Rewşa Nivîskar, Rewşenbîr û Sîyasetvanên Kurdan di Despêka 1900î da
Siddik Bozarslan
Maneya Şorişa Hollanda (Sedsala 16.an) û Avakirina Komarîya Hollanda!
Pêşveçûnên aletên çêkirinê, her ku diçû dibû sedemên berberîyeke mezin jibo aletên çêkirinê yên feodalan ku ber bi paştamayîn û têkçûnê ve diçûn. Lê têkilîyên burjuvazî yan jî bi awayeka dî têkilîyên kapitalistî, bi xwe ra rewşeke siyasi çêdikir ku dezgahên feodalî û di serî da jî dewleta feodalî dibû hedefa xirabkirinê yan jî têkçûnê jibo çîna burjuvazî bikaribe bi serkeve ku ew jî bi rîya aştîyê ne mumkun bû. Loma bi rîya şorişê divê hemî dezgah û dewleta feodalî´ ji alîyê çîna burjuvazî ya nû ve were ruxandin û di şûna wê da rejima burhuvazî were avakirin.
Li Almanyayê guhartin û şerê gundîtîyê bû sedemê hewildana yekemîn ya şorişa burjuvazî, lê ew bi têkçûnê encam da; berewajê wê, hewildana duyemîn li Hollandayê li dijî hukmê Îspanyayê bû şerê rizgarîyê ya 1566- 1699an û biserketinê encam da. Hollanda ji 17 eyaletan pêkhatibû ku erdên Belçika ya îroyîn, Fransa, Luksemburg û bakurê Almanyayê digirt nava xwe. Di navbera sedsalên 13. û 15.an da Hollanda, di warê abûrîyê da gelek pêş ketibû û xurt bûbû. Lê ji sedsala 15.an heta sedsala 16.an guhartinên abûrî yên mezin di van eyaletan da çêbûn ku ew mohra xwe li guhertinên civatî û sîyasî xistin û bûn sedemê şorişê.
Wek bûye adet, dema behsa dewletên burjuvazî li cîhanê tê kirin; hema bêje her kes ji Şorişa Fransayê dest pêdike ku di 1789an da qewimîye. Lê balkêş e ku nêzîkî du sed sal berîya wê li Hollanda dewleteka weha çêbûye ku belkî gelek kes pê nizanin. Loma min xwest ku bi çend gotinan be jî bi awayeke kurt behsa wê jî bikim. Ev haydarî bo ciwanên me dîyarîyek e. Li eyaletên bakurê Hollandayê burjuvazî zêdetir bi pêşketibû û baştir hunandina xwe çêkiribû. Ji ber wê bû ku di 1579an da bi navê Yekîtîya Utrech, yekîtîyek çêkir û paşê serketinê bi dest xist. Li eyaletên bakur li La Haye nûnerên wan di 1581ê da civîyan û îlan kirin ku Philippe II (Ev Mîrze, kurê Împarator Charles V. e ku li Îspanyayê hatîye ser hukum, lê piştî ku di 1556an da Împaratorî hilweşîya, ji wî ra jî para Hollanda ket) ji ser hukum anîne xwarê. Bi vî awayî ”Qiralîyeta Yekbûyî” ango Hollanda, di 1609an da damezrandina xwe temam kir û li Ewrupa bû Dewleta Komarîya Yekemîn.
Her çi qas Şorişa Hollandayê pêşverû bû jî, ew û berdewamîyên wan şorişan, dawî li kedxwarîya însên ji alîyê însên ve neanîn meydanê. Lê di şuna hukumranîya asilzadeyên feodal da, hukmê burjuvazî bicîkir. Afirandoxên rastî yên serketina Şorişa Hallandayê, girseyên gel bûn. Lê tesîrên wê li ser pêşveçûnên li Ewrupayê, sînorkirî ma. Di orta sedsala 16.an da Şorişa Burjuvazîya İngiliz û bi taybetî jî di dûwayîya sedsala 18.an da Şorişa Fransayê, bûn sedemên Serdema Nîzamên Burjuvazî, ewil li Ewrupa û paşê li seranserê cîhanê.(23)
”Şorişa Fransiz ku di 1789an da rûda; bîr û bawerîya neteweevînî û welatevînîyê, bi wê bûyerê ve ewil di nav gelên Ewrupayê da û paşê hin bi hin di nav hemî cîhanê da belav bû û ev di dûwayîya sedsala XIX. da gihîşt nava sînorên Împaratorîya Osmanî. Di nava zana û rewşenbîrên gelên cure cure yên binê hukumranîya osmanîyan da ew fikir hêdî hêdî belav dibû. Wek mîsal rewşenbîrên arnawudan (albanan), bulgaran, yunanan (grekîyan) û ereban, bere bere bîr û bawerî bi huwîyeta xwe ya neteweyî dibirin û jibo desxistin û parastina huwîyeta xwe ya neteweyî li ser havilan difikirîyan, li havilan digerîyan.
”Ji alîyekî dî ve rewşenbîrên tirkan bi xwe jî ketibûn binê te´sîra fikra welatevînî û neteweevînîyê; alaya neteweevînîya tirk bilind kiribûn û dixwestin ku dewleta tirk a xwerû saz bikin û hemî tirkên cîhanê di nava sînorên wê dewletê da bicivînin. Pêşrewên (pêşewayên) wê fikrê li welatên Ewrupayê belav bûbûn û bi civînan, bi sazkirina vêkxistinan (rêxistinan), bi weşandina kovaran ji alîyek ve jibo belavkirina wê fikrê dixebitîn; ji alîyek ve jî li dijê rejima Sultan Evdilhemîdê 2yan têkoşîn dikirin.