Şaredariya Pendîkê jî konsera Niyazî Koyûncûyî asteng kiriye

Şaredariya Pendîkê jî konsera Niyazî Koyûncûyî asteng kiriye

.

A+A-

Şaredariya Pendîkê ya AKPyî, bi mehneya ku muzîkjenekî "nirx û nêrînên" saziya wan nepejirîne, nikare konserekê li qadên Pendîkê bide, beriya pêk bê bi du rojan, konsera Niyazî Koyûncûyî betal kiriye.

Mûzîkjen Niyazî Koyûncûyî aşkere kiriye ku Şaredariya AKPyî konsera wî ya li Pendîkê, navçeya Stenbolê asteng kiriye. 

Di çend rojên derbasbûyî de, Walîtiya Eskîşehîrê Anadolû Fest betal kiribû. Paşê, Şaredariya Derînceyê ya AKPyê konsera Aynûr Doganê ya ku wê di 20ê Gulanê de li Navenda Çandê ya Derînceyê pêk bihata betal kiribû. Di heman rojê de Şaredariya Çayirovayê ya AKPyî şanoya "Don Kîxot" a Şanoya Bajêr a Amedê asteng kiribû. Walîtiya Mûşê jî konsera Metîn - Kemal Kahramanî ya ku diviya di 17ê Gulanê de li Salona Konferansê ya Mala Dersdaran pêk were, beriya wê bi rojekê qedexe kiribû. 

Niyazî Koyûncûyî aşkere kiriye ku beriya konsera wî pêk were bi du rojan, Şaredariya Pendîkê konser asteng kiriye. 

Sedem: "Mûzîkjen nêrînên şaredariyê napejirîne"

Niyazî Koyûncû, birayê hunermendê Laz, Kazim Koyûncûyî ye ku Kazim Koyûncû di sala 2005ê de ji ber pençeşêrê miribû. Niyazî Koyûncûyî derbarê astengkirinê de gotiye: 

► "Şaredariya Pendîkê nehiştiye ez tevlî wê bernameyê bibim û derkevim ser dikê ku Navenda Perwerdeya Gelî ya Pendîkê wê di 25ê Gulanê de li Qada Peravê pêk bianiya.

► Şaredariyê sedema betalkirinê bi van gotinan diyar kiriye ku  muzîkjenekî "nirx û nêrînên" saziya wan nepejirîne, nikare konserekê li qadên Pendîkê bide.

► Digel hemû qedexekirin û cidakirinan, em ê bi hev re û bi dengekî gûrtir bistirên."

Koyûncûyî banga tevlêbûna Mîtînga CHPyê kiribû  

Niyazî Koyûncûyî vîdeoyek girtibû û banga beşdariya mîtînga CHPyê ya ku roja şemiyê li Stenbolê Pêk anîbû kiribû. Komîsyona Çand û Hunerê y Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHPyê ev vîdeo li ser hesabê xwe yê Twitterê yê fermî weşanibû.

 

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin