Serhad Bapîr: “Mafê Şeva Pêşî” û Sahneya Dawî ya vê Çîrokê -1-

Serhad Bapîr: “Mafê Şeva Pêşî” û Sahneya Dawî ya vê Çîrokê -1-

.

A+A-

Serhad Bapîr

Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim li ser hin alîyên têkilîyên Kurd, Tirk û Ermenîyan, çend dîtinên xwe bêjim.

Li ser îddîaya nivîskar û sîyasetvanê Tirk Taner Akçam, 132 Kurd (ku di nav wan da kêm kesên ne Kurd jî hebûn), bi daxwîyanîyekî bersivê dane wî. Her çiqas ev daxwîyanî li ser îddîaya “mafê şeva pêşî” be jî, ev reaksîyona Kurdan di heman demî da li ser wan dîtinên T. Akçamî bû, yên ku di hevpeyvînekî xwe ya ku berê da eşkere kiribû.

Di wê hevpeyvîna xwe da (hevpeyvîna bi Neşe Düzel’ê ra, rojnameya Taraf’ê, 2012), T. Akçam wek nîvîskar û sîyasetvanekî Tirk yê çepgir, ji bo Kurdan li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê tenê mafên takekesî rewa dibîne û ew, otonomî jî di nav da, li himberê hemû rê û awayên bi statûyekî çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Ew, her wusa Kurdan jî, ji kêlekê va tehdît dike, dibêje ku “statûyekî li ser bingeha netewî (xweserî û otonomî û hwd.) wê heremê bike gola xwînê.” Tehdîtên bi vî awayî, berê gelek caran kesên wekî serokê partîya faşîst MHPyê Alpaslan Türkeş jî kiribû. Gelek rêvebir û sîyasetvanên Tirk xwedîyê vê dîtin û tehdîdê ne. Heman dîtin yê Doğu Perînçek`î ye jî. Ji bo me Kurdan ne hinde balkêş e ku, dema ku çendek berê, piştî ku hin kesan behsa wê hevrengîya tirkayetîya çepgirê maoîst D. Perînçek û ya ku MHP dike, kirin û gotin ku “Doğu Perînçek dikaribû bibûya serokê MHPyê”, hingê D. Perînçek di beyanekî xwe da got ku “ji bo min serokatîya MHPyê şeref e”. Eve zû va ye ku haya me Kurda ji “îdeolojîya fermî ya Tirkîyê” û ji vê “Şêwra Tirkbûnê” an jî “Peymana Tirkbûnê” ya wan heye.

Çewa ku em dizanin, ew kesên ku “cumhurîyeta” Tirkan avakir, hima bêje hemû ji Balkan û Qafqasan bûn û her wusa jî, xeynî Tirkan, ew kesên ku bi eslên xwe Çerkez, Laz, Tatar, Ereb, Boşnak, Arnawud û hwd.in jî, vêca hemû bi hev ra wek Tirk di nav vê “Şêwra Tirkbûnê” da cihê xwe digrin û dibin xwedîyê îmtîyaza vê “peymanê.” Divê were gotinê ku Kurd, Ermenî û Suryanîyên asîmîlebûyî û eslên înkar dikin jî, xwe di nav vê şêwrê da dibînin. Ez dibêm qê, ji bo “Türklük Sözleşmesi” ya ku hêja Barış Ünlü behsa wê dike, di kurdîya Kurmancî da, dêlva “Peymana Tirkbûnê” meriv dikare bêje “Şêwra Tirkbûnê” jî. Di vê nivîsa xwe da ez ê her du awayan jî bikarbînim.

Di wê hevpeyvîna sala 2012a da her wusa Taner Akçam dixwaze bi derewên xwe, Kurdan bixapîne, dema ku dibêje: “cîhan êdî destûr nade ku dewletên netewî werin avakirinê.” Dema ku em van gotinên wî û tehdîda “gola xwînê” bînin ba hev, hingê em li Kurdistanê û li cîhanê van tiştên din dîbînin: Hima em wek dem û wek herem neçin dûr, ew şer û komkûjîyên ku di navbera xelkên Yugoslavyayê da diqewimîn, tenê dema ku dewletên netewî û olî avabûn bi dawî hatin. Di nava dilê Ewrupayê da, li Bosnayê, rejîma sosyalîst ya Mîlosevîç bi tevî hêzên paramîlîterên Sirban komkujîyê li Bosnîyên Misilman kirin. Tenê li Strebenîça, di 11 Tîrmeha 1995a da 8 hezar mêrên sivîl yên Misilman hatin kuştin. Erê, gelek normal e ku ev hejmara 8 hezar mêrên sîvîl ku hatin kuştin, ji alîya rejîma İraqê va tunekirina 8 hezar Barzanîyên nêr bîne bîra me Kurdan: “Êş gerdûnî ye” û em Kurdên dilpak û mazlûm, dilê me li hemû mazlûmên cîhanê şewitîye û dişewite.

Şer, nefîkirina mecbûrî û kuştina sivîl û çekdaran li Yugoslavyaya kevn, tenê piştî avabûna dewleta konfederasyonî ya dewletên Bosnîyên Misilman, yên Sirb û yên Kroat û avabûna dewletên Kroatya û Kosovo ya Arnawûda û her wusa jî li dewleta Makedonya Bakûr, bi xweserîya Arnawûdên vê komarê, sekinî û aramî hat vê heremê. Ango maf û çarenivîsa miletan, ku ev jî avakirina dewletên serbixwe ye, aşîtî û aramîyê tîne heremekî.

Taner Akçamê ku ji bo kolehiştina Kurdan, xwe wek nobedarê dewleta kolonyal ya Tirkan dibîne, naxwaze bizanibe ku, dema ku başûrê Kurdistanê bû xwedî statûyekî (1991) komkujîya li himberê Kurdan jî li wir sekinî. Her çiqas komkujîya Kurdên Êzidî bi destê DAİŞê pêkhatibe jî (em baş dizanin ka çewa dewleta Tirk û yên Ereban vê hêza enternasyolîst ya terorîzma îslamî berî ser Kurdan dan), ev 30 sal in ku êdî tu tunekirina Barzanîyên nêr, Helebçe û Enfalên din neqewimîne. Dema ku em van 30 salên bi statû bi wan 30 salên bê statû ra (1961-1991) danin ber hev, hingê em ê bibînin ku, êdî çewa ku T. Akçam Kurdan tehdît dike, başûrê Kurdistanê wekî berê nabe “gola xwînê”, berevajîyê vêya, ew “gola xwînê” ya bê statubûnê ev 30 sal in ku sekinîye. Ya herî muhîm jî ew e ku Kurd xwe ji dagirkerên xwe pir baştir rêvadibin. Di van 30 salan da başûrê Kurdistanê geş û avadan bûye, lê İraq hima bêje wekî xwe maye an jî li paş ketîye. Ew demokrasî, mafên mirovan, mafên kêmneteweyên (pêkhateyên) ku li başûrê Kurdistanê hene, xeynî Îsraîlê li tu dewletekî Rojhilata Naverast da tunene. Di van waran da başûrê Kurdistanê ji Tirkîya T. Akçam û ji Ermenistanê jî pir pir baştir û pêşdetir e.

Kurd li bakûrê Kurdistanê jî ji ber bê statubûnê, di nav “gola xwînê” da ne. Ji sala 1921a heta sala 1938a, bi komkujî û bi “gola xwînê” Kurd û Kurdistan dîsa hatin bindestkirin û ji sala 1984a û vir va jî, bi komkujîyekî berdewam û bi wêrankirina Kurdistanê, Kurd û Kurdistan “têne idare kirinê.” Jenosîda zimanê kurdî jî ev 100 sal in bê westan didome, zimanê kurdî jî di nav “gola xwînê” da ye.

*

Ev daxwîyanîya 132 kesan, bersivekî derengmayî bû ji bo T. Akçam. Kurd ne tenê divê çepgirên Tirkan rexne bikin, her wusa bi çep, rast, faşîst û îslamîyên xwe va, hemû tirkayetîya Tirkan, di wê xala wan ya hevbeş da, ango di wê “Şêwra Tirkbûnê” da, divê rexne û mehkûm bikin. Ez nizanim ka xeynî kurdologê mezin, hêja Îsmaîl Beşîkçî tu kesekî/eka din li ser wan dîtinên T. Akçamî yên sala 2012a, hingê tiştek nivîsî an na? Beşîkçî di wê nivîsa xwe da T. Akçam rexne dike û dibêje ku “Taner Akçam’ê ku di mijara Ermenîyan û kuştina Hrant Dink da Ergenekonê rexne dike, dema ku mijar dibe Kurd, çewa dikare bibe xwedîyê heman dîtinên Ergenekonî?” Her wusa Î. Beşîkçî di derbarê dîtinên kesên wekî T. Akçamî da bêxemîya Kurdan, ya ronakbîrên Kurdan jî rexne dike û dibêje ku “neslên Kurdan yên nûhatî ê wusa nîn bin. Ew ê di derbarê maf – huqûq, edalet, azadîya Kurdan û daxwazên ji bo wekhevîyê da ê zêdetir bi israr bin. Ev gelek eyan e.” Binêre: Li ser hevpeyvîna Taner Akçam, Zazaki.net 21.03.2012 (Gihîştin 29.06.2021)

T. Akçam di vê hevpeyvîna xwe ya dawîn, ya ku bi Filîz Gazî’yê ra kirîye da, (malpera Duvar 20.04.2021), di wê îddîaya xwe ya bê bingeh da wusa dibêje: “Ez ji we ra mînakekî hovane (tirsgiran) bêjim: Di civata feodal ya sedsala 19 da, wek mînak di heremên Kurdan da dema ku Ermenî dizewicîn, mafê şeva pêşî yê axayên Kurdan bû.” Ji van gotinan em vî tiştî fêhmdikin: “Li Kurdistanê di zewaca Ermenîyan da mafê şeva pêşî yê axayên Kurdan bû”. Di çavkanîya ku paşê T. Akçam behsa wê kir da tenê ev malûmat hebûn: Di pirtûka Lazarev (ku ew bi xwe jî Ermenî ye) da, behsa raporekî cîgirê konsolosê Rusyayê yê Wanê Tumanskiy tê kirinê ku di despêka sedsala 20 a da wusa dinivîse: “li qezaya Sasonê...Hin beg di gundên Ermenîyan da heqê şeva pêşî jî tesîs kiribûn”, Cigirê konsolos dibêje li Sasonê “hin beg” û T. Akçam di hevpeyvîna xwe da dibêje: “di heremên Kurdan da dema ku Ermenî dizewicîn, mafê şeva pêşî yê axayên Kurdan bû.” T. Akçam vê çavkanîyê bi dokûment û çavkanîyên din ra jî danane berhev û piştrast nake, wek rastîyekî ku li seranserê Kurdistanê diqewime îddîa dike. Tenê dema ku meriv di derbarê Kurdan da nîyetxirab be, hingê dikare vê çavkanîya navborî wusa xira bike û întîbayekî wusa çêbike ku li Kurdistanê ev ji bo axa û begên Kurdan bi awayekî giştî wusa bûye.

Ez, daxwîyanîya wan 132 kesayetîyên Kurdan di vê çarçova ramanên “neslên nûhatî yê Kurdan” da dibînim, ew tiştê ku mamoste Î. Beşîkçî pêşbînîya wê dikir, ku ev tiştekî gelek baş e. Kurdan, têkilîyekî yekser û organîk di navbera vê îddîaya Taner Akçam, ew dîtinên wî yên li ser bê maf û bê statû hiştina Kurdan (2012) û ev pratîka “cumhurîyeta” Tirkan ya ku di van 100 salên dawî da ku li himberê Kurdan da pêktîne, dîtîn. Ew T. Akçamê ku di derbarê Kurdan da raman, polîtîka û pratîka dewleta xwe diparêze, vê carê wek efendîyekî kolonyal bi vê îddîa ya xwe, xwest nirxên exlaqî yên Kurdan piçûk bixe, rabirdûya Kurdan krîmalîze bike û sîcîla wan xira bike, da ku wek milet bawerîya wan bi wan nemîne, da ku di warê derûnî da bişkên, ji rewşa mazlûmbûnê derkebin û xwe wekî zulumkar û qetlîamkar bibînin. Û ya herî giring jî, di vê rewşa bindestbûna xwe da, di nav labîrantên vê şikestina exlaqî, bawerî û derûnîyê da, ji bo siberoja statûya milet û welatê xwe nebin xwedî gotin, xwedîyê daxwaz û têkoşînê. Kurdan vê yekê dît û vê yekê deşîfre kir.

Polîtîka piçûkxistina Kurdan hê ji dema Îttîhat û Terakî da despêkiribû û di serdema “cumhurîyeta” Tirkan da bû polîtîkayekî sîstematîk. Kurd ji bo werin asîmîlekirin û Tirkkirin, divîyabû pêşî Kurdbûn bibûya ciyê şermê. Kurd wek nifûs û Kurdistan jî wek welat divîya ji bo Tirkbûnê û Tirkîyê bibûna “hammadde”. Ê êdî Kurd ne Kurd bûna, ê ji vî hammaddeyê an jî “madeya xav”, Tirkbûn bihate derxistin û bakûrê Kurdistanê jî ê bibûya perçekî erdê Tirkîyê.

Kurdan vê bêşereftîyê qebûl nekir, ji sala 1921a heta 1938a berxwe dan û paşê şikestin. Lê Kurdbûn nemirî, dema ku em gihîştin despêka salên 1960î, zîlên tevgera Kurdayetîyê dîsa ji axê derketin.

Di sala 1960 da serokê cunta leşkerî ya Tirkîyê, Cemal Gürsel li Dîyarbekirê ji Kurdan ra wusa digot: “Kî ji we ra bêje ku wun Kurd in, tûkin rûyê wî”. Ev dîmenê şerê psîkolojîk yê li himberê miletê Kurd yê sala 1960a ye. C. Gürselê ku di sala 1961ê da bû serok”komar”ê Tirkîyê, bi van gotinên xwe, li navenda herî muhîm ya bakûrê Kurdistanê da, di rastîyê da yekser ji Kurdan ra wusa digot: “Kî bêje ku ez Kurd im, em ê tûkin rûyê wî bikin.”

Tirkan, 30 sal berê jî, bi devê wezîrê “edaletê” Mahmut Esat Bozkurt, di sala 1930ya da, di parlementoya xwe da ji Kurdan ra wusa digot: “Ewên ne ji xwîna saf ya Tirkan nin, di evî welatî da tenê mafekî wan heye, mafê xizmetkarîya ji bo Tirkan, mafê kolebûnê. Bila dost, dijmin û van çîyayan jî vê rastîyê wusa bizanibin”. Li kêlake jenosîda milet û zimanê kurdî da, ev jî şerê şikênandina derûnîya Kurdan û muhendîstîya tirkayetîyê bû.

Ev tirkayetîya kolonyalîst her didome û bi her munasebetî der dibe: Serokê parlementoya Tirkan, Bülent Arinç dikare bi rihetî bêje ku “zimanê kurdî ne zimanê medenîyetê ye” û Muharrem Înce’yê ”sosyal demokrat” dikare bêje ku “perwerdeya bi zimanê kurdî ne pedagojîk e”. Gelo Tirk çewa ji bo siberoja me û ji bo zimanê me, mafê gotina van ramanan di xwe da dibînin? Ev ji wê têkilîya di navbera efendî û kole, di navbera dewleta kolonyalîst û milet û welatê kolonîbûyî tê. Ew xwe wek efendî û xwedîyê hemû tiştî dibînin, divê deng û îradeya miletê kole tune be û her wusa jî ev îrade were şikestin û tunekirinê. Ew pir baş pê dizanin ku ev ziman û hemû ziman zimanên medenîyetê û pedagojîk in, lê ew dixwazin Kurd asîmîle bibin û bibin Tirk û Kurdistan jî bibe perçeyekî Tirkîyê. Derdê wan her ew e, ka ê çewa ew îmtîyaza efendîbûna xwe, wekî berê li ser me Kurdan bidomînin û bigihîjin wê armanca xwe ya hov.

Kurdan di beyana T. Akçamî ya di derbarê “mafê şeva pêşî” da, berdewamîya vî şerê psîkolojîk û vê muhendîstîya tirkayatîyê dît. Lê êdî em gihîştine sala 2021ê û Kurd jî êdî li rojhilata navîn aktor in û dengê wan tê sehkirinê. Li başûrê Kurdistanê da xwedî statûyekî ne û ya herî giring jî bi Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi awayekî demokratîk ji hemû cîhanê ra gotin ku ka Kurd çi dixwazin, her wusa jî li başûrê rojavê Kurdistanê jî Kurd bi hêz in û hevkarên dewletên Rojava ne û li dû statûyekî ne. Li bakûrê Kurdistanê, her çiqas tevgera kurdî bê pusula mabe jî, potansîyeleke gelek mezin ya Kurdayetîyê heye. Li rojhilatê Kurdistanê jî Kurdayetîyeke dînamîk heye û Kurd li hêvîya firsetên wekî başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê ne. Di warên zanistî, lêkolîn û xebatên akademîkî da, êdî Kurd bi xwe jî di nav aktîvîteyan da ne.

Lêkolînvan û akademîsyenên Kurd, ne wekî akademîsyenên Tirk yên xwelîser in û kîmya wan wekî kîmya ya akademîsyenên Tirkan xira nebûye: Ne “îdeolojîyeka fermî” ya Kurdan heye û ne jî “Peymana Kurdbûnê” ya alaturka ya Kurdan heye. Kurdên lêkolînvan û akademîsyen, ku ew bi xwe bi gelek zimanan dizanin, êdî dikarin bikevin nav arşîvên gelek dewletan (yên vekirî) û lêkolînên xwe bikin û rastîyên dîrokî derînin meydanê, arşîv û dokumentan ji parzona (fîltre) ramanên “Peymana Tirkbûnê” rizgarbikin, dikarin lêkolînên meydanî pêkbînin û bêy ku xema tiştekî bixwin, rastî çewa be wûsa jî ji me ra bêjin.

Xema van lêkolînvan û akademîsyenên Kurd ne îddîalîzekirina jîyan, kirin û di her warî da pakkirina Kurdan e. Her çiqas di navbera “sîcîla” miletan da ferqên mezin jî hene, ew pê dizanin ku li ser rûyê cîhanê tu miletekî îddeal tunebûye, ew dixwazin rastî çi be wusa jî derînin meydanê, da ku em dîrokê û her wusa jî ew kod û planên bindestkirin û bindesthiştina Kurdan û Kurdistanê baştir fêhmbikin. Di vî warî da, ji bo me Kurdan pirsa sereke ev e: Gelo di wê serdema ku miletên mezin û piçûk dibûn û niha hê jî dibin xwedî dewletên xwe yên serbixwe, gelo Kurd û Kurdistan çima û bi kîjan awayî ji vî mafî bêpar man? Zanîna me ya derbarê dîroka me û ya cîhanê, ê wek milet me serwext û şarezatir bike, da ku em jî wek milet û welat bi xebat û têkoşîna xwe bigihîjin mirazê xwe.

Kurdan her çiqas di derdora van hezar salên dawî da dewletekî bi hêz avanekiribin jî, Kurd wek milet, di warê mafê mirovan, mafê neteweyan û bawerî û olan da berpirsîyarên pratîka mîrkektîyên Kurdan û berpirsîyarên pratîka van 30 salên dawî yê başûrê Kurdistanê û yê van 10 salên dawî yê başûrê rojavayê Kurdistanê ne. Her çiqas ev statûyên Kurdan, di dereceye 1a da wek dewletên serbixwe nîn bin jî, di dereceya 2ya da îradeya sîyasî ya miletê Kurd bûne. Lê Kurd destûr nadin tu kesî jî, ku rabin sûnc û tawanên tu alîyan bînin û têxin stûyê wan.

Kurdan wekî dewletên Tirkan miletan nekuştîye û Tirkîyê û Kurdistanê jî nekirîye goristana milet û zimanên kuştî. Kurdan bi hêza devê şûr, ango bi kuştin û talanê, ji Avusturya bigre heta Yemen û Mexreb zeftnekirîye, ji rengê xwîna van talankarên xwe, ji xwe ra alaya xwe çênekirîye. Bi zordarî zarokên Xrîstîyanan yên 7 salî ji malbatên wan nesitandine û wan ji xwe ra nekirine “yenîçerî”, ango artêşa dewleta Osmanî û dîsa berê van “devşîrmeyan” nedane ser miletên mazlûm. Kurdan hebûna miletan înkar nekirîye û zimanên wan jî bi rêya qedexekirinê, nekuştine. Kurdan wekî Tirkan, ji miletên ku nasnameya wan hatîye qedexekirinê, ji “devşîrmeyan” miletekî bi navê miletê Tirk avanekirine û bi “senteza Tirk û Îslam”ê, li ser wan, netew û zimanê tirkî û ola îslamê bi zorekî nedane qebûlkirinê. Berevajîya ya Tirkan, Kurdistan û civata Kurdan pir reng û pir deng e: Gelek zarava, ol û mezhebên Kurdan hene û di nav me Kurdan da gelek pêkhateyên ji netewên din hene, ev yek dewlemendî û potansîyela demokrasîya Kurdan e. Ferqa Kurdan û Tirkan ev e.

*

“Alaturka” (bi zimanê îtalî: alla turca, bi awayê Tirka, bi usûla Tirka) ne tenê navê cûreyekî tuwaletê ye, ev navê sîyasetekî ye jî, ku anagorê wê, ji bo “menfeatê tirkayetîyê” rastî û zanîn jî tên veşartin û texrîfkirin, derew dibin rastî: Wek dewlet tu komkujîyan pêktînî, lê tu dibêjî ku “nexêr, tiştên wusa neqewimîne”, li nava çavê Kurdan û cîhanê dinêrî û dibêjî “tiştekî bi navê Kurd û Kurdistanê tuneye û her wusa jî zimanekî bi navê zimanê kurdî tuneye”. Di sala 1974a da, wek dewlet diçî beşekî Kîpros’ê (Qibris) dagir dikî, lê navê “Hereketa Aşîtîyê” li vê dagirkerîyê, li talan û kuştina xelkê Yunanên Kîpros datînî.

Dîsa di sala 2018a da, bi hemû teknolojîya nûjen ya şer, diçî Efrîna başûrê rojavayê Kurdistanê dagir dikî, bi hezaran Kurdan dikujî û bi sedhezaran ji warê wan dertînî, paşê vê herema Kurdistanê ji kuştin û talana çeteyên enternasyonalîzma terorîstên îslamî ra serbest dihêlî, lê navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê” li vê dagirkerîyê û hovîtîya xwe datînî. Çewa ku em dizanin, şax an jî çiqlê dara zeytûnê sembola hevkarî û aşîtîyê ye! Di sala 2010a da, di derbarê Tirkên ku li Almanyayê dijîn, serokwezîrê Tirk R. Tayîp Erdoğan li Almanyayê li ber Angela Merkel, di daxwîyanîya çapemenîyê digot ku “asîmîlasyon tawana mirovatîyê ye.” Her çiqas ku Tirkên ku li Almanyayê dijîn wek Tirk tên naskirinê û xwedîyê dibistan û balyozxaneyên xwe ne jî, anagorê Erdoğan hin pirsgirêkên wan hene û divê neyêne asîmîlekirin. Lê heman dewleta Erdoğanî ji bo ku Kurdan asîmîlebike, zimanê û kultura kurdî bikuje çi ji dest tê texsîr nake. Cot pîvan û cot standart: Ev e “alaturka”.

Ev alaturka, serûbinkirina rastîyan, bû xerca “Şêwra Tirkbûnê”. Zanîngehên Tirkan bi hezaran profesorên xwe yên “payebilind”, ji bo dubare avakirina vê “Peymana Tirkbûnê”, wek memûrên dewletê wezîfeyên ku dane ber wan bi kêfxweşî kirin û dikin û her wusa jî, ji îmtîyaza efendîbûnê para xwe sitandin û distînin. Sîstema perwerdeyê, partîyên sîyasî, rêxistinên “sivîl” û çapemenî wek nivîsgehên vê peymanê xebitîn û dixebitin. Ji bo ku Kurd di wê bêstatûya bindestbûnê da werin hiştin û wek “hammadde” werin asîmîlekirin û Tirkkirin çi lazim be hate kirin û tê kirinê: Artêş, sîstema perwerdeyê, partîyên sîyasî, çapemenî, rêxistinên îstîxbaratê, mafya, ticareta narkotîkê û hwd. hemû bi hev ra bûn heman tişt, ku navê vî tiştî jî, dewleta Tirk e. “Alaturka” rêvebirina dewletekî, wusa ye. Maşaelah!

Ku ji bo me Kurdan para me bindestî be, para Tirkan jî bû ev sîstema ne demokratîk, ne zelal, dewletekî kûr ya mafyayî. Ew leşker, tîmên taybet, polês û mafyaya ku Kurdên sivîl dikûşt, gundan dişewitand û li girtîyan êşkencedikir, serê şervanên Kurd jêdikir û ji guhên wan ji xwe ra tizbîyan çêdikir, ango ev pîskopatên he, gelo mimkûn bû ku ê êdî çewa wek mirovên normal û dilovan di nav malbat û civata xwe da bijîyana? Xwiya dike ku miletê Tirk hima bêje bi awayekî giştî (îstîsna gelek kêm e), xwe layiqê van tiştan dibîne û ew ji bo vê rewşa xwe jî musteheq e. Erê berdêla bindestî û dagirkirina Kurd û Kurdistanê, ji bo Tirkan jî ev e. Ma Tirk dibêjin qê ew li karê ne? Em Kurd ji wan ra dibêjin ku, dev ji me û welatê me berdin da ku wek milet wun jî bibin mirov, bibin xwedîyê civat û dewletekî demokratîk, paqij û zelal. Em dizanin ku Tirk li ber me Kurdan nakebin, ma qê ew li ber xwe jî nakebin?

*

Ew kesên ku xwedîyê ramanên “Peymana Tirkbûnê” ne, her çiqas ku xwedîyê fikrên çep, rast, îslamî, faşîst û hwd. bin jî, di mijara Kurd û Kurdistanê da xwedîyê heman ramanê ne. Xala wan a hevbeş ew e ku, Kurd divê ne tenê li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê, li perçeyên din yên Kurdistanê û her wusa li tu dera cîhanê jî divê nebin xwedî tu statûyekî û wek milet divê tu xêrê jî ji xwe nebînin.

Di mijara mafê Kurd û Kurdistanê da xala wan a bingehîn ev e, lê di heman demî da ew ji bo 150 hezar (nifûsa niha) Tirkên Kîprosê (Qibris), ku 18% nifûsa giravayê bûn, li wir belawela dijîyan û her wusa jî li tu devera giravayê pirranîya nifûsê nîn bûn, qîma xwe di nav dewletekî yekgirtî da bi statûya federasyona du alîyan jî naynin û daxwaza konfederasyona 2 dewletên serbixwe dikin. Tirkîye piştî dagirkirina (1974) 37% axa komara Kîprosê, li dû vê daxwazê ye. Eynî ev xala hevbeş ya tirkayetîyê, ji bo Fîlîstînîyan jî daxwaza dewletekî serbixwe dike û her wusa jî bi ewan pîvan û tixûbên ku Filîstînî bi xwe dixwazin. Bê guman ev jî “alaturka” edalet e.

Ji bo ku em versîyona çep ya vê “Peymana Tirkbûnê” bibînin, ka em bala xwe bidin van gotinên Ertuğrul Kürkçü. Piştî kuştina keça Kurd Denîz Poyraz di nav avahîya HDP ya bajarê Îzmîrê, E. Kürkçü di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Duvar`ê da wusa dibêje: Sernivîsa hevpeyvînê ev e: “Dilê her du Denîzan ji bo heman tiştî lêdida.” Û di nav vê hevpeyînê da wusa dibêje: “Ez nikarim nîşanekî ji vêya ronaktir bifikirim, lewra, dema ku Kurdên ku navekî tirkî yê wekî “Denîz” li zarokên xwe kirine, di derbarê daxwaza xwe ya ji bo siberojê, nîşan dide vêca ka li ser kîjan bingehê da siberoja xwe bi tevî ya Tirkan ra dîtine. Kurd, rewşekî “Tirkbûnê” ya demokratîk, azadîxwaz û şoreşgerî, wek zarokên xwe yên helal nêzîkê xwe dibînin.” Binêre: Duvar, hevpeyvîna İrfan Aktan, 20ê Hezîrana 2021.

E. Kürkçüyê ku di nav civata Tirka da ne xwedîyê tu hêz, bandor û îtîbarî ye, lê dikare wek efendîkî kolonyal li koklîka Kurdan siwar bibe û bi dengên wan bibe parlementerê bajarê Îzmîrê û her wusa jî bibe serokê rûmetê yê HDPê! Ew jî, dixwaze Kurdan bike hammaddeya “Tirkbûnê” ya demokratîk, azadîxwaz û şoreşger! Ev gotinên E. Kürkçü, sirûda nijadperest a “Andimiz” a Tirkan anî bîra min. Ev sirûda bi navê “Sonda me”, ku li dibistanên Tirkan da her roj, bi mecbûrî ji alîyê şagirtên Kurdan va jî dihate xwendin, wusa dibêje: “Hebûna min ji bo hebûna Tirkan bila bibe dîyarî.” E. Kürkçü bi gotinên sexte û xapînokî yên wekî “demokratîk, azadîxwaz û şoreşger”, ji Kurdan heman tiştî dixwaze: “ Kurd û Tirk firq nake, ya giring, demokrasî, azadî û şoreşe” û “Bibin hammaddeya Tirkbûnê.”

Ez dixwazim li vir bêjim ku, navê “Denîz” çewa ku E. Kürkçü dibêje ne navekî tirkî ye. Ev nav navekî yunanîye ye û ji navê “Διονύσιος- Dîonîsos” derketîye. Dîonîsos di mîtholojîya Yunanan da xwedayê kêf, mey û bereketa zayendîyê ye. Di serdema despêka Xrîstîyanetîyê da, ezîzekî bi navê Dîonîsos heye. Ev Ezîz Dîonîsos bi zimanê fransî Saint-Denis e û bi vî awayî ev navê yunanî wek nav dikebe nav zimanên Ewrupî. Tirkan “Denîz” ê xwe ji vî şiklê “Denîs” a fransî sitandîye.

Bê guman, li vir da tawan ne yê E. Kürkçüyê kolonyal e, ku bi gotinên xwe yên girover têkilîyên rastî yên navbera milet û welatekî kolonîbûyî û kolonyalîstan vedişêre, tawan ya PKKê ye ku Kurdên bakûrê Kurdistanê bê armanc û bê pusula hiştîye. Partîya wê ya legal jî, bi dirûtîyeke bê sînor, li Kurdistanê û li Tirkîyê ji Kurdan ra dibêje ku “ew partîyeka Kurda ye” û li Tirkîyê jî ji Tirkan ra jî dibêje ku “ew partîyeka Tirkîyeyî ye.”

Dema ku em wê daxwîyanîya hevbeş ya ji bo Fîlîstînîyan û Filîstînê (10.05.2021), ya ku HDPyê bi 4 partîyên din yên parlementoya Tirk ra derxistîye dixwînin, em dibînin ku bi vî aqilê xwe, xwiya dike ku ev partî jî bi dil û can dixwaze di nav vê “Peymana Tirkbûnê” da cîyê xwe bigre, bi şertê ku gotinên wekî “demokratîk, azadî û şoreşger” jî li navê vê peymanê werin zêdekirinê! Bê guman divê ku Kurd jî karibin di pirsgirêka Fîlîstînê da Îsraîlê rexne bikin, lê dema ku tu vê gilînameyê bi tevî 4 partîyên nijadperestên Tirk îmze diki, di vir da pirsgirêkeke mezin heye: Li bakûrê Kurdistanê û li başûrê rojavayê Kurdistanê da, mafên Kurdan gelek gelek zêdetirê yên Filîstînîyan, ji alîyê dewleta Tirk va tên binpêkirinê û ev her 4 partîyên îmzevan jî mîmarên vê hovîtîyê ne. Çewa ku em di mînaka HÜDA PARê da jî dibînin, dewleta Tirkan taybetî ji Kurdan dixwaze da ku ew dijmintîya Îsraîlê bikin. HDP ya ku niha gavek berîya qedexekirinê ye, dema ku bi tevî partîyên nijadperest, îslamîst, kemalîst û faşîstên Tirkan va dijminatîya Îsraîlê dike, tenê hingê ev partî ji alîyê wan va (ji bo vî tiştî) tê qebûlkirinê û HDP jî bi vê meşrûbûna xwe şadibe!

*

Gelo dema ku behs tê li ser mijara Kurd û Kurdistanê T. Akçam çewa dikare bibe pasevanê “Peymana Tirkbûnê” û di heman demî da jî dikare behsa qewimandina jenosîda Ermenîyan bike? Tiştê ku hin Kurdan zêde fêhm nekirine jî ev e. Ez dixwazim li vir behsa vê yekê bikim.

Piştî ku di pêvajoja Şerê Cîhanê yê 1a da, Ermenî li Kurdistanê û li Tirkîya niha, hatin qirkirin û nefîkirin, êdî Ermenîyên mayîn tenê li Stenbolê û li hin bajarên mezin yê Tirkîyê da man, îroj hejmara wan derdorê 60 hezar kes e. Ermenîyên ku wek “Milletî Sadika” yê Tirkan dihatine bi navkirin û naskirin êdî ev 100 salin ku li tu herema Kurdistanê û Tirkîyê wek nifûsekî bi potansîyel tunene. Di çarçoveya Patrîkxaneya Stenbolê, dibistan, waqif û emlakên Ermenîyan da mane û di bin sîya miletê Tirk da bêdeng dijîn. Ew ji bo dewleta nijadperest û dîktator ya Tirkîyê ne xeter in.

Piştî ku gelek dewletên cîhanê yek bi yek qewimandina jenosîda Ermenîyan naskir, êdî Tirkîye ji bo vê jenosîdê ketîye li dû faîlekî nû. Vêca dixwaze ew tawan û faîltîya dewleta Osmanî û ya Tirkan têxe stûyê Kurdan. Bi vî awayê dixwaze du armancan bi hev ra bidestbixwe. Hem ji faîltîya qirkirina Ermenîyan bifilite, an jî qenebî nîvê vî tawanî têxe stûyê Kurdan û hem jî ew sempatîya ku ev 30 salên dawî û herî zêde jî piştî şerê Kurdan yê serketî li himberê DAİŞê, ku li dewletên Rojavayê peydabûye, bi îddiaya tawana jenosîda Ermenîyan, belavbike. Kurdên mazlûm bike Kurdên tawanbar, qenebî mazlûmên tawanbar. Tirkîye baş dizane ku her ev têkîlîyên van 30 salên dawî yên Kurdan li başûrê Kurdistanê û her wusa jî yên van 7 salên dawî li başûrê rojavayê Kurdistanê bi dewletên Rojava ra, Kurdan ber bi statûyekî netewî û welatî va dibin. Tirsa dewleta Tirkan ew e ku li bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê jî Kurd bibin xwedî heman daxwaz û ya herî giring jî ew e ku, dema ku rewş guhirî û hat ku, Tirkîye bikebe nav rewşekî aloz û xirab da, Kurd van daxwazên xwe pêkbînin.

Min hevpeyvîna ku T.Akçam bi Rober Koptaş ra kirîye jî dît. Di vê hevpeyvîna xwe da T. Akçam vêca yekser dibêje ku faîlê jenosîda Ermenîyan Kurd in. Ew belavoka 132 Kurdan T. Akçamî mecbûr kir da ku nîyeta xwe ya bingehîn îtîraf bike. T. Akçam naxwaze qet bizanibe ku Kurd jî alîyekî her gengeşîyê ne û dikare ramanên wan ji yên Tirk û Ermenîyan cihê bin, ew tehamula vê yekê nake. Ew ji bo Kurdan tenê ketina nav vagonên trêna tirkayetîyê û qebûlkirina tawanan rewa dibîne. Ew wek kesekî ku eyara wî xirabûbe, matmayî maye, dema ku dîbîne ku Kurd wekî wî nafikirin û rastîya wê “ilm û zanîna” ku di kûriga (berîk) wî da heye, ji alîyê Kurdan va bi îtîrazî tê gotûbêjkirin.

Di vê hevpeyvîna ku T.Akçam bi Rober Koptaş ra kirîye da, T. Akçam dibeje ku “ez Tirk im.” Lê, di bernemeya Utopya TV da Fayik Bulut’ê hêja dibêje ku pîra wî Kurd e. Mehmet Bayrak’ê ku babê T. Akçam, Dursun Akçamî nasdike, dibêje ku dîya Dursun Akçam, Kurd e! (Binêre: Bernameya Utopia TV , 29.05.2021, 1:02:00 (Gihîştin 29.06.2021) Gelo çima T. Akçam hewcedarîya veşartina vê rastîyê dibîne? Gelo di ilmê xwendî da jî wusa tê nivîsînê, ku divê kesekî rastîya ra û koka xwe veşêre? Ev jî “alaturka” secereya ra û koka meriv e.

Li ser ra û koka xwe kî bixwaze bibêje çi, ev “mafê” wî ye û ev meselekî dî ye. Lê ku T. Akçam demokratekî rasteqînî bûya ê bigota ku heta ku Kurd û Kurdistan bindestê me bin, di warê mafên mirovan û demokrasîyê da ê Tirkîye her dem dewleta kûr û tarî ya Susurlukê be ê ew dewleta ku Sedat Peker`ê qadirê dewleta kûr ya mafîyayî, yê ku niha beşekî karên xwe yên nepenî deşîfre dike, be. Ku Tirk xwe layîqê vê rezaletê dibînin ev mafê wan e, lê Kurd jî bi tu awayî naxwazin bibin bindestên vê rezaleta wan, ev jî mafê Kurda ye.

T. Akçam di nav mij û dûmanê û di nav ava şolî da, dema çîrokên xwe ya ji bo “mafê şeva pêşî” ji me ra dibêje, di heman demî da dixwaze Kurdan manîpule bike: Piştî ku şewka xwe bi bi kurmikê “mafê şeva pêşî” avête behrê û tu mesîyan pê negirt, vê carê îddiaya “mafê şeva pêşî” tîne bi şîddeta cinsî ya li himberê jinê ra tevlîhev dike. Divê were gotinê ku, di warê mafên jinan û şîddeta li himberê jinê da, divê hemû civat werin rexnekirinê û herî zêde jî rexnekirina ola Îslamê û civatên Misilman divê were kirin, lewra em Kurd jî wek milet, çewa di mînaka 5 hezar jinên Êzidî yên dîlgirtîyên DAİŞê da qewimî, di dereceya herî kambax da leqayê vê şîddetê hatine, lê mebesta T. Akçamî ev nîne. Ew dixwaze taybetî Kurdan tawanbar bike, ew Kurdên ku wek milet di nav civatên misilman da, di derbarê mafên jinan da û bi lîberalbûna xwe her gav bala seyah û lêkolînvanên Rojava kişandine. Dibêje “şîddeta cinsî bi giştî mehkûmê bêdengîyê ye...Ez li vir ji hemû hevalên min yê Kurd bi taybetî rîca dikim. Argumenta ‘me sehnekirîye’ bila ji deftera xwe derînin, şerm e. We sehnekir, lewra faîl, tiştên ku dikin ji xwe behs nakim, ji xwe nabêjin, ji ber vê yekê we sehnekiriye, li ser şîddeta cinsî axaftin ji xwe ne hêsan e...” Binêre: Yesayan Salonu, Kürtler, Ermeniler, "İlk gece hakkı" ve ötesi 1:01:00. (Gihîştin 29.06.2021) Ew wek efendîyekî kolonyal “rastîyê” “bûyûr” dike û ji me ra jî dibêje ku, wezîfa we tenê qebûlkirina vê “bûyûrdîyê” ye.

Gelo ku bi rastî jî di sedsala 19a da li Kurdistanê dema ku Ermenî dizewicîn “mafê şeva pêşî“ ku yê axayên Kurdan bûya, ê haya me ji vê yekê çênebûya? Gelo dema ku tiştekî ku wek “maf” tê dîtin û piştî dawetê ê biqewime, mumkûn e ku di nav civatê da wek tiştekî nepenî û xef bibîne û haya hesî jê çênebe? Bê guman na. Gelo ê zargotina Kurdan da behsa vê yekê nehata kirinê? Bê guman wê bihata kirinê. Di derya bê binî ya zargotina kurdî da, wîjdan, exlaq ûrf û edet, rabûn û rûniştin û hwd. yên miletê Kurd hene. Dema ku neheqîyekî hebe, ne tenê axa, beg, mîrên Kurdan tên rexnekirinê, her wusa felek, qeder û Xweda bi xwe jî tê rexnekirinê û berê xwe dide Xwedê û jê ra dibêje “Xwedayo te çima wusa kir?” Ji bo ku em nirxên civakî û exlaqî yê Kurdan baş fêhm bikin divê em berê xwe bidin zargotina kurdî, lewra ew kodên ruhîyeta Kurdan, di nav zargotina kurdî da veşartîne.

Li kî/kê (ji kîjan olî û miletî dibe bila bibe) neheqî hatibe kirin, di zargotina kurdî da her dem pişta wî/wê hatîye girtin û zulumkar hatine rexne û rûreş kirin. Ev ne tenê di gotinên pêşîyan, çîrok, serpêhatîyan da wusa ye, her wusa di sitranên kurdî da jî wusa ye. Wek mînak di sitrana “Gulo a File û Hecî Mûsa Begê” da, neheqî û zulma ku li keçekî Ermenî hatîye kirin bûye mijara sitranê. Wijdana miletî ya Kurdan, xwe dixe şûna vê keçika file û jê ra dibe deng û ziman, ev sitran li seranserê bakûrê Kurdistanê belavbûye û ji alîyê gelek dengbêjan va jî hatîye gotin.

Ku mijarekî wek mijara “mafê şeva pêşî ya axayan” li ser bûkên Fileyan di nav civata Kurdan da hebûya, ne mumkûn bû ku ev mijar neketa nav zargotina kurdî. Lewra ji alîkî va neheqî û bê wujdanî di vê mijarê da heye û alîyê din va jî ev têkilîyekî cinsî ye, ku ne mumkûn e ku mijareka wusa bala zargotina kurdî nekşîne ser xwe, lewra di mijara têkilîyên cinsî da, çewa ku em di gelek mînakan da jî dizanin, sansur di zargotina kurdî da tuneye.

Heta niha bi sedan berhemên berevkirina zargotina kurdî hatine weşandin. Ez bi xwe, heta ji min tê ez zargotina kurdî dişopînim. Xeynî behskirina rîwayetekê û pê va, ez leqayê vê mijarê nehatime. Ev behskirin jî, bi Ermenîyan va têkîdar nîne:

Nivîskar û lêkolînerê hêja Ahmet Aras di pirtûka xwe ya bi navê “Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê” da ji devê kesekî behsa vê mijarê dike. Pirtûk li ser jîyan û dengbêjîya Evdalê Zeynikê ye. Ji ber ku Evdal dengbêjê Surmelî Memed Paşa ye, behsa S. Memed Paşa û sulala wî jî tê kirinê. Ahmet Aras ji bo vê pirtûka xwe binivîsîne nêzîkî 30 salan xebata lêgerînê dike, xwe dispêre nevîyên Evdal, S. Memed Paşa, gelek kesên din û hin kitêbên çapbûyî. Di rûpelên 199 û 200a ya pirtûka navborî da, Faruk Çamlibel wusa dibêje:

“Faruk Çamlibel

F. Çamlibel xelkê nav Bazîdê bû, mala xwe anîbû îzmîrê. Min pê ra sala 1993’ya da xeberda û ew wê çaxê 50 salî bû. Wî di sala 1995’a da wefat kir.”

Faruk Çamlibel dibêje: “Surmelî Memed Paşa hemwelatîyê min e. Ew nebyê Îshaq Paşa bûye, ew jî nebyê Çolaq Evdî Paşa bûye.

... Malbata Surmelî Memed Paşa malbateke zor û zurbe bûye. Her tiştê wê kêşê (heremê S.B.) di destê wan da bûye. Dibêjin kê ku dizewicî bûk dianî, ewilî bûk dibirin mala Paşayê Bazidê, şeva ewil bûk li cem wan dima, paşê dianîn mala mêrê wê.

Di zemanê Îshaq Paşa da qîzek ku mêr dike, daweta wê dikin û wê dibin mala wî, ji bo ku paşa şeva ewil pê ra razê. Keçik, qîzeke meranî û baqil bûye. Ew bûk tîne bîst hekî dikelîne, her yekî bi rengekî boyax dike, dide ser sinyê û jê (ji S. B.) Paşê ra dişîne. Dibê: “Bira (Bila S.B.) Paşa li te’ma gişka mêzeke, paşê ezê herim cem”

Îshaq Paşa ku li te’ma hêkan mêze dike û sinyê paşta dişîne, bûk li derê wî dixe, dikeve hundur û jê ra dibê: “Paşa xweş be, herge tu ku destûrê bidî, ezê ji te tiştekî pirs kim.”

Paşa dibê: “Bêje!...”

Bûk dibê: “Paşa, te ku li te’ma wan hêkên reng – cuda mêzekir, çi ferq di nav wan da dît?”

Paşa dibê: “Wele gişk mîna hev bûn, tu ferq di nav wan da tunebû”

Bûk dibê: “Ew bûkên xelkê yên reng bi reng jî mînanî wan hêka nin, xêra vî karî ji te ra tune. Herge di dilê te da tirsa Xudê heye, dev ji vî karî berde, xelk gune ye!”

Li ser pirsa wê bûkê Îshaq Paşa wî edetî diterkîne.” ...

Binêre: Ahmet Aras, Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Weşanên Deng, 1996, Stenbol.

Li anagorê van gotinên F. Çamlibel, em bi mijarekî ku derdora 200 sal berê, di dema Îshaq Paşa da qewimî, dibihisin. Ev êdî bûye wekî rîwayetekî. Di vê mijarê da em leqayê mijarekî tên ku di alîyê olî, exlaqî û wujdanî da xelk vê yekê napejirîne, bûkeke jîr û şareza dertê û bi vê merîfeta xwe êdî dawî bi vê edata heyî, tîne. Kesê ku vê pirtûka Ahmet Arasî xwendî, bi hêsanî dikare fêhm bike ku bûka ku di vê meselê da tê behskirinê ne bûkeka Ermenî ye, lê bûkeka Kurd e. Di nav pirtûkê da, dema ku li kê derê behsa jin, keç an jî bûkên ji miletên din tên kirinê, hingê navên miletên wan jî tên gotinê, wekî: Qîza keşîşê Filla, bûka Tûrkmana, jineke Çerkez. Li her cihên pirtûkê da, dema ku behsa keç û jinan tê kirinê (ev ji bo meran jî wusa ye.), ji ber ku her kesên din Kurd in, navê miletê wan nade, nabêje jineka Kurmanc an jî Kurd û hwd. Lê tenê îstîsnayeka vê mijarê heye ku ev jî ji mecbûrîyê tê. Divê 3 jinên ji miletên cihê bi taybetmendîyên xwe va werin şirovekirinê. Evdal di sitrana “Dêrsîm e Xweş Dêrsîm e” da wusa dibêje:

“...

Ez li Dêrsîma jêrîn rastî sê zerya hatime

Yeka Tirk e, yeka Kurmanc e, yeka Ecem e

....”

Evdal di nav vê sitrana xwe da, paşê yek bi yek van her sê jinan bi taybetmendîyên wan va şirove dike. Ez li vir dixwazim dîsa bêjim ku, ev sitran ne bi navê xwe yê orjînal, lê bi navekî şaş, bi navê “Ay Dil”, ji alîyê hunermendan va hatîye qeydkirin û tê gotinê.

Gelo ev Îshaq Paşa bi eslê xwe jî kîjan miletî bû? Di 12 Gulana 2021a da Ahmet Aras bûbû mêvanê bernameya “Çarşema We Xêr” ya Çarpel Medyayê, ya ku hêja Mîrza Akar çêdike. Li ser pirsa Yaşar Karadoğan ya “Gelo Surmelî Memed Paşa ji kîjan eşîra Kurdan e, Beskî ye an Redkî ye?” Ahmet Aras wusa dibêje: “Surmelî Memed Paşa ne Beskî ye û ne jî Redkî ye.” Behsa nevîçirkên S. Mehmet Paşa dike û dibêje ku “ bi pirtûka min gelek memnûn bûn. Îca kurapekî wan heye, gotîye ‘îlla te çima S. Memed Paşa kirîye Kurd, ew ji Tirkên Qipçak e?’” Binêre: Çarpel Medya 1:26:34 (Gihîştin 29.06.2021).

*

Di serdema me da êdî Tirk wekî berê bi hêsanî nikarin bêjin ku Kurd tunene û Kurdistan jî tuneye. Di rastîyê da hê ji salên -wek berdewamîya dewleta Osmanî- avakirina “cumhurîyeta” Tirkîyê da, dixwestin tawana qirkirina Ermenîyan têxin stûyê Kurdan. Lê di wê demê da, ji bo Tirkan di derbarê Kurdan da pirsgirêkekî ontolojîk hebû: Di îdeolojîya dewleta Tirkan da Kurd hatibûn înkarkirin, Kurdên ku tunebûn û ku “Tirkên çîyayî” bûn, nedibû bibûna faîlê komkujîya Ermenîyan. Lê niha êdî wext ji bo Tirkan musaît e. Di vê hewla Tirkan da, xwiya dike ku ê Ermenî jî wek “miletê sadiq”ê Tirkan alîkarîya Tirkan bikin û ew ê bi xwe jî di nav vê “Peymana Tirkbûnê” da cîyê xwe bigrin (bê guman ê îstîsna hebin). Ew hikûmdarîya li ser bakûrê Kurdistanê ku ji wan ra nebû nesîb, ji çavnebarîya xwe dixwazin ji bo Kurdan jî biherimînin.

Têkilîyên Kurd û Ermenîyan divê werin lêkolînkirin. Ne tenê yên kevnar, yên serdema Bîzans û Osmanîyan da, her wusa jî liv û tevgera karsaz, şexsîyet, nivîskarên Ermenîyan di serdema “cumhurîyeta” Tirkan da jî divê werin lêkolînkirinê. Xeynî Qoçgirîyê, ji sala 1925an heta sala 1938a Kurdistan di nav gola xwînê da ye, ji salên 1960î pê va li Kurdistanê zulma komandoyan heye û Kurd ji ber Kurdayetîyê têne girtin û kuştin û her wusa jî, ji sala 1984a û pê va şerê çekdarî yê PKKê heye. Di van pêvajoyan da xeynî kuştinê, bi mîlyonan Kurd têne nefîkirinê, bi hezaran gund têne şewitandin û hwd. Gelo Ermenîyên Tirkîyê vê pêvajoyê çewa dîtin, gelo dîsa wekî berê “sadiqê” efendîyên xwe bûn an na? Divê Kurd bala xwe bidin vê mijarê jî.

Em ji kurdologê me yê hêja Mehmet Bayrak hîndibin ku, vayê serokê partîya nijadperesta Tirk MHPê, Alpaslan Türkeş bi eslê xwe Ermenî ye û her wusa dîsa, ji ber ku Devlet Bahçelî jî bi eslê xwe Ermenî ye, dîsa bûye serokê MHP. Erê ecêb e. Binêre: Bernameya “Özgür Konuş” ya Mehmet Kobal, mêvan Mehmet Bayrak û Fayik Bulut in. 29.05.2021 Utopia TV 1:33:45 (Gihîştin 29.06.2021). De ka vê nûçeyê jî bixweynin da ku pazl an jî pîkselên vê dîmenê hinkî baştir xwiya bikin: “Ermenîyê Ülkücü, babê fikra Sê Hîlal’ê mir. Ermenîyê ülkücü Panos Dabağyan’ê ku di nav civaka ülkücüyan da ji nêz va dihate naskirin û wek “Mamê Levon” dihate zanîn, di 84 salîya xwe da mir.” Di vê nûçeyê da behsa wê yekê tê kirinê ka çewa P. Dabağyanê nivîskar, yê xwedîyê pirtûkên li ser dîroka Osmanîyan û têkilîyên Tirk û Ermenîyan, pêşnîyarîya alaya sê hîlal ya MHPê yê kirîye û paşê jî ev ala ji bo partîyê hatîye pejirandinê: Binêre: odatv4.com (Gihîştin 29.06.2021)

Di heman bernameyê da M. Bayrak bi me dide zanîn ku, dema ku Taner Akçam li Almanyayê, li Hamburgê dijîya, sazîyên dewleta Alman di derbarê “ülkücü”yan da, ango di derbarê rêxistina “Bozkurt”, ya neo-nazî ya MHPê da, raporekî bi wî didin amadekirinê. Di vê rapora xwe da T. Akçam tiştên pozîtîf di derbarê vê rêxistina faşîşt da dide dewleta Alman. Di rapora xwe da dibêje ku “MHP gelek hatîye guhertin û êdî MHP ya niha ne wekî ya berê ye.” (1:15:35) MHP, Ermenî û T. Akçam, gelo ev tesaduf e, lê dibe ku tesaduf nîn be jî! Divê em jibîrnekin ku, dema T. Akçam vê rapora xwe dinivîsand, endamên MHPê bi awayekî girseyî beşdarê “tîmên taybet” yên artêşa Tirk dibûn. Li Kurdistanê em baş bi îcraata van tîmên taybet dizanin: Di nav artêşa Tirk da hêza ku herî zêde ji dil û can Kurdan dikûşt ev tîmên taybet bûn. Em ewan ji fotografên wan nasdikin: Gustîlkên bi ‘sê hîlal’ û ‘serê gur’ û bi desta çêkirina îşareta “serê gur”.

Di vê bernameyê da, M. Bayrak ji me ra behsa ji salên 1840an û pê va polîtîkaya Ermenîyan yê li himberê Kurdan dike û çewa di serdema şikandina mîrektîyên Kurdistanê da Ermenî bi liv û tevgerên xwe dixwazin xwe li ber dilê Osmanîyan xweş bikin. Wek mînak, di wan salan da çewa artêşa Osmanî bi hêzekî mezin êrîşê ser Kurdên Qizilbaş yên herema Torosa Navîn (herama Meraş’ê, rojavayê Meletye’yê û rojhilatê Qeyserî’yê) dike û paşê li ber Kurdan dişkê, hingê çewa Ermenîyên navçeya Zeytûnê diçin hewara artêşa Osmanîyan û bi vî awayî bi hev ra Kurdan dişkînin û dest bi kuştinê dikin.

Mehmet Bayrak, di vê bernamê da ji me ra behsa serpêhatîyekî xwe jî dike: Dibêje ku, “dema ku ez di TRTê (sazîya Radyo û Televîzyona Tirkîyê) da wek nûçegihan karmend bûm, di dema ku mîlîtanên Ermenîyan dîplomatên Tirkan dikuşt (ji sala 1973yan û pê va S. B.), dema ku komkujîya Ermenîyan ê bihata rojevê, rayaderên dewletê (ya Tirkan) dihatin dersan, semîneran didan me karmendan, da ku, ka ê polîtîkaya me ya weşangerîyê di vê mesala Ermenîyan da çewa be.” M. Bayrak didomîne “Bi taybetî gotinên şefê Maseya Ermenîya ya Wezareta Dervayê baş tên bîra min, wek îroj di nav guhên min da ne.”, di derbarê vê mijarê da ji me ra behsa 3 bingehên polîtîkaya dewleta Tirka kir:

“1- qetlîama Ermenîya neqewimîye.

2- Ku di vîya da em sernekebin, hingê em ê bêjin ku di nav şer da ji her du alîyan jî qetlîam û kuştin çêbûne.

3- Ku em di vir da jî sernekebin, hingê em ê bibêjin ku Kurdan Ermenîyan qir kir.” (Binêre:38:00)

Her wusa di vê bernamê da, dîsa Mehmet Bayrak ji me ra dibêje ku “bêyî ku em Plana İslahata Şarkê bizanibin, em nikarin ne pirsgirêka Kurdan û ne jî pirsgirêka Ermenîyan baş fêhmkin. Ev plana nepenî di sala 1925a da tê amadekirin. “Ev plan li ser nefîkirina mecbûrî, kuştin, asîmîlekirin û tirkkirina Kurdan e. Di vê planê da, li Kurdistanê ji bo ew derên (cî, mal, milk) ku ji Ermenîyan valabûye jî, tê gotin ku ev mal û milk divê bi tu awayê nekebe destê Kurdan, ku li hin deveran ketibe destê Kurdan divê ji wan were sitandin, divê bi îcarî (kirê) jî nedin Kurdan. Divê Tirkên ku ji Qafkasya, Îran û yên ji Balkanan hatine Tirkîyê û Lazên herema Derya Reş bibin xwedîyê vî mal û milkî, da ku demografîya Kurdistanê were guhartin. Dewletê vê plana xwe pêkanî, lê Ermenî dibêjin qê, piştî komkujîyê Kurdan dest danîne ser mal û milkên wan.” 

Beşa diduya ya vê nivîsê heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin