Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li gorî qewl û ilimê Êzdiyatiyê hesabê salnama îd û arafatên Êzdiyan yekbûn û divê ew dîsa li gorî berê bibine yek

A+A-

 

Keremkin binêrin, ka Xwedê jê razî limdarê çiyayê Şengalê Feqîr Cirdo Evdo, di zanîn û nirxandinên xwe yên li ser mijara hesabê îd û arafatên me yekbûn û divê ew dîsa li gorî ilimê Êzdiyatiyê bibine yek de çi dibêje : 

 

 

„Kek Kemal, kesê kitaba binivîse û alim be hesabekî zahfî li ser e. Heke ew kes şaş bibêje û bipeyîve Rebê Alemîn wê hesaba jê bike. Pêwîste ew kes li meyla Xwedê bipeyîve hetanekî kêfa batinê jê ra tê û dihîhe ya xêrê.

 

Hesabekî mezin li ser alim û xwandevanên Êzdiyan yên ku, gehîştine dereceyeke bilind jî heye. Gava yê alim ji dîn û sere rast bipeyîve , hesabê li ser  wî ji yên zanên civakî bêtir heye.

 

Niha ku 20 hesabdarên çiyayê Şengalê hene, nizanim di welatê Şêx de çend heb têde hene. Lê dizanim gelek hesabdar di çiyayê Şengalê de hene . Min bixwe jî hesabê salê ne pirsiye. Careke Mam Sîno gote min bipirsa, min jî got ez ê bipirsim, lê Berkatê Birahîm got, na  tû yî bîhntengî, tû yî xelqê şerbikin. Min ne pirsî.

 

12 mehin, wextê yekî got, hevçendî kanûnê ye û ne rast be, ew î li batinê derewa kir. Wexêtê go, heçendî sibatê, adarê , nîsanê, gulanê, hizîranê, temûzê, tabaxê , êlûnê, çiriyê, çiriya diye û kanûnê ye û ne ras be, dibe di salê de duwazde cara li batinê derewkirin.

 

A dîtirê wextê got, hevçendî çileye, divê bizani be Xwedê  li ezmana çêkiriye û li erda ji wan ra hatiye çêkiron. Divê oldarên Êzdiyan, Cihu û îslamê bi zanbin, Rebê Alemîn salê ji cîh nabe. Wextê Rebê Alemîn teşkîl şande nav Tewretê, incîlê, Quranê û ilim de, her yekî teşkîleke wî şand. Lazime ew teşkîl neyê xayrandin. Hesaba salê , mehê , îd û arafat şixwlê Rebê Alemînin, ew jî eynandîne . Bangê wan li bihûş û cenetê de jî çêdibin. Lazime ev teşkîl neyê xayrandin.Wextê beşer ev xayîrand, ew bê cewab dibe.

 

Qanûnê dîn, min nizanî li ba batinê nîne. Waye batinî dibêje cihuyan tewrat, fila încîl, îslamê quran û êzdiyan ilim ji we ra hat. Batin hukim dike.

Dibêje,

li dendûlê danê,

li girtinê , danê û standinê

Padşê min hukim dike li meclisê, dîwanê.

 

Ewê sirê şiqil li dora dikir

Ew ê sibrê bi cendê Şêx Zendîn girtin ji Lalişê hinarte misir.

 

 

Şeş îd rismî ne, bangên wan çewa li erda , cinet û bihûştê çêdibin.

 

Teşkîlêt wan dane oldarên Êzîdyan, weke ku meriv xerîteyekê bidine destê yekî û bikêrnayê ew wê xerîtê şaşbikin. Qanûna wê dahêtê yanî ew qanûn di daxilî ilim da teslîmî beşeriyê kirine.

 

Wextê ku beşerî got, filan îda û heke li ba mêr û meleka ne îd be , ew î beşerî derewkir û ew beşerê bi xwe bêyite hesibandin.

 

Ilmê Xwedê dibêje, hincîya heq dibe bankêrî, wê maşê zebêniya bi destên kesîva nasipêrin. Wextê beşer heqiya Xwedê ne heq bike, batin zebîniyên wî nadine yekî, maşê zebêniya û girtina zebêniya ye.

 

Heke zilam bi ne rastiyê diçine pêş, ewa pûça. Feyd zilam bi heqî û rastiya Xwedê pêşdadiçin. Ew ji beşer ra bi hesab be. Ev rûspîtiya dinyayê û axretê ye.

 

Hesabekê ji terefê batinê ve li oldarên Êzdiyan çêbive, heke mahdî , heke çûna axretê û heke roja qiyametê be . Wê bêjine wan were hûn bi şixulê Xwedê di peyîvin, çawa bi xatirana û birimetane we ha kiroye.

 

Di emirê min de çiyayê şengalê zêdeyî 20 caran ji welatê şêx xwastiye, werin em li gorî qewl û ilmê Şêx Adî û Melik Fexredîn şandî li gel hev rûnên û wan nekiriye.

 

Ez î li civata Simêhê Sirda de sekinîbûm , bavê Xeto yê Bavêşêx ji Mam Sîno û Berkatê Brahîm daxwazkir.

Mam Sîno gote Bavêşêx, hesabê îd û arafatên me li gorî ilim(tabihê) in. Ilim dibêje,

ez ji ba wî nazil bûm bi ilim û dihan.

Ev jî di qewlê mehan de xwanê û hesab dibe.

 

Bavêşêx niha emrê Xwedê kiriye û bi kêrnayê zilam li ser tiştan bêjin. Bavêşêx Xeto hingê go, min dî ev hesabê li ba we hesabê mergehê bû. Lê extiyarên mala me qbûlnekirin , gotin ku em hesabdarê welêt bûn. Me hesab nekir, em çûne ser hesabê Başihk , Bahzana û şerqî. Got, ez bi welêt nikaim, lê bi we dikarim.

 

Mam Sîno gote Babêşêx, tû extiyarî , bavê Êzîdiya yî û li ser ciyê delîlayî, heke tû daxwazbikî, em ê bi dûciyan rojiyan bigrin. Em rojiyên xwe na terkînin, xelefa me li Xwedê û ne zahmete, em ê bi dûciyan rojî bigrin.

 

Bavşêx çû ber rahmeta Xwedê !

Ilimdara dû - sê sala hersê rojiyên Êzî li gorî hesabê welat û feqîran digirtin. Piştî sê salan gotin, hewe xelas em ê rojiyên xwe li ser hesabê xwe yê berê bigririn.

 

Allah pê zane, heke hesabê Feqîra û Mala dayê Zero ya bi kerem bûya , minê bi yê Bavêşêx kiribuya.

Ilim, qanûn û cewaba Şêx Adî ji ya me hemûya mestira. Heker beşer bi ya  lilim nekir, xetere , xeter.

Niha eger pîrekî weke te û şêxek ji bo şixwlekî hatine ba Bavêşêx, Pêşîmam, Meclisa ruhanî û ewan got, ev tişt li ilim neyê , em ê pîraniyekê lêkin û em ê bangî Şêx Adî bikin, bikêrtê ku Şêx Adî wî tiştî afûbike û qebûlbika. Wextê tiştek li qewla bê û milet ew tişt biqanûn ne meşand xetere.

 

Gava li ser qanûnên asasî, li ser ilim û ji alimekî bi peyîvî û ew alim ji qewla bipeyîve , hingê ti pê serbilindî. Wextê telbek li te hatekirin, tê bêjî , filan alimî ji min ra gotiye. Alimê bibêje bisekinin di hedê xwe de, ava şixwlî aha ye.

 

Me ev ilim ne ji ber dîwara û çola hilgirtiye. Me ji wan alima hilgirtiye , yên ku weke Mam Sîno ,Mam Îso , Koçek Selman, Koçek Eylasê Bahzanî, Koçek Silo.. xwedî kerem bûn.

 

Dawiyê de dîsa dibêjim binivisîne, dîn Şerfedîn e, atqat Siltan Êzîde û heke te bidirûstî nivîsand , tê xêrê bînî û silavên min ji te ra hene. „

 

Ji ber axaftina ilimdarê çiyayê Şengalê Feqîr Cirdo Evdo- 22.12.2021-

 

Ez hêvî ji ilimdar, oldar û rewşenbîrên Êzdiyan dikim, ew  ji Mîrê Êzdîyên cîhanê û Endamên Meclisa Ruhaniyên Êzdîtiyê ya Bilind daxwaz bikin, bila ew „hesabê îd û arafatên me li gorî qewl û ilim dibêje“ bikine yek.

 

Kemal Tolan-xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê https://www.facebook.com/100006170713219/videos/pcb.3154181571464169/624167015396416

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin