Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Sedemên ku xwarina goştê beraz di nav baweriya civaka Ezdî û gelek qewmên dinê de qedexe û gunhe çine

A+A-

 

 

„11. Qedexeya goştê Beraz

 

A. Di nav gelên kevnar de

Bi taybetî ne weke tê texmînkirin ku, qedexekirina nexwarina goştê beraz ne nêrîneke nû û bi hatina baweriya olên semavî (Cihûtî, Îslam) ve girêdaye, ew di nav baweriya qewmên gelekî kevintir de heye û ne girêdayî olê ye .“

 

Dîroknasê kevn Herodotos di derheqê nirxandinên Misiriyan, yên li ser berazan gotine, gelek agahdariyên balkêş dibêje.”Misiriyan beraz weke heywanekî ne paqij didîtin. Wexta beraz li kesekî biketa, xwe tevî libasan diavîta nava avê û xwe baqij dişûşt. Şivanê berazan ne dikete nav civakê û ti kesî keçên xwe nedidane şivan. Şivan tenê di nav xizmên şivanan de dizewicîn. Misiriyan tevî van astengiyan jî beraz xwedîdikirin, lê ji xeynî xwedawend Selene û Dioysos ne dikirine qurban. Ji ber çê tenê di van cejnan de û cejnên dinê de na? Ez jî dizanim sedemekî bersiva vê pirsê heye, lê layîq nabînim qalbikim.

 

Klaus E. Müller di berhema xwe ya li ser bîr û baweriyên civakên qaşo- Îslamî, yên ku  di wextê xwe de li  welatê me Asyaya Biçûk û niha  îroyîn zindî dijîn hinek agahdariyên dirêj li ser beraz dibêje; Li Sûriyê, di kulta Atargatis de diyar dike ku, xwarina goştê beraz li gor baweriya Kibele-Attis qedexe ye. Erdnîgarê Amasîya yê mehşûr Strabon (XII, 8, 9) qedexe danîbûne ser derbaskirina beraz, ya nav bajarê Pontus Komana yê nivîsiye. Beraz beriya zayînê  li Ermenîstanê nepaqij û pîs bû. Sedema ku Cihuyan goştê beraz nedixwarin, rêzdarî û îbadeta ji bo Plutarkhos bû.

 

 

B. Qedexekirina berazan di olên semavî de

 

Kitab-ı Muqades , Ahd-ı Atik (Leviticus 11, 7) de goştê kîjan heywanan bê û neyê xwarin dirêj dihejmêre. Piraniya heywanên ku goştên wan bê xwarin yên dû neynûk-sim û kaydikin bingehê datîne. Di Quranê û di sûreya Beqere de goştê beraz "heram" e. Zana bawer dikin qedexekirina goştê beraz beriya ku pêxember qedexebikin hebû. Qedexe ne bi dîna ra hatine. Bi rastî heye ku ew ji hêla hinekan ve di nav pirtûkên pîroz de buye qanûn û bi vî awayî tê gotin. Lê qedexekirina berazan di beriya hatina  olên semavî-Bihiştî de hebûye

 

C. Sedemên qedexekirina beraz

 

Mirovê îroyîn ji bo her bûyerekê xwedî sedemeke aqilane ye. Sedema qedexekirina goştê beraz pêşî ji ber ku pir rûn e nexweşiyê çêdike. Li gorî nêrînê ew di avhewa germ de zû xirab dibe û nexweşîyeke bi navê trişin jê peydadibe. Her weha ev heywan her tiştî di rê de dixwe. Heywaneke pîs û xwînxwar e. Bi rastî beraz hemû çopê malê, sebze, laş, kelax , kêzikan û hwd.dixwin. Gava ku wan can û cesedan dixwe salê du caran, her carê ji dû heta bîstûçar cewrikan çêdike. Ev heywan ji bona şîr ê wê têr çêbibe, carnan jî dikare cewrikên xwe bixo. Ev tev di mirovan de li hember wî hestekî nefretê çêdikin.

Goştê beraz ji yên gelek heywanên din rûntir e. Ew di germê de zûtir xirab dibe û dibe sedema hinek nerehetîyan. Heta îdiaya ku baktariyên wî gelek caran dibe sedemên nexweşiya“cüzzam“ê ,zirarê li demaran,  çerm, çav û hem jî parzûna poz dike.  Mesele  Tacitus dibêje, Îsraêlî ji ber telûka nexweşiya “cüzzam“ê goştê beraz nedixwarin .Lêbelê Plutarkhos dibêje, sedemên vê nexwarina goştê beraz baweriya olî ye . Her çend guman e ku goştê beraz dibe sedema mirinê jî, ew li herêmên ekvatoral Afrika, Awistralya , Gîneya Nû û başûrê deryaya giravan ku gelekî germên jî pir tê xwarin. Ji ber ku ew tehlûke û kêmasiyên hanê li van hêrêman ne bi qasî ku tê fikirîn mezin in. Wekî dinê goştê yê mîna pez jî bi rûnen û ew li her derê têne xwarin.

 

Semjonow dibêje, qedexekirina goştê beraz ne ji ber sedemên tenduristiyê ye û diyar dike ku : “ di demên kevnare de jî bi xwarina goştê beraz ra jehrî û nexweşî bê guman pêk hatine. Lê  ne Kitab-ı Mukkades, ne Talmud û ne jî Quranê di vî warî de behsa buyereke wisa kirine.. Vêca  gava pêxemberan ev sedemên tenduristiyê ferz bidîtina , ewan ê ev yek bigotana."

 

Gava meriv li Ewropayê jî goştê ku li bazaran hatêne firotin dinêre, yekem car li dewletên piçûk yên Almanyayê di sedsala 18-an de ji bo feydeyên tenduristiyê hatine lêkolînkirin  û têfêhmkirin ku, fikarên tenduristiyê di dîrokê de pir şûnde derketiye pêş.

 

Baweriya navê beraz kengî li Rojhilat û bi navê kê xerab bû ye, tu kes nikare teqez bêje: " Li Asyaya Biçûk berî zayînê bi sedên salan  baweriya bi Adonis-koltu hebuye. Li gor vê jî Xwedawenda evînê xortê spehî yê ku jê hez dikir Adonis dihate bawerîkirin. Ew Adonis bi destê Aras yê bişiklekî berazekî nêr bû, birîndar bû û hat kuştin. Ji ber wê bû her sal di dawiya biharê de li Yewnanîstanê û li Asyaya Biçûk şîn hebû û jin digirîyan. Ji ber vê yekê yên ku îtîbara beraz xera kirin jin bûn.

 

Nivîskar ji ber vê yekê bi gotina çîrokeke mîtolojîk dibêje, yên ku îtîbara beraz xera kirin jin bûn û qedexekirina goştê beraz dibe ku bi "baweriya totem" re têkildar be. Weke ku tê zanîn Totemîzm, xwerêvebirina hin qebîle û koman e. …*1“

 

Hêjayan, xwandevan û guhdarên ku parvekirinên min dişopînn   ,

bêguman, di vê pirtûkê de hîna gelek agahî û lêkolînên binirx , tevî hemû çavkaniyên wan, li ser vê mijara min daye xwanê cîh girtine hene.

 

Gorî xwandin û fêhmdariya min, evan ilimdarên Êzdiyatiyê yên ku we nirxandinên wan guhdarîkirine jî , weke van agahiyên ku min ji we ra xwandin,  gelekî zelal dane xwanê ku, sedemên „qedexekirin û nexwarina goştê beraz di nav baweriya civaka Ezdî û gelek qewmên dinê de, gelekî beriya hatina olên semevî de hebûne û ew ne tenê bi baweriya olî ve girêdayîbûne.“ 

 

Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê

 

*1- Ev agahdariyan ji ber pirtûka birêz Turgut Akpinar , di rûp.:83-87 de dane xwanêkirin û min ew li gorî zanîna xwe wergerandine  Kurdî!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin