derya Naverast dikir. Li bakûrê Kurdistanê bi sedan dibistanên mîsyonerî yên dewletên Rojavayî ji bo Xrîstîyanan vebûbûn. Xewna Ermenîyan ji bo “Ermenistana Mezin ya 3 deryayan” divîya Kurdan û Kurdistanê “pay-pas” bikira, ji dewrê derxista.
Hê ji salên 1880yan û pê va dewleta Osmanî xwestîye di her qirkirina Ermenîyan da tawanê bike stûyê Kurdan, ev yek li hesabê Ermenîyan jî dihat, lewra piştî hilweşandina mîrektîyên Kurdan, ew bi rêya neteweperperîya xwe bûbûn talîbê hukumdarîya qenebî nîvê bakûrê Kurdistanê. Hemû rapor û gilînameyên Ermenîyan di derbarê Kurdan da, bivê nevê bi hesab û nîyeta reqabeta Ermenîyan ya li ser herema bakûrê Kurdistanê dihatin dîzaynkirin. Ermenîyên “miletê sadiq” ê Osmanîyan gilînameyên xwe jî anagorê vê sedaqeta bi Tirkan û reqabeta bi Kurdan ra dinivîsîn, ev yek li hesabê Tirkan jî dihat. Lewra mîrektîyên Kurdan ji alîyê wan va hatibûn hilweşandin û Kurd wekî Ermenîyan ne “miletê sadiq”ê Osmanîyan bûn, ew her gav xwedîyê wê potansîyelê bûn ku dîsa serî hildin û dikaribûn dewleta xwe jî avabikin.
“Dema ku seyah û mîsyoner diçûne Kurdistanê, bi wan ra wergerên wan yên Ermenî hebûn û ev werger kesên zimannas, xwenda û neteweperestên Ermenî bûn. Hemû zanîn û malûmatên ku ê ev seyah, mîsyoner û her wusa jî ew balyozxaneyên dewletan ku li Kurdistanê û li Tirkîyê hebûn di derbarê Kurdan da werbigirtana, wek mînak, di derbarê axa û begê Kurdan, nifûs û hejmara Kurdan, Kurd çi dikin û çi nakin û hwd., pêşî divîya ji parzona (fîltre) van Ermenîyan ra derbasbibûya. Wergeran û berpirsîyarên patrikxane û dêrên Ermenîyan û her wusa jî ronakbîrên Ermenîyan, di derbarê Kurdan û Kurdistanê da dezenformasyonan didan diplomat, seyah û mîsyonerên Ewrupî.” Binêre: Serhad Bapîr, Hin Sedemên Bêdewletbûna Me (Gihîştin 27.06.2021).
Ji bo ku em vê pêvajoyê baştir bişopînin ka em bala xwe bidine van gotinên X. Raymond yên di derbarê Kurdan da (1840):
"Oryantalîstan (rojhilatnasan) ji me re rast negotin.
Bi anagorê axaftinên Faris, Tirk, Ermenî û bazirganan, Kurdan xirab nîşandan û heqaret li wan kirin. Di dema mayîna min a li Rojhilata Naverast da, mirovên herî baş Kurd bûn. Min li ba wan da, hevaltiya rastîn dît.
Ew mirovên pir dilnizm, dilsoz, mêvanperwer bûn. Lê ewan, bi lanet û gotinên xerab ji me re behsa wan kiribû. " Binêre : Bitlisname.com 9ê Nîsana 2021a. (Gihîştin 29.06.2021)
Dîplomatên wekî Aleksandre Jaba, Bazil Nikitin, Roger Lescot û mîsyonerê wekî Thomas Bois, ji ber ku zimanê kurdî hînbubûn, dikaribûn yekser bi Kurdan ra bidin û bistînin. Raman û dîtinên wan yên di derbarê Kurda da objektîftir in.
Di nav dewleta Osmanî da, Ermenî li her devera dewletê belavbûbûn, beşekî wan ticar û sinetkar bûn, li himberê dewleta Osmanî sernerm bûn, hin ji wan di nav burokrasîya vê dewletê da dixebitîn. Kurd ne wekî wan bûn. Hê ji dema Îdrîsî Bîtlîsî va, bi statûya mîrektîyê ketibûn bin hukmê Osmanîyan û ev mîrektîyên he, wek hêzên sîyasî û leşgerî gelek caran ji dijberîya ku di navbera dewleta Sefewî û Osmanîyan da heyî, dixwestin îstîfade bikin û her wusa jî carna li himberê dewleta Osmanî jî serîradikirin.
Piştî şikestinên dewleta Osmanîyan li Balkanan, di sala 1839a da Tanzîmat hate îlankirin û paşê mîrektîyên Kurdan hatin şikênandin û hilweşandin. Ji sala 1847a û pê va li Kurdistanê êdî mîrektîyên Kurdan nemane û paşmayîyên wan jî, bêtaqet hatine hiştin.
Li Kurdistanê mîrektiyên Kurdan bi rêya şer û kuştinê hatibûn hilweşandin. Her çiqas di bin banê dewleta Osmanî da be jî, heta hingê (1847) Kurdan di pratîkê da Kurdistanê rêvadibir, ev cûreyekî otonomîyê bû. Li perçeya Kurdistanê ya di bindestê Osmanîya da, hêza sîyasî û leşkerî heta hingê Kurd bûn. Di bin banê mîrektîyên Kurdan da, her çiqas serdestîya ola Îslamê hebû jî, di navbera Kurdên Misilman û Kurdên ne Misilman (Rêya Heq-Elewî, Êzidî, Kakayî- Yarsanî, Cıhû û Xrîstîyan) û her wusa jî Xrîstîyanên ji miletên cihê (Ermenî, Suryanî, Asurî, Keldanî), heta dereceyekî aramî hebû.
Piştî hilweşandina mîrektîyên Kurdan, dewleta Osmanî nikaribû wê valayîya sîyasî, hukmî û leşkerî ku li Kurdistanê peydabû, dagirta û hingê li Kurdistanê serdema kaosê despêdike. Dema ku em vê serdemê dinêrin van gotinên Andonî Gramsî tê bîra meriv: “Dema ku yê kevn dimire û yê nû hê nikare bizê (were dinê), hingê serdema cinawiran e.” Di vê serdemê da, di şerên di navbera Rus, Osmanî û Îranê da Kurdistan dibe qada şer û wêranê. Di hemû enîyên şer da Kurd hene, lê ev Kurd êdî ne leşkerên mîrektî ango hêza sîyasîyê yê Kurdan in, ew leşkerên mecbûrî yên van her sê dewletan in.
*
Di sedsala 19 da neteweperwerîya Ermenîyan ji ya Kurdan zûdir destpêkir, xwedî ola xrîstîyanî bûn rolekî sereke di vê pêvajoya şîyarbûna netewî da leyist. Lê ne li bakûrê Kurdistanê û ne jî li Tirkîyê, Ermenî li tu heremî piranîya nifûsê nîn bûn. Her wusa li herema Qafqasê jî Ermenî li gelek welatan belavbûbûn, wek mînak dema ku di sala 1828 a da wîlayeta Yêrîvan û ya Naxçîwanê ketin bin kontrola Rûsyayê, tenê ji % 28ê xelkê wîlayeta Yêrîvanê Ermenî bûn. (Binêre: Pirsgirêka Qerebaxê, Îosîf G. Kassesîan, 1990, Athîna, rûpel 26. Bi zimanê yunanî). 90 sal paşê (1918), ê dewleta Ermenistanê li ser vê demografîyê bihata avakirinê.
Di vê serdemê da, partîyên sîyasî yên Ermenî hatibûn avakirinê û tevgera netewî ya Ermenîya her ku diçû xwirttir dibû. Di dawîya sedsala 19a da dewleta Îrana niha (Xanedana Qacaran) pişgirîyê dida Ermenîyan, da ku ji ser Îranê û tixûbên Îranê êrîşên eşîrên Kurdan yên bakûrê Kurdistanê bikin. Ji Ewrupayê bi dehhezaran tiving, bi ser Îranê ra digihîjin çekdarên Ermenî. Hem dewleta Îranê hem jî Îngîlîzên hevkarên Osmanîyan, Ermenîyan hîmaye dikin û Osmanî jî ji vê yekê razî ne. Lêkolînvanê hêja Hüseyin Siyabend Aytemur di hevpeynîna xwe ya bi Cesîm İlhan ra kirî da, dûr û dirêj behsa vê serdemê dike. (Binêre: Bi Anagorê Dokumentan, Têkîlîyên Kurd û Ermenîyan: Nivîsên ku li ser dîroka Kurdan têne xwendin, ramanên serdestan nîşan didin. 30/05/2021 Kurdistan 24 (Gihîştin 29.06.2021).
Piştî şerê Osmanî û Rûsan yê sala 1877a, beşekî herema Serheda bakûrê Kurdistanê dikebe bin kontrola Rûsan. Gelek Ermenî wek serbaz û leşker di artêşa Rûs da hene û zirarê digîhînin Kurda. Neteweperestên Ermenî, nîyeta xwe ya ji bo hikumranîya bakûrê Kurdistanê, bi rêya partî û weşanên xwe êdî vekirî eşkere dikin. Piştî vê serdemê, Dewleta Osmanî ji Kurdan ra digot ku “dewletên gawir dixwazin Kurdistanê bikin Ermenîstan.” Kurdan şerên Rus û Osmanîyan li herema Serheda bakûrê Kurdistanê didît û her wusa jî, ji ber kar û xebatên mîsyonerên Xrîstîyan li her devara Kurdistanê, Kurd ji bo siberoja xwe ketibûn nav gumanê. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 1a da dewleta Osmanî Ermenîyan û Kurdên Êzidî qirkir, lê dema ku artêşa Ûris beşekî mezin yê bakûrê Kurdistanê dagirkir (1916), hingê hêzên çekdar yê Ermenî ketin pêşîya artêşa Ûris û bi sedhezaran Kurd hatin kuştin û yên din jî hima bêje bi temamî ji herema Serhedê ya bakûrê Kurdistanê revîyan û berê xwe dane herema Sêrt, Dîyarbekir û başûrtir. Di weşanên kurdî yên ku li Konstantînopolîsê (Stenbol) piştî Şerê Cîhanê yê 1a dertên da, em şahidîya vê komkujî, eksodos û talana ku li Kurdan hatîye kirin, dibînin. Di weşanên Ermenîyan bi xwe da jî şahidîya vê yekê tê kirinê, di 16.05.2020a da, di malpera https://saftime.com da ev çavkanî hate weşandinê:
“Kurd bi xwe jî wendayîyên mezin dan
Li vir em perçeyek ji gotarek diweşînin ku li ser wendayîyên nifûsa Kurd ya li împaratorîya Osmanî ye, ku ev yek di serdema Şerê Cîhanê yê 1a da, wek encama pevçûna Ermenî-Tirk da qewimî. Gotar di Novembera 1916 da, di weşana neteweperestên Ermenî, “Armenian Bulletin” da hatîye weşandin.
"Agahdariyên ku min stendiye û piştrast kiriye," dibêje, "îspat dike ku heke Ermeniyan di vî şerî de 360,000 qurbanî dabin, hingê Kurdan jî wendayîyên mezin dîtin."
Tevahiya herêmê, ji başûr û rojavaya Gola Wanê bigre heta herêma Betlîs-Mûş, her wusa ji Xinis, Kop (Bilaniq), Patnos, Melezgirt, Eleşgirt bi tevî Ele Daxê bigre heta herema Bazid û Dîyadînê va, tevayîya heremê vala bûye, ku berîya şer ji 800.000î zêdetir Kurd lê dijîyan, niha bi tevahî hatiye terikandin. Bi sedan gundên Kurdan hatine wêran kirin. Tiştê balkêş ew e ku meriv bizanibe, ka gelo Kurdan di dema paşvekişandina Tirkan ya ji van deveran, bar kirine an ew mirine?...”
Her wusa malpera navborî taybetî balê dikşîne li ser hejmara qurbanîyên vê serdemê da yên di nav Ermeniyan da: “di gotara navborî ya weşana Ermenîyan da behsa derdora 360 hezar qurbanî tê kirinê, ku ev hejmar, ji hejmara 1,5 mîlyon qurbanîyên ku îroj behsa wan tê kirinê gelek cuda ye. Binêre: Enstîtuya Kurdî ya Rûsyayê, 27.06.2021. Malpera https://saftime.com (Gihîştin 29.06.2021)
Dewleta Osmanî ya Îttîhat û Terakî di nav şerê Cîhanê yê 1a da bi plan biryara komkujîya Ermenîya dide û pêktîne. Ermenîyên Kurdistanê, yên Klîkyayê û deverên din yê Tirkîya niha têne kuştin û nefikirin. Li Kurdistanê heman jenosîd tê serê Kurdên Êzidî jî. Li Kurdistanê hin eşîrên Kurdan jî di vê jenosîdê da ji Tirkan ra dibin alîkar û hin herem, eşîr û hêzên heremî jî Xrîstîyanan diparêzin. Tê zanîn ka çiqas Ermenî xwe sipartine li Dêrsîma di bin kontrola Kurda da û her wusa çewa hêzekî çekdar ya Barzanîyan, ji Barzan lêdixe û tê li herema Wanê Andrîk Paşa’yê Ermenî û malbata wî ji mirinê difilitîne.
Ez dixwazim li vir mînakekî din bidim: Çewa ku lêkolînerê hêja Ergin Öpengin di hevpeyvîna xwe ya ku di Avesta Chanel’ê da, bi hêja Ciwanmêr Kulek û hêja Evdila Keskîn ra kir da dibêje, dema ku Şexûîslamê Xelîfeta Osmanîya, li Stenbolê fetwaya cîhada li himber kafiran (Rûs, Îngîlîz û Fransizan) derdixe ku fileyên Kurdistanê jî dikebin ber vê cîhadê (ango qetla wan helal dike), hingê li Nehrî, muderîsê Tekka Nehrî’yê (ku hingê navenda qeza Şemdînan bû), Mele Seîdê Şemdînanî fetwayekî li himberê wê Fetwaya Şêxûlîslamê Osmanî derdixe û dibêje ku “qet guhê xwe nedin vê fetwaya Şêxûlîslamî, eve şerrî nîne, em li herema Şemdînanê qebûl nakin”. Xwiya dike ku şêxên Barzan û Baban jî bi eynî awayî vê fetwayê qebûl nakin.
Piştî vê Fetwaya wî, qeymeqamê Şemdînanê banî wî dike, da ku îfadeya wî bigre. Jê ra dibêje ku “yan tu yê vê fetwaya xwe betal bikî an jî tu yê werî mehkemekirin. Mele Seîdê Şemdînanî di îfadeya xwe da dibêje ku “min nedîtîye ku di şerîeta me da mirovên bê zirar û bê guneh bikujin (File û Cihûyên Kurdistanê), ...nabe qetla van reayetan (Xristîyan û Cihû) helal be, ku hê ji zemanê Mihemed peyxember va dest neavêtine çekan û şerê me nekirine”. Li ser van gotinên wî, qeymeqam wî digre û bi tevî eskeran wî dişîne Mûsilê. Di rê da eşîrên kurdan wî ji destê leşkerên Tirkan difilitînin û ew direve diçe Ûrmîyê. Binêre: (9:00:00) avesta CHANNEL “nebêjim nabe” | Ergin Öpengin (Gihîştin 29.06.2021).
Gelo ev Mele Seîdê Şemdînanî kî ye û paşê çi pê hat? Zanayê mezin Mele Seîdê Şemdînanî ku bi navê Mele Seîdê Kurdistanî jî xwe daye nasîn, bi salan muderîsê Tekka Nehrîyê û şêwirmendê Seyît Mihemed Sidîq û Seyît Teha bûye, piştî ku direve û diçe bajarê Ûrmîyê, di salên 1915-1918 da dibe mamosteyê zimanê Kurdî yê konsolosê dewleta Rusyayê yê Ûrmîyê û kurdnasê navdar Bazîl Nîkîtîn. Li ser daxwaza Basîl Nîkîtîn, Mele Seîdê Şemdînanî bi tevahî 60 nivîsên kurt û dirêj yên li ser gelek mijaran bi kurmancî dinivîse û dide B. Nîkîtîn.
Ergin Öpengin, van nivîsan ji nav tarîtîya labîrentên arşîvên Rojava da peydakir, derxist ronahîyê û dîyarîyê me kir. (Bazeber, weşanên Avesta’yê). Em dizanin ku piştî ku Bolşevîk li Rusyayê serketin, B. Nîkîtîn venegerîya Rusyayê û çû Fransayê bicîhbû, lê gelo çi bi serê vî ronakbîrê Kurd yê en hindik di dereceya Mele Mehmûdê Bazidî da ye, hat? Mele Seîdê Şemdînanî li bajarê Ûrmîyê ji alîyê kesên nenas va di sal 1918 da hate kuştin. Dibe ku dîsa bi lêkolînên Kurdan, wextekî em ew hêza ku biryara kuştina Mele Seîdê Şemdînanî daye û navên qesasên serê wî hînbibin, lê heta hingê ê şika me her li ser Teşkîlatî Mahsusîye’ya Tirkan be.
*
Sahneya dawî ya vê çîrokê jî ev e: Xwiya dike ku piştî 100 û zêdetir salan, Kurd û Ermenî dîsa tên pêşberî hev. “Miletê sadiq” yê Osmanîyan niha di destê beşek Tirkan da bûye manîvelaya êrîşkirina himberê Kurdan.
Divê Tirk jî û Ermenî jî baş bizanibin ku êdî Kurd ji alîyê Tirkan va bi hêsanî nayêne manîpulekirin û xapandinê, ew dem derbas bûye. Di şerê sîyasî û fikrî da Kurd jî êdî alîyek in. Divê Ermenî jî baş bizanibin ku ev dostantî û “sedaqeta” bi Tirkan ra zirar gihandîye wan û tu xêra dijmintîya bi Kurdan ra ji bo wan tuneye. Ermenî wek milet, bi hezaran salan di nav Kurda û li kêleka Kurda da jîyane, ku ew jî wekî Kurdan leqayê komkujî û nefîkirinê hatine, lê çewa ku em di pratîka Ermenistana van 30 salên dawî da dibînin, dewleta wan li himberê Kurdan bûye dewletekî zulumkar. Ermenî bi vê yekê, wek milet neheqîyê li xwe dikin.
Ji alîyê dî va, ku ev “heyva hingivînî” ya têkilîyên Rûsya û Tirkîyeyê çend salên din jî bidome, ne dûrê aqilan e ku têkilîyên Tirkîye û Ermenistanê jî baş bibin. Derîyên tixûb werin vekirinê, têkilîyên dîplomatîk û bazirganî destpêkin. Ê lîmana Trabzonê (an jî li Hopayê yeka nû were çêkirinê) bibe lîmana veguhestina bazirganîyê ji bo Ermenistanê. Hewcedarîya dewleta Ermenistanê (ku ji ber aborîya şikestî nîvê nifûsa vî welatî Ermenistanê terk kirîye) jî bi vê yekê heye û her wusa ji bo Tirkîyeya di nav krîza aborî da jî, Ermenistan ê bibe bazarekî nû. Ermenistan ev 30 sal in ku bi polîtîkaya himberê Kurdan ketîye dilê dewleta Tirkan, ev xala wan a hevbeş e, vêca piştî ku Ermenistan ji erdên dagirkirî (herema Kurdistana Sor) hate derxistinê, ev xala hevbeş niha dikare bibe sedema hevkarîyeke “baş” di navbera wan da.
Ha we got gelo ev meseleya komkujîya Ermenîyan û “xetên sor” ê çewa bibin? Ji bo her tiştî çare heye: Ê Tirkîye bêje ku “di dema berê da tiştên ‘naxoş’ di navbera her du alîyan da jî qewimîne, ku qetlîam bûbe jî vêya eşîrên Kurdan çêkirîye, de ka em li Wanê û Yêrîvanê du abîdeyan ji bo bîranîna wan qurbanîyan deynin û em li siberoja ronak ya hevkarîya xwe binêrin.” Ermenistana di warê aborî da têkçûyî, di şerê Qerebaxê da şikestî (Rusya wusa xwest, wusa çêbû) û lobîya Ermenîyên Tirkîyê, ji bo vî tiştî fît in! Di vir da bê guman ê rola xizmeta kesên wekî Taner Akçamî jî hebe. Di amadekirina bingeha vê lihevhatinê û “dermankirina” wê “naxoş”atîyê da, ji bo dewleta Tirkan û Ermenîyan faîlekî nû ji bo berpirsîyarîya jenosîda Ermenîyan lazim e. Qenebî ji bo berpirsîyarîya Tirkan were kêmkirin û tawan were dabeşkirin faîlekî nû lazim e. Ev tiştên ku Taner Akçam û Ermenî dikin amadekarîya vê bingehê ne.
29.06.2021
Têbinî: Ji ber ku Facebook nivîseke hinde dirêj naweşîne, mecbûrî min kir du beş. Ev nivîs di bloga min da jî heye: huneruraman.blogspot.com
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin