Rewşenbîr û nivîskarên çar perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê hatin ba hev

Rewşenbîr û nivîskarên çar perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê hatin ba hev

Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê, Yekem Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî saz kîr. Ji her perçeyên Kurdistanê û ji cîhanê helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd beşdar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Yekem Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî 19ê Kanûna 2019 li Holî Rewşenbîrî ya Hewlêrê di saet 16.00ê de bi beşdarîya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd ên herçar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê  dest pê kir.

Di merasîma vekerina konferansê de 4 kesên ku jîyana xwe weke helbestvan û nivîskar bexşê edebîyata Kurdî kirine Xelata Pênûsa Zêrîn wergirtin.

Yek ji xelatagira pênûsa zêrîn helbestvan Dayîka Dalyayê ji Rûdawê re dîyar kir ku ji bilî 4 berhem çapkirî yên wê, niha du berhemên ji bo çapkirinê amade ne.

Dayîka Dalyayê, Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî bi kareke hêjayî pênase kir û got: “Kareke gelek baş em weke wêjevan, nivîskar û helbestvan ji çar perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê paytext kom bûne. Em dikarin bibêjin pireke rewşenbîrî di navbera me de çêbû û danûstandinên gelek bihêz hatin kirin. Me ji vê yekê gelek sûd wergirt. Hêvîdar im em dê di karên edebîyat, kultur û zimanê Kurdî de berdewam bin.

Konferansê sê rojan bi çalakî û panelên cor bi cor berdewam kir.

Di roja duyam a konferansê de helbestvanên ji herçar perçeyên Kurdistanê helbestên xwe xwendin.

Helbestvan Berken Bereh ê ji bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê jî yek ji wan kesan bû ku du helbestên xwe xwendin.

Derbarê Konferansa Edebîyata Nûjen a Kurdî Berken Bereh ji Rûdawê re got: “Bi minasebeta vê konferansê me gelej edip, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên ji herçar perçeyên Kurdistanê û ji welatên din ên cîhanê hatine naskirin. Peywendîyeke germ di navbera me de çêbû û me ezmûnên xwe yên derbarê edebîyat, roman, helbest û ziman de ligel hev parve kir. Ez hêvîdarim gelek bernameyên din ên bi vî awayî bêne saz kirin.”

Helbestvan Ciwan Nebî jî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi helbestên xwe beşdarî di konferansê de kir.

Ciwan Nebî dibêje: “Ev konferans gelek girîng e, girîngîya ji wê yekê tê ku ji herçar perçeyên Kurdistanê nivîskar, helbestvan û rewşenbîr beşdar bûne. Gelek girîng e ku pirsên ziman bêne nirxandin û li ser standartkirina zimanê Kurdî gotûbêj bêne kirin. Bi saya konferansên bi vî awayî zimanê Kurdî dê pêşbikeve.”

Beşdarîya mêvan Ronya Çalî jî li hember dîtina nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurd ên ji herçar perçeyên Kurdistanê kêfxweşîya xwe anî ziman û got: “Min dixwest ez zêdetir ciwanên Kurd li vê derê bibînim, çimkî ji bo pêşxistina fikrî pêwîstîya ciwan bêhtir bi çalakîyên bi vî rengî hene.”

Konferans duh şev bi bernameyeke taybet a helbest xwendinê bidawî bû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin