
Mehmet Can Azbay: Şêx Seîd û rêberên me yên neteweyî rûmeta me ne, em berdewamîya doza wan in
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 100 salîya darve kirina Şêx Seîd û hevalên wî de semînerek li dar xist.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di semînerê de axaftinek kir.
Beşdarên hêja
Xebatkarên ragihandinê û mêvanên ezîz,
Di 100 salîya şehadeta wan de, em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Serokê Tevgera Azadîyê ya Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 100 sal berê, di roja 29ê Hezîrana 1925an de, ji alîyê Dewleta Tirk ve li Amedê hatin darve kirin.
Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve, bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî, ji alîyê Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqe ve, bi cezaya îdamê hatin cezakirin û hatin darvekirin.
Rêzdaran,
Gotinek Efrîkî heye, dibêjin: “Heta ku şêr dîroka xwe nenivîsînin, wê di hemû çîrokên nêçîrê de, pesnê nêçîrvanan bê dayîn.”
Ji ber ku hemû rûpelên dîroka me bi komkujî, bi jenosayd, bi talan û surgunan; bi kuştin û zindan kirinê hatîye nivîsandin, 365 rojên sale, êş û bîrînên me, hest û xemgînîyên me radixe ber çavan.
Ji ber vê yekê em dikarin bi hêsanî bibêjin: Milletên dîroka xwe nizanibin, sedem û sebebên şikestin û têkçûna rojên derbasbûyî nizanibin û ji derfetên zanabûnê bêpar bimînin, wê dîroka xwe, ji çavkanî û argumanên serdestan û bi zimanê wan fêr bibin. Ev jî wê tesîrek negatîf li ser lênêrînên me yên derbarê bûyerên dîrokî de bike. Wê xwendin û nîrxandina me di bin bandora çavkanîyên fermî de bimînin. Gava hinek alîyên sîyasî rabin bi hişmendî û bertekên xwe, lênêrînên xwe bi argumanên dagirkeran bînin ziman an formole bikin, derbasbûyina milletê xwe û bûyerên qewimîne bi berçavkên dagirkeran bi nîrxînin, wê gavê pêwîst nake bejin dijmînê me heye…
Em hemû baş dizanin heta niha di derbarê Berxwedana 1925an de bi sedan pirtûk hatine çapkirin. Bi hezaran belge û dokoman ji arşîvên dewletan hatine tomar kirin. Bi hezaran makale û lêkolînên cuda hatine amade kirin. Di nav wan belgeyan de heta niha tu belgeyek lênêrînên dewleta Tirk piştrast bike tuneye. İsmet Înonu di bîr anîn xwe de dibeje: “Me gelek hewlda lê me pêwendîyên Şêx Said û îngilîzan tespit nekir.”
Berîya her tiştî dixwazim vê yekê bêjim ku, dewleta Tirk bi xêra dewletên Îngilîz, Fransiz û Rûsan hate damezrandin û li ser pîya maye.
Mixabin hinek alîyên sîyasî û kesayet, li ser navê gelê Kurd nêrîn û nîrxandinên xwe yên di derbarê tevgera 1925 an de di çerçewa lênêrînên fermî de tespit kir û nîrxandin. Ev nêrînên Dewleta Tirk, ji alîyê kemalistan ve hatibûn amade kirin, hinek alîyên çepên Tirk jî li ser van nêrînan Tevgera Kurdan a 1925an wek tevgereke paşverû lanse kirin.
Nîrxandin û şîrove kirina bûyerên dîrokî divê li gorî şert û mercên wê deme be. Konjektora Dinê, sosyolojîya civatê, avantaj û dezavantajên demê divê em baş bizanibin. Di berbanga parve kirina bazara dine de, rola milletê kurd çibû, dikarin çibikira divê baş bê analiz kirin. Gelo tevgera Kurdî çiqas bi rêxistinbû? Stratejîyek netewî û rêxistinek bi hêz hebû an tunebû divê baş analizkirin.
Divê em tevgera mîlî bi têgeha serhildanê an berxwedanê pênase bikin
Dewleta dagirker bi provaksîyon û hewldanan di heman deman de, xwestîye pêşî li tevgera Kurdî bigirin. Berxwedana milletê Kurd weke “îsyan” bi navdikin û xestine qetlîamên xwe meşru nîşan bidin.
Bingeha sîyaseta xwe li ser zemîna red, înkar û tune kirina miletê Kurd ava kirîye.
Dewlet, di heman deman de berxwedanên gelê Kurd weke “îsyana kesayetan” pênase kirîye û dike.
Mînak:
Berxwedana Koçgirî weke îsyana Elî Şêr bi nav kirîye
Berxwedana 1925 an weke Îsyana Şêx Saîd bi nav kirîye
Berxwedana Dêrsimê weke îsyana Seyîd Riza bi nav kirîye
Berxwedana Agirî weke îsyana Îhsan Nûrî paşa bi nav kirîye.
Em dikarin van mînakan zede bikin, lê ya pêwîst ewe ku em baş bizanibin dewlet çima rastîyayan vedişêre û çima çîrokên xwe li ser civatê ferz dike? Ji ber çi dewleta Tirk xwestîye wesfê milî veşêre û wê berxwedanê weke bertekek olî û şexsî nîşan bide. Ji raya cîhanê re gotîye ev hewldanek olî û paşverûye, lê di nav cıvata Tirk de jî weke bertekek anarşi an terorî ya li dijî komarê pênase kirîye.
Dewlet bi plan û stratejîyek kûr, bizanyarîyek civakî xwestîye reng û wesfên berxwedana mîlî veşêre, naverokê beravajî bike û weke tevgerek paşverû binîrxine. Raya giştî, bi manîpulasyon û derewan bi xapîne. Sîyaseta xwe ya hovîyane bi hêsanî bi meşîne.
Tevgera 1925an, tevgerek milîye, tevgerek civakîye. Di nav refên tevgerê de ji hemû beşên civatê kesayetên cuda yên temsîlkar hene. Şêx, beg, Axa, rençber, feqîr, dewlemend, gundî û bajarî hene.
Gava em li profîla serok û rêvebirîya tevgera AZADÎ meze dikin, gava em li nûnerên bajar û bajarokan dinhêrin di warê temsîlkarîyê de hemû kesên di civatê xwedî cî ne. Dewlet bi provakasyon û zextan, bi girtin û operasîyonên taybet baskên revebirîya tevgerê şikandîye.
Dr.Fuat, Ekrem Cemîl Paşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Şêx Şerîf, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Yusif Ziya, Xalidê Cibrî, Xalidê Hesenan, Salih Begê Hênê, Şêx Seîdê Pîranê û yên damezrênêrên Tevgera Azadî ne. Hemû bi reng û dengen xwe wêneya sosyolojîya civata Kurdistanê ne. Ev wêne bi xwe xisûsîyeta berxwedanê radixe ber çavan.
Şêx Seîd, serokekî netewî, olî û civakî, yê miletê Kurd û yê gelê Kurdistanê bû.
Berxwedana 1925 an bi tevahî du meh dom kirîye, lê bandora wê li ser civatê têra xwe zede bûye û berxwe ve fireh bûye. (Bê kontrol weke lehîyê herikîye).
Bingeha rêveberîya Tevgera Azadî ji du beşên civatê pêk tê, beşek jê leşkerin, îdarekarên heremê ne, serokê eşîret û malbatan e! Beşa din jî kesayetên rêvebirên civatê yên sivîl û rûhanî ne.
Em baş dizanin tevgera 1925 an bûye qûrbana berjewendîyên dewletên desthilatdar û yên heremê. Rûsya, îngîltere û Fransa bi şêweyek hevbeş piştgir û alîkarê dewleta Tirkbûn. Di ware leşkerî, dîplomasî û aborî de şirîkê qetlîaman; di ware hûqûqê de jî mesûlên dîrokîne.
Di wê pêvajoyê de nakokîyên di navbera Îngîltere û Fransa tesîrek xirab li tevgera Kurdî kirîye.
Mesela Mûsûlê bi sere xwe cîhê lêkolînek cuda ye. Kod û sirên bazarîya li ser Kurdistanê di belgeyên Lozanê de cîh digirin.
Dîsa têkilîyên navbera Bolşevîk û Kemalistan de bi taybetî divê mirov li ser bisekine. Yekîtîya Sovyetê bi her awayî piştgirîya rejîma Kemalist kirîye û li dijberê tevgera Kurdî, hevalbendî û şirîkatîya dewletên emperyalist û dagirker kirine. Divê ev rastî baş bê zanîn û neyê ji bîr kirin.
Dewleta Tirk û dewlata Îngîlîz ji bo berjewendîyên xwe, ji bo Mûsûl û mesela nefte Kurd kirine kurban. Sîyaseta tunekirin û bêstatuyê hatîye pejirandin.
Nûnerên rêzdar ên ragehandinê, Kurdistanîyên hêja
Ev berxwedan û serîhildana ku bi serokatîya Şêx Seîd pêk hat, di encamê de bi qetil kirina bi deh hezaran Kurdan û bi şewitandin û wêran kirina bi sedan gundan di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe girt.
Serîhildan û Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd efendî, li dijî sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tune hesibandin û tune kirina miletê Kurd û tune hesibandina mafê wî yên netewî û demokratîk pêk hatibû; nîşan û sembola rûmet û hebûna miletê Kurd bû, nîşana daxwaza mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û nîşana dazwaza azadîya Kurdistanê bû.
Ew agirê ku Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û hevalên wan ji bo azadîyê pêxistibûn, berdewamîyê agirê azadîyê yê ku sed sal berîya wan hatibû pêxistin û ew agir piştî wan jî netemirî. Ew hişmendî û hestên netewî, niştimanî yên Şêx Seîd efendî û hevalên wî , weke pêleke doza azadîyê berê xwe dan Agirîyê, Dêrsimê , ji wê derê çûn Mehabadê û nuha jî li Hewlêrê li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûye ala serfirazîyê û li ba dibin. Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me, jibo mafên xwe yên netewî û demokratîk têdikoşe. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî agirê azadîyê di astên cuda û bi şêweyên cuda, bêwestan pêdikeve.
Îro, li her çar perçeyên Kurdistanê jî, ji bo ku em bikaribin ala azadîyê hilbidin û biserkevin; berîya her tiştî divê em li her perçeyekî Kurdistanê hevkarî, bi hevre xebat, tifaq û yekitîyên neteweyî, niştimanî pêk bînin. Divê em di nava her çarperçeyên Kurdistanê de dîyalog, li hevxwedî derketin, alîkarî û piştgirîyê xurt bikin, dive em di nav her çar perçeyan de koordînasyoneke milî ava bikin. Em nebin yek; emê nikaribin van qeydên dagirkerîyê bişkînin.
Dewleta Tirkîyeyê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û hevalên wan darvekirin û bi dehhezaran kurd qetil kirin. Piştî qetil kirina wan jî, ev sed sale bi awayên cuda cuda êrîşên ne mirovane dibin ser kesayeta wan. Dixwazin wan biçûk bixin, heqaret li wan bikin.
Em baş dizanin ku tu êrîş û heqaret nikarin rê li ber hişmendîya netewî bigre. Wê rêberên me yên milî di dilê nevîyên xwe de bijîn, wê her dem bîr û bawerî û kesayeta wan rêya têkoşîna azadîya Kurdistanê rohnî bike.
Îro jî hem Dewleta Tirkîyeyê û hinek partîyên wan ên nîjadperest û şowen her heqaretê li rêbrên me dikin. Lê belê em dibînin ku hinek sîyasetmedar û qaşo alîyên kurd jî, heqaretan li rêberên me yên milî Şêx Seîd, Seyîd Riza û yên din dikin, dixwazin wan bêîtîbar bikin.
Em cardin bi dengekî berz dibêjin heqaretên ku li rêberên me yên milî tê kirin red dikin, şermezar dikin. Em bi serbilindî dibêjin rêberên me yên milî rûmeta me ne, em berdewamîya doz û têkoşîna wan in.
Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan, ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran, cîhê mezelê Seîdê Nûrsî eşkere bike.
Di 100 salîya darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr. Fuad, bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Rêz û silav.
29.06.2025
Mehmet Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin