Parêzereke jin a ku Heşda Şeibî rexne kiribû li Bexdayê hate girtin

Parêzereke jin a ku Heşda Şeibî rexne kiribû li Bexdayê hate girtin

.

A+A-

Hate ragihandin ku parêzereke jin li Bexdayê ji ber rexnekirina milîsên Heşdî Şeibî hate girtin.

Li gorî medya Iraqê, parêzera jin Zeyneb Cewad, ku berê li ser mijarên cûrbecûr axivî ye, beşdarî kanaleke Iraqî bûye û rexne li Heşdî Şeibî kirine.

Parêzera jin vê dawiyê jî li ser şerê Îran-Îsraîlê û çarenivîsa milîsên Heşdî Şeibî nêrînên xwe anîne ziman.

Li gorî çavkaniyên medya iraqî li ser gotinên xwe yên li ser milîsên Heşdî Şeibî ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve hatiye girtin û girtina wê niha bûye sedema bertekan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin