Şandeke Kurdên Êzidî ji bo Rojava serdana Parlamentoya Ewropayê kir

Şandeke Kurdên Êzidî ji bo Rojava serdana Parlamentoya Ewropayê kir

Li ser daxwaza 2 parlementerên Ewropî, hejmarek ji Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê serdana parlementoya Ewropayê kirine. Mijara Kurdên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê gotûbêj kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parlamentereke Ewropî ji Rûdawê re ragihand, “Em dixwazin ji nêzîk ve rewşa Kurdên Êzidî bişopînin, êş û zehmetîyên ku tê re derbas dibin baş bizanin.”

Parlamentereke Kurd jî dibêje, biryara Yekîtîya Ewropayê ya şermezarkirina êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê giring e û dîyar kir, “Divê Yekîtîya Ewropayê li hember binpêkirinên ku li Rojavayê Kurdistanê, bê deng nemîne.”

Herdu parlamenterên Ewropî yek ji Nemsayê û ya din jî Kurd e û ji Swêdê ye û herdu jî Sosyal Demokrat in.

Hejmareke Êzidîyên Rojavayê Kurdistanê vexwendine Parlamentoya Ewropayê û dixwazin ji wan bi xwe rewşa welatîyên Êzidî bizanin bê ka daxwazên wan çi ne.

Endama Parlamentoya Ewropayê Bettina Vollath, dibêje, “Gihandina zanyarîyan derbarê Êzidîyan de bo Parlamentoya Ewropayê egera sereke ya sazkirina vê panelê bû. Ya yekem, ji bo ku em dîroka dirêj a Êzidîyan bizanin. Ya duyem jî ji bo ku em ji nûnerên siyasî yên wê navçeyê bi xwe bibihîzin ka ew çi ji Yekitiya Ewropayê dixwazin. Erkê me di Parlamentoya Ewropayê de ew e ku em bêdeng nebin û nûnertîya daxwazên Êzidîyan bikin.”

Evîn bi xwe ji hevkara xwe baştir Êzidîyan nas dike û biryara Parlamentoya Ewropayê ya şermezarkirina êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê baş dizane. Çareserîya siyasî û alîkarîyên mirovî jî bi pêwîst dizane.

Endama Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr dibêje, “Dema ku mirov berî 5 salan binêre, komkujîyeke gelek mezin li hemberî Kurdên me yên Êzidî hat kirin ji alîyê terorîstên DAIŞê ve. Îro jî dema ku mirov lê dinêre em dibînin ku bi sed hezaran koçberên Êzidî hene û di rewşeke gelek xerap de dijîn. Ji ber wê yekê gelek girîng e  ku em li aliyekê zêdetir alîkariyên mirovî bikin û li aliyekî jî em li ser rewşa siyasî jî biaxivin ku çareserîyeke siyasî jî bo wê rewşê bibînin.”

Hemû beşdarên gotûbêjê, çareserîya siyasî weke kilîla derîyê bidawîkirina şer û koçberîyê dizanin.

Berpirsa Rêxistina Malek ya Xêrxwaziyê Adil Dawûd jî radigihîne ku heta ev şer dewam bike pêwîstî dê her bi alîkarîyên mirovî hebe.

Piranîya welatên Ewropayê û dezgehên wê ji koçberîya rola Ewropayê dike bi xem in lê derfetên wan ên çareserîya pirsên siyasî di navbera Amerîka û Rûsyayê de aloz dimînin. Bo nimûne, Rojavayê Kurdistanê û rewşa niha ya aloz.

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin