
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
.
Tirkiyeyê ji ber sizayên li ser Rûsyayê kirîna petrolê ya ji welatên din û Îraqê zêde kiriye.
Li gorî du çavkaniyên agahdar û çend çavkaniyên pîşesaziyê, Parzûngeha STARê ku yek ji parzûngehên herî mezin ên Tirkiyeyê ye û di bin xwedaniya kompanyaya SOCARê ya Azerbeycanê de ye, van demên dawî çar barhilgirên petrola xav ji Îraq, Qazaxistan û welatên din kirîne.
Ew rêjeya petrola ku Tirkiye rojane ji bilî Rûsyayê dikire, di navbera 77 û 129 hezar bermîlan de tê texmînkirin.
Ev yek jî nîşan dide ku SOCAR êdî kêmtir pişta xwe bi petrola Rûsyayê girê dide.
Li gorî amarên Kplerê yên ji bo lêkolînên warê enerjiyê, Tirkiye dê meha Çiriya Paşîn 141 hezar bermîl petrola xav a Îraqê bikire.
Ev rêje li gorî 99 hezar bermîlên meha Çiriya Pêşîn û navîniya îsal a ku nêzîkî 80 hezar bermîlî bû, zêdebûneke berbiçav e.
Li gorî amarên Kplerê, di mehên Îlonê û Çiriya Pêşîn de, hema hema tevahiya petrola xav a Parzûngeha STARê ku rojane nêzîkî 210 hezar bermîl bû, ji Rûsyayê hatibû kirîn.
Yekîtiya Ewropayê 23yê meha borî pakêta 19an a sizayên li ser Rûsyayê ragihandibû ku sektora enerjiyê û hinardekirina petrola wî welatî dike armanc.
Du çavkaniyan diyar kir ku yek ji wan çar barhilgiran, petrola “KEBCO”yê ya Qazaxistanê ye ku di warê kalîteyê de dişibe petrola Uralê ya Rûsyayê.
Parzûngeha STARê îsal tenê carekê ev cure petrola Qazaxistanê hawirde kiriye û sala 2024an qet nekiriye.
Du çavkaniyên din jî got ku parzûngeheke din a sereke ya Tirkiyeyê (Tupraş), kirîna petrola Uralê kêm kiriye û kirîna cureyên din, di nav de petrola Îraqê, zêde kirine lê hûrgiliyên zêdetir eşkere nekirin.
Her du çavkaniyan ragihand ku Tupraşa ku xwediyê du parzûngehên mezin ên li Tirkiyeyê ye, dibe ku di demeke nêzîk de bi temamî hawirdekirina petrola Rûsyayê li yekê ji parzûngehên xwe rawestîne.
Armanc ew e ku karibe bêyî ku bikeve ber metirsiya sizayan, hinardekirina sotemeniyê ji bo Ewropayê bidomîne.
Lê belê kompanya dê li parzûngeha xwe ya din parzûnkirina petrola Rûsyayê bidomîne.
Amarên Kplerê nîşan didin ku Tirkiyeyê di navbera mehên Kanûna Paşîn û Çiriya Pêşîn de rojane nêzîkî 669 hezar bermîlan petrola xav hawirde kiriye.
Ji vê rêjeyê 317 hezar bermîl, ango ji sedî 47, ji Rûsyayê bûye.
Tirkiyeyê di 10 mehên sala borî de, rojane 580 hezar bermîl petrol hawirde kiribû ku 333 hezar bermîl ji wê ji Rûsyayê bû.
Piştî destpêka şerê Ukrayna û Rûsyayê (Sibata 2022yan) Amerîka û hevpeymanên wê yên Rojavayî gelek siza danîn ser sektora petrolê ya Rûsyayê.
Moskow ji bo rûbirûbûna wan sizayan û kişandina bala welatan, bi taybetî jî kişandina bala Çîn û Hindistanê petrolê ji sedî 10 erzantir difiroşe wan her du welatan.
Her çend berpirsên Rûsyayê dibêjin ku sizayên Rojavayê zerereke mezin negihandiye wan jî li gorî Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî ya ku navenda wê li Washingtonê ye, tenê par sizayên li ser sektora petrolê ya Rûsyayê herî kêm 100 milyar dolar zerer gihandiye aboriya Rûsyayê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin