Îdrîs-î Bidlîsî (1452-1520)
Siddik BOZARSLAN
Bavê wî Şêx Husameddîn Alî yê Bidlîsî, li Dîyarbekrê katibê Saraya (koşka) Uzun Hasan bûye ku sultanê Akkoyunîyan e. Dema Koşka Uzun Hasan di 1469an da neqlê Tebrîzê ya paytext dibe, ew jî li wir cîwar dibe. Î. Bidlîsî, piştî mirina bavê xwe ew dest bi katibîyê dike û karê bavê xwe didomîne. Lê dema Sefewî dawî li hukmê dewleta Akkoyunîyan tînin, Î. Bidlîsî ji Tebrîzê direve Stanbulê û dikeve şûna bavê xwe, yanî karê katibîyê didomîne. Ne pêwist e ku mirov bêje, karê katibîya Koşka Sultan, ne karekî ji rêzê ye. Ew karekî gelek xesas e û divê bi bîr û bawerîyeke qeîm girêdayê sultan be û bê guman sultan jî jê bawer be. Yanî bi dualî bawerîyeke temam divê di navbera wan da hebe. Loma nirxandina li ser Îdrîs-î Bidlîsî, divê di çarçoveyeka îlmî da were kirin. Bi awayeke hêsa û ne îlmî jibo wî ku heta nuha hatine kirin, nirxandinên ne rast in û ji heqîqetên civatî û sîyasî yên wê demê dûr in.
Jibo têkilîyên Yavuz Sultan Selîm û Îdrîs-î Bidlîsî û di wê çarçoveyê da fermannameyeke Yavuz Sultan Selîm ku ji Î. Bidlîsî ra rêkirîye giring e. Ji naveroka wê fermannameyê mirov têdigihe ku di nav wan herduyan da bawerîyeke qeîm heye. Loma min pêwist dît ku wê fermannameyê bi kurdî biweşînim:
”Jibo Hezretî Mewlana Hekîm Şêx Îdrîs, xwedîyê fezîletan û dostê sultanan!
Bila haya te jê hebe ku nameya te gîhaşt me. Bi saya serê xerckirina hemî xîretên we, xebatên we yên sadakatê û durûstîya we, fetihkirina Dîyarbekrê û derdorên wê mumkûn bû. Ji ber vê serfîrazîya we, bila rûyê we sipî be. Înşallah ew şeref bibe para we ku derên dî jî werin fetihkirin. Di vî derbarî da yê ku ez pê bawerîyê dikim, tenê tu yî.”
”Jibo di karên rêvebirîyê da werin xebitandin û li eskeran werin belavkirin, digel tahsîsata pêwist du hezar (2000) şûrên bi zêr nexişkirî, du hezar (2000) sikke zêrên Frenk, Filorî, yek samûr û yek kurkê vaşak û wekî dî çuha û ji cinsên cuda /cîyê kurkek û dîyarîyên cîyê hatin rêkirin. Înşallah ewana bi silametî bigihîn we. Bi sîhhet û silamet wan bikar bînin.
Li wîlayetan, li sancakên ku min wan parve kir, begên kurd ên ji me ra îtaatê kirine, li gora kirdayetê û lîyakatan wan taîn bike (hilbijêre).
”Mehmet Paşa ku Begêbegan yê Dîyarbekirî ye û ji alîyê me ve rûmeta (qîmeta) wî pir mezin e, bi Nîşan-î Şerefa min ve îmzakirî ye, ez wê dişeyînim (rê dikim). Ji wî ra teqdîm bikin. Li herêmê rewşa wîlayetan û sancakên ku ji her begî ra hatîye dayîn, rewşa jimareyên wan û lakabên began, navên wan ji me ra rêkin.
Nîşanên ku jibo began hatine rêkirin, ji wan ra taqdîm bikin.
Kurê Erdebîlî Îsmaîl (Şah Îsmaîl), bi navên Behram Axa û Huseyin Beg, du elçî (qasid) rêkirîye. Ew didin dîyarkirin ku Îsmaîl ji min ra îtaatê dike û her fermanê min dê bîne cî. Min ji wan bawer nekir û her duyan jî avête zindanê. Tu jî li hemberî wî hişyar be û bawerî bi lavakirina wan neke.
Darulhîlafet- Edirne” (9)
Wek di vê nivîsara padîşahê osmanî da xuya dibe û wek ku em di emelê (pratika) Î. Bidlîsî da jî dibînin ku min li jor jî dabû zanîn ku di navbera her duyan da bîrûbawerîyeke temam heye. Jibo Î. Bidlîsî, ev hewildanên wî bê guman hewildanên civatî, sîyasî û nasnameyî û kedîkirina ideolojiyek e ku van faktoran hemî jibo Î. Bidlîsî êdî bûne wek kultûrek ku wî wê kultûre ji babê xwe jî girtîye û ji rewşa eşîr û mîrekîyên civata xwe jî girtîye. Loma ev mijar jibo min dibe nirxandineke piralî ku di nivîsareka dî da ez dê wê binirxînim, her wek ku min di anekdota jorîn da jî daye zanîn. Mîsal: Îdrîs-î Bidlîsî çima hewce dîtîye ku li ser jîyana padîşahan kitêb binivîse û jîyana padîşahan wek bihişt (cennet) bi nav bike ku ew padîşahên ku ewladên xwe jî kuştine û wd..
Wek mîsal, Kanunî Sultan Suleyman, 6 nebîyên (torunên) xwe û 3 kurên xwe daye kuştin ku ji wan kurê wî yek 3 salî bûye. Dîsa mîsalek jibo Yavuz Sultan Selîm mirov dikare nîşan bide. Yavuz, dema dest bi kar kirîye, ewil wî birayên xwe Şah, Alem Şah, Mahmut û kurên Mahmut Mehmet, Musa, Emîn, Orhan û Osman bi xeniqandinê kuştîye û paşê birayê xwe yê mezin Korkut kuştîye. Wî birayê xwe Ahmet jî bi şikenceyê kuştîye û laşê wî di nav gel da teşhîr kirîye. Wî 5 kurên birayê xwe yên li Bursayê bûne, vexwendîye Stanbulê û hemîyan kuştîye. Yanî wî ji sulala xwe kes sax nehiştîye û serê wezîrekî xwe jî bi destê xwe birîye û di heqîba xwe da bi mehan gerandîye. Ev cinawirê han, piştî ku li herêma Kurdistanê dibe serdest, ew 50 hezar Kurdên Elewî jî dikuje. (10) Bi rastî vereşana mirov tê dema mirov kirinên wan cinawiran dixwîne. Loma zêde ne hewce ye ez navê sultanên dî binivîsim. Balkêş e ku hin kesên ku nûha rêvebirîya Turkîyeyê dikin; gelek caran pesnên xwe dane ku ew nebîyên Kanunî û Yavuz in û bi wê jî îftîxarê dikin. Mirov nizane çi bêje û binivîse jibo van kesan ku cinawirîya kalên xwe dipesinînin. Xwedê aqil bide van kesên ku rêvebirîya Turkîyeyê dikin…

