
Rafael Grossi: Dibe ku Îran di nava çend mehan de karibe dest bi dewlemendkirina uranyumê bike
.
Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku eger heye Îran “di nava çend mehan de” karibe dest bi dewlemendkirina uranyumê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû, ziyana ku piştî 12 rojên şerê bi Îsraîlê re gihîştiye binesaziyên atomî yên Îranê “mezin e”.
Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî destnîşan kiribû ku bernameya atomî ya Îranê “bi dehan salan” bi paş de ketiye.
Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi amaje pê kir ku “hin beşên wan tesîsan hîn li ser pêyan in”.
Rafael Grossi destnîşan kir ku Îran dikare di nava çend mehan de an jî kêmtir, ji bo dewlemendkirina uranyuma zêdekirî çend santrîfujan bide xebitandin.
Pirsa sereke ya ku bêbersiv dimîne ev e gelo Îranê kariye beşek an jî hemû yedega xwe ya 408,6 kîlogram uranyuma bi pileya bilind zêdekirî beriya êrişan veguhêze cihekî din?
Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi di hevpeyvînekê de li xwe mikur hat û got:
“Em nizanin ev made niha li kû derê ne û ji ber vê yekê, dibe ku beşek jê di êrişê de hatibe jinavbirin lê dibe ku beşek jê hatibe veguhastin.
Pêwîst e ev mijar di qonaxekê de were zelalkirin.”
Roja 21ê Hezîranê û di germiya şerê Îsraîl û Îranê de, Şêwirmendê Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, Elî Larîcanî di peyameke xwe ya li ser Xê de ragihand ku piştî bidawîhatina şerê wan ê bi Îsraîlê re Tehran dê bike ku Rafael Grossi “bacê bide”.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku ew gefên berpirsên Îranê yên li Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) şermezar dikin û ji Tehranê xwest ku ew ewlehî û asayîşa karmendên wê ajansê dabîn bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin