
Tom Barrack: Mixatabê Amerîkayê yê li Sûriyeyê bi tenê Şam e
.
-Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack diyar kir ku mixatabê Amerîkayê yê li Sûriyeyê bi tenê Şam e.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê tekez kir ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava "Sûriyeya nû" de bê entegrekirin.
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack Ajansa Anadoluyê re axivî, û derbarê pêhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê nirxandinên berfireh kirin.
Barrack di axaftina xwe de bi awayekî eşkere polîtîkaya welatê xwe ya ji bo paşeroja Sûriyeyê aşkera kir.
"Em dê li Sûriyeyê tenê Hikûmeta Şamê wekî mixatab bibînin"
Li ser pirsa derbarê helwesta Amerîkayê ya li hemberî HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ka gelo dê pergaleke nenavendî ji Şamê re pêşniyar bikin yan na, Tom Barrack gotinên berê yên Donald Trump û Wezîr Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi bîr xist û wiha axivî:
"Li Sûriyeyê tenê dewleteke neteweyî dê bibe mixatabê me, ew jî Hikûmeta Sûriyeyê ye."
Barrack amaje bi rola HSDyê ya di şerê li dijî DAIŞê de kir û wiha pê de çû:
"HSDya ku unsurekî ku em jê re dibêjin PKK, YPG di nav xwe de dihewîne, di têkoşîna li dijî DAIŞê de li gel hêzên Amerîkî cih girt û erkekî hevpar bi cih anî.
Divê HSD hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê siyasî ve di nava Sûriyeya nû de bê entegrekirin. Çawa ku Elewî, Durzî û komên din jî li nûnertiyê digerin."
"Hêvîdar im diyalog di navbera Sûriye û Îsraîlê de dest pê bike"
Dîplomatê Amerîkayê derbarê îhtimala peymaneke di navbera Sûriye û Îsraîlê jî got, "Belê, hêviya min ew e, divê di nuqteyekê de bigihîjin peymanekê."
Barrack anî ziman ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer eşkere kiriye ku rik û kîneke wî ya olî li hember Îsraîlê nîne û li ser sînor aştiyê dixwaze û wiha got, "Ez dizanim ku Îsraîl jî heman tiştî dixwaze.
Dibe ku em dê bibînin ku diyalogên veşartî li ser mijarên hêsantir ên wekî ewlehiya sînor dest pê dikin. Bi demê re ev yek dê veguhere diyalogeke berfirehtir."
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack her wiha da zanîn ku ew bawer dike ku peymaneke bi heman rengî dê bi Libnanê re jî çêbibe.
Krîza F-35an û CAATSAyê
Balyoz Barrack di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser krîza F-35an û cezayên CAATSA yên li ser Tirkiyeyê û diyar kir ku ew bawer dike heta dawiya salê çareseriyek çêbibe.
Tom Barrack got, "Bi baweriya min Serok Trump û Serokomar Erdogan dê ji Wezîr Rubio û Wezîrê Karên Derve Fidan re bibêjin, 'vê karî biqedînin, rêyekê jê re bibînin' Kongre dê piştgiriyê bide encameke mentiqî."
Dîplomatê Amerîkî pesnê pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê da û eşkere kir ku dronên wekî TB2 û Bayraktar ên Baykarê serkeftinên mezin bi dest xistine.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin