Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Rêheval, mamoste İsmail beşikci û serboriyek wî

A+A-

Abuzer Bali HaN (Mamoste -Lêkolîner-)

 

Ji bo Kurd û Kurdistan Mamoste İsmail Beşikçi, dîrokek nayet bîrkirine!Min Mamoste di destpêka salên 1960 î de li Erzoromê  dema ew li wir zanîngehê de mamoste bû, ez jî di E.B.K. de karmend bûm. Li vir min cara yekem navê mamoste bihîstî bû. Lê me hevûdu nenasî!..

Dema pirtûka wî ya bi navê "Doğu'da Değişim ve Yapısal Sorunlar -Göçebe Alikan Aşireti“di meha Avrîl 1969 an de hate weşandin li Ankarê min ew bi vê pirtûkê baştirîn naskir. Pirtûk bi dest mim ket şûnda zûtirîn  min ew xwend! Paşê dîsa û dîsa çendek car min ew li dûhevûdû xwend. Wekû min zêrek dîtî bû! Dûvre mamoste qasî gencîneyek (xezîne)  mezin li ser Kurdan nivîsand! Pirtûkên Mamoste İsmail Beşikçi yên hatin weşandin ji 36 an ji wana 32 li Tirkiyê di dema xwe de hatî bûn qedexe kirin!..

Weqfa İsmail Beşikçi li Stenbolê qasî 39 pirtûk çapkirinê ku piraniya wana an jî hemî karûbarên mamoste yên hêja ne!.. Karûbarên mamoste piraniya wan min xwendin û şopandin! Bi wana Kurdewatiya min jî gelek pêşda çû. Ji ber ku min jî ew salan li Ankarê „Tûrkolojî„ xwendî bûm. Ferqa di navbeynê me de heyî mamoste Beşîkçî Tirk bû! Ew bûyî bû Kurd! Ez Kurd bûm, Tûrkolojiyê ez kirî bûm Tirk!..”

Ez bi pirtûkên mamoste beşikçi bi Kurdiya xwe hêsîm!  Pir mixwabin ji bo nivîsandina ew pirtûkan Mamoste Beşikçi   heyşt caran hatiye girtin, binçav bûye û 17 salan jî di girtîgehên cûda cûda de maye!..

Dema mirov ji xwe bipirse gelo ew mirova kî ye? Ji bo Kurdan çima ewqas zilm û têda dîtiye? Mamoste Beşikçi ne Kurd e! Ew Tirkekî li navçeya Çorumê û bajaroka İskilip’e di dema 7.01.1939 an de hatiyê dinê. Li navçeya lê hatî dinê dibistana seretayî, ya navîn û lîse xwendiye. Paşê sala 1962 an de di Zanîngeha Ankara, di beşê “Siyasal Bilgiler Fakültesi“ kuta kirye. Di navbeynê salên 1965-1971 an de li Erzurumê di zanîngeha bi navê „Atatürk Üniversitesi“debûyeasîstan. Di navbeynê salên 1960 î de wî cara yakem Kurd naskirine. Paşê dîtîye  ku Kurd ne Tirk in! Ewna neteweka (milet)  cûda ne! Ji bo vêbîrûbaweriyê ew ji zanîngehê hatiye avêtin!..

12 Adarê 1971 andema ew hate girtin û şandine girtigeha Amedê (Diyarbekirê). Bi efûya sala 1974 an ji girtîgehê derket!Paşê jî girtîgeh ji mamoste re bûn mêkan! Sala 1999 an dema tahliyê bû, jê re qasî 100 sal hepis, 10 milyar jî perên Tirkiyê jê re ceza hatî bû dayîn! Wêşandina pirtûkên Mamoste Beşikçi jî hemî hatî bûn qedexe kirin!..Mamosteyê bi navê "Sarı Hoca -İsmail Beşikçi- li sala 2013 an  lizanîngeha bi navê „Boğaziçi Üniversitesi“ jê ra bi navê „fahri doktora“ ew hatiye xelat kirin!..

Mamoste Beşikçi sala 2014 an di kongreya Ermeniyên Rojava û li Zanîngeha Erivanê ya Dewletê ji bo karê mamoste kirî ya bi nava „Qirima Ermeniyan“ nîşana bi navê „Kevork Surenyants“ xelateksitand!.. Berpirsiyarên Kurd yên Dewleta Kuristan Federal jî gelek xelat dayîne mamoste!..

Mamoste İsmail Beşikçi dema ji girtîgehê derketi bû heval Endezyar û karsaz Mehmud wek mamoste hinek moral bibîne ew dawetî Semsûrê kirî bû. Wî jî ew daweta pejirandî bû. Mehmud û Heval Bilal du karsazên welatparêz yên Semsûrê ne. Min ewna zûda nas dikirrin. Wana ew nûçeya gihandin min ku ez li gel mamoste bim! Ji ber ku pasport û nasnameya min ji dest min girtin û hemwelatiya Tirkiyê avêtin 20 salên min yên bê welat li dervayî Tirkiyê mayî wek di girtîgehê de bim, borî bûm... 

Roja Mamoste İsmail Beşikçi bêye Semsurê me ew li Dergeha Demir Baba li gel festivalekê pêşwazî kir. Heval Mehmud ew li Ankarê heya Semsûrê bi tirombîla xwe anî bû…

Li festîvalê em zû vegeriyan nav bajêr! Li mala Heval Bilal ji bo amadekirina mamoste her tişt pêşda hatî bûn amadekirin!Nanê êvarê û mêvanên mamoste bibînin nav wan de wekilên Kurd jî hebûn. Bi mamoste re dayîn û standin bûn. Bersiv hatin dayîn. Heval Mahmud, Mamoste re got:“Ezê biçim gundê xwe! Sibê zûtir ezê dîsa vegerim û werim cem we!“ Mamoste got: Ez jî te re têm!” Jêra gotin li gund tu nikarê baş rehet bike! Mamoste lê wegerand:”Tu çawa dikare, ez jî wek te wûsa dikarim!..” Ez pêhêsîm ku mamoste malbeta em lê mevan bûyî baş nasnadikir! Malbet jî xismên min bûn ku ez ji Meletyê gazî Semsûrê kirî bûn!..

Gotin û berpirsyarî hêdî derbasî min jî bûyî bû! Min bi mamostera got: Momoste! Ew mirovên lêra amade bûyîn hemî dost û hezkirên tene! Hevalên tu gazî Semsûrê kirin, hotêla herî paqij de ji te ra cîh jî girtine. Ji bo vê jî tu asteng nînin!  Mamoste ji min pirsî: Tu yê li ku bimînî? Min got, ezê lêra vê male bimînim! Xanî fireh ye. Gelek jûrên xwe hene! Got: Ez jî dikarimli vir bimînim! Çima ewqas peran hûn bidin hotelê!..

Min malbet û rewşa xwe jê re got. Tiştê te di girtigehan de dîtîme jî ewqas tîtiye! Tu li ciyê nûha lê ciyekî wûsayê ku wek mala xwe tuyê lê rehet bikêt!.. Mêvan rabûn çûn! Malbeta hevlîngê min Kekê Bîlal di her alîde mevanperwer bûn. Dema mamoste razê bonyo kirin û jûra wî jî pêşta hatî bû amadekirin!..

Sibe bû. Mamoste vehesî û rehet bû. Wî ew mala hêdî wek mala xwe didît. Taştî xwarin bi pir dostan ve tev hate kirin. Dema em derbasî bexçeyê malê yê mezin bûn, dost û hevalên mamoste zû de li wir ciyê xwe girtî bûn. Wan jî dixwestin ku guhdarî mamoste bikin…

Roja duwemin Mamoste Beşikçi xwest biçe Çiyayê Nemrûd bibîne. Em rabûn.  Li tirombîla Kekê Mahmud siyar bûn. Di nav Kolikê (Kahta) re em derbas bûn. Min mamoste re got! Mamoste ew bajara ciyê Hacî Bedir Axayê ku hevaltiya wî bi Mustafa Kemal Paşa re gelek baş bû. Bes wî bi zimanê Tirkî nadizanî ye! Dema meslîsa yekemîn kom bibe di nav listeya hatî amade kirî de  Mustafa Kemal, nave  Hacî Bedir Axa nediye!.. Ji İsmet Paşa dipirse kanê nave Hacî Bedir Axa? İsmet paşa jê re dibêje:”Te gotî bû kesên xwendina wan nîn be û Tirkî jî nizanin bin wana nekin namzed û lîste da cîh nedin wana!” Me ji wûsa lîste amade kirin! Hacî Bedir Axa xwendina xwe nîn e û Tirkî jî nizane! Mustafa Kemal Paşa dibêje ku di nav kuvan (…) de bêjin xeyrî “Hacî Bedir Axa”…

Trombila me ji nav Kolikê derketî bû. Em di nav gundê gorbêhîş têkoşerê Kurdan  yêmezin Osman Sebrî “Narînce” re derbas dibûn. Paşê rêya me bi hilkişîna Çiyayê Nemrûd yê pir dijwar berdewam kir! Li ciyekî trombîl hate rawestandin. Ji berku rê vî yalî de çênebûyî bû ku heya lûtka çiya biçe!. Rêya mayî bi pêya em rêketin! Her ku diçû rê dijwartir dibû! Mamoste em sê kes li paş xwe hîştî bûn! Ew li peş me hilkişî bû lûtka Çiyayê Nemrûd!..

Heya roj biçe ava û em rojê seyr bikin li wir me dema xwe borand!.Paswanê Çiyayê Nemrûdê nasê hevalan derket. Ji mamoste û me ra xizmetên mezin kirin! Heya ku roj biçe ava, ew di xizmetê Mamoste Beşikçi de bu!..

Roj her ku çû sor dibû. Dema roj biçe avan jî rengê rojê sorgevez bû. Di demek qurt de yekcar dorbera me tarî bû. Roja havînê serma ku mamoste pê biqefile dest pêkir! Lê me xwe zûtir gihandî bû trombîlê!  Heya em gihîştin trombîlê jorda dakitin jî wek berjor çûyîne ewqasne hêsan bû!..

Ciyên turîstîk û hotel jî li navçeyên Çiyayê Nemrûd hene! Herdu heval hem welatparêz, hem jî karsaz bûn. Dixwestin dilê Mamoste ku zindanan de reş bûyî, wînî qasî ji destê wan derkeve hinek vegerînin aramiyê!..

Şev hinek borî bû. Li qontara Çiyayê Nemrûd hotelek hevalan dinasî hebû. Gotin işev em lêra bimînin! Mamoste tu çi dibêje? Mamoste got: Hûn dizanin!.. Em li wî cîh bûn mêvan! Xwedanên hotel û ciyê xwarine wana her du hevalên me yên karsaz baş dinasîn!..

Ciyê razandinê çê bû şûnda em çûn ciyê xwarine! Hevalan ewna agadar kirin ku mêvanê mê qedir bilinde! Masa xwarinê hat danîn firaqek mezinde jî îsotên hêşîn yê mezin hebûn!.. Mamoste bêtir ji wana hezkirî bû! Hevalekî gazî garson kir! Jê ra got: Ma we îsot nedîtin ku ew îsotên qasi xiyaran mezin we anîne pêşiya mamoste danîne! Garson bersiv da:“ Li serê vî çiyayî anca me vana peyda kirine! Biborin!..

Mamoste gotinên Kurdî baş fehm nekirî bûn. Lê axaftina bi garsonre bûyî kêfê mamoste penehatî bû! Carek dîn gotin dubare bûn. Mamoste got:”Di jiyana xwe de min tûcaran îsotên wûsa xweş qet nexwarine! Kêfa min bi wan pir hat!.. Em hemî carek dîn bi hevra kenîn û bi gotinên mamoste kêfxweş bûn! Me garson jî bi wan gotinan agahdar kir.Wê demê dilê mamoste jî bi ew gotinên nazîk xweş bû. Me heval li ciyê xwarinê hîştin. Ez û mamoste ji bo vehêsîn em çûn jûrên xwe. Pêş em razên li ser pirsgireka Kurd û Kurdistanê me dîsa dûr û dirêj axaftiyê ku çiqas dem boriye ez wê nizanim!..

Sibe bû. Hevalên me yên xort li pêşiya me zûtir bi xwe hêsiyayî bûn. Taştiya sibê şûnda em daketin jêr nav gundekî ku ciyê avjêniyê jî lêra hebû. Mamoste xwest ku avjênî bike. Dilê me hemûyan jî hebû. Demek dirêj mamoste bi xortên wêderê re sohbet kir…

Di ser pira Cenderê ya ku di dema Roma împaratoriyê de mayî re derbas em bûn û vegeriyan nav bajarê Samsûrê. Pir kesên welatperwer li hêviya mamoste bûn ku li nêzîkî mala em lê rêya wî dipan. Nanê êvarê jî wek dawet me hemiyan bi hevre xwar şûnda dem hat sohbet kirinê. Ji sohbetê zêdetir pirs li mamoste dipirsîn. Wî jî bersiva wan bi kêfxweşiyek xweşmêrî dida wan!..

Guhên Mamoste İsmail Beşikçi herdûyan jî pir nadibîstin! Hin caran pirsên dibûn mim jê ra dubare jî dikirin!..

Demek aram de em herdu mayî bûn. Sebeba nebîhîstinê min jê pirsî. Hinek kenî û paşê got ku sebeba nebîhîstina min jî ji Kurdekî bê xîret têye! Ew bersiva wî pir bi wate bû. Gotina xwe wûsa berdewam kir.  Di girtîgehan de li ser min pir têda û şikence hatin kirin. Dixwestin ku min dîl bigirin û berdin! Lê min jî wek mehkûmên girtîgeha Amadê berxwe da û teslîm nebûm. Carekê ez daxistî bûn şikenceyê ciyekî tarî! Ez tazî kirî bûm! Leşkereki li min dêxist! Ez diketim nav avê ser beton! Rojekê dîsa leşkerekî Kurd gelek li min xist! Gotina wî qet ji bira min naçê! Digot:“Ez bi xwe Kurdim!. Çima ez Kutçitiye nakime ku tu bi xwe Tirk e! Tu Kutçitiye dike? Ji bo çi tu dixwaze welat me perçe perçe bike?!.Bi her gotina xwe carek dîn li çeniya min dêxist û ez diketim erdê nav avê!.. Dema şevê ez ji xwe çûyîme! Nikarî bûyîne min bi xwe bînin! Wek mirî ez li ciyê ketî ser beton û di nav avê de hîştîne!Di nav avê de heya sibe bûye, ez wûsa mayîme! We rojê şûnda guçikênmin herdûyan jî baş nadibîstin!..” Serboriyên Mamostê İsmail Beşikçî gelek bûn!..

Lê mamostaBeşikçi dosteki Kurdan rasteqîn û mezin e! Di navbeynê tû hêzên Kurd de dubendiye qet nake. Yekê bigir bavêje yek dîn, ew li cem mamoste nîn e! Yên mamoste wek ne baş dibînin, ew bi xwe re jî ne dostin. Mamoste Beşikçi mirovekî xoşewist, dostê Kurdan yê herî mîrov dikare pêbaweriyê bîne! Wî em Kurd bi xwehêsandin! Lê dema hêzên Kurd nebin yek, ma mamosteyê çi bikêt?!.

Yek jî dixwazim bêjim hevalên nêzîkî mamoste bila wînî wek (…) di her alî de bi kar nînin. Wê demê neyarên mamoste jî pir dibin!..

Lê em bê hêvî nebin! Dema kîngê hemî hêzên Kurd bûnê yek, wek Mamoste Beşikçi jî dibêje, wê demê Kurdê azad dibin! Di nav perçên welatê wan de jî sînorên heyî namînin!..

 

Avrîl/2024

 

Têbînî:

Ji Mamoste re silav û rêz!

Pirs û têbîniyên xwe rêbikirin:

[email protected]

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin