Al-Monitor: Nûnerê Trump bo Sûriyeyê bi Mesrûr Barzanî re dicive

Al-Monitor: Nûnerê Trump bo Sûriyeyê bi Mesrûr Barzanî re dicive

.

A+A-

 Li gorî malpera Amerîkî "Al-Monitor", tê payîn ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê, Tom Barrack, di rojên pêş de serdaneke girîng li Hewlêrê pêk bîne û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Al-Monitorê di raporeke xwe de ragihandiye, biryar e di civîna di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Tom Barack de, rewşa Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên li wî welatî û pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.

Al-Monitorê herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de, eger heye ku Barrack bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî hevdîtinê pêk bîne.

Serdana Tom Barrack dê bibe serdana wî ya yekemîn ji bo Herêma Kurdistanê. Tê çaverêkirin ku di civîna bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz bike ku rêz li maf û daxwaziyên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bê girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin