Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Newroza 2024’an li welat deng li cîhanê reng da!.

A+A-

NEWROZA 2024’AN Bİ COŞEK MEZİN

 Lİ KURDİSTAN Û Lİ HER ALİYÊ CÎHAN

HAT PÎROZ KİRİN!..

Newroz e, bihar e, bist û yekê adare!

Mizgîniya azadiyê Kurd re diyar e!

Li dinê kî derê îsal Kurdek hebûya

Newroz li wê derê bi gowend geriya!

Bi coşên mezin dostên me jî navdaya.

 

Agirê Newrozê ew pir bilind bû, çû

Germiya wê li her derdora welat bû!

Hemî Kurd bi yek deng hevra qîrîn,

Awaza wan li hemî cîhanê bilav bû!

Azadîxwaz, aşitîxwaz bi wê pir şabûn…

 

Neyar hovin, ew aşitiyê naxwazin,

Ew perçe bûna Kurdan dixwazin!

Gelê Kurd çi li welatê xwe çi li dinê,

Li her derê mirov hezin, aştîxwazin

Li cîhanê ber bi mirovatiyê dibezin!..

 

Du çaryek sed salin ku ez di Newrozan de wek amadekar, guhdar û bi coşek welathez tê da beşdar dibim. Lê belê Newroza îsal gelek bala min kişand! Cara yekem min Newroz li dervayî welat seyr kirî bû. Wê demê bes li dervayî welat “Komela Xwendekarên Kurd “KSSE-  “Kurdish Student Society in Europe” tenê hebû. Dubendiya komelê li sala 1975 an bi destê Partiya Demokrat Kurdistan “PDK”  û “PUK” -Patriotische Union Kurdistans-Yekêtiy Nîştimaniy Kurdistan” çêbû. AKSA (Association of Kurdistan Students Abroad) û KSSE karen xwe cûda cûda dimeşandin.

Di navbeynê salên 1960-1970 yî de endamên partiyên Kurd li dervayî welat hebûna jî, wan di nav Komelê Xwendekaran de ciyê xwe wek endam an jî wek mêvan digirtin. Di salên 1980‘yî de Komelên Xwendekarên Kurd, jimara wan gîhîştî bû 8 an!.. Bi gotinek kurtahî çiqas partiyên Kurd yên derketî dervayî welat ji xwe re komelên xwendekar û karkiran çêkirin!.

Destpêkê de Komela Xwendekarên Kurd xurt û bi hêz bû. Çiqas welatparêz û demokratên Kurd li dervayî welat hebûna wek ronakbîr, pizîşk (doktor), endezyar (mûhendîs), karmend, karker û xwendekar hemiyan bi hevra kar dikirin û newroz bi hevra pîroz dikirin!..

Dema perçe perçe bûna hêzên netewî kinge tesîra wan gîhîş Komela xwendekaran, wê deme ji komelekê 8 komelên xwendekaran çê bûn. Di dawî de dema komele dîsa bûne yek, wê demê hem hêza wan û hem jî navên wan ji holê rabûn! Di encamê de dengê Komela Xwendekaran ji ortê rabû, hinek dîn çêbûn! Wana jî rolê komelê ya berê heyî negirtin!..

Di rewşek wûsa de gotarek ji partî û hêzên Kurd re bête nivisîn ku jê sûd werbigirin gelek dijwar e! Ji bo vê jî dixwazim ew nivîsa xwe qurt bigirim…

Lê li gor hestên xwe yên netewî û Kurdewatî dikarim bêjim ku Newroza îsal bi coşan bi dîlanan kêfa min pêhat. Min wûsa difikir ku hêza gelê Kurd jî wek rêxistinên Kurdan her ku diçe jar û qels dibe! Min dît ku ez di baweriya xwe de şaş im. Li kiderê du Kurd hebûna, hem li welat û hem jî li dervayî welat bi hevra Newroz pîroz kirin! Hin ciyan ew jimara sed hezaran bigir heya milyon zêdetir bû!..

Pêwiste ku partiyên Kurdan ew yeketiya di nav gelê Kurdistanê de heyî bibînin û jê sûd werbigirin. Gelê Kurd ku Newrozan de çawa mil bi mil bûnê yek, partî û hêzên Kurd jî hêdî pêwiste ku refên xwe bikin yek, bi yek dengî hebûna xwe avabikin û wê biparêzin!..Em hemî Kurd bi hevra bêjin gelo Kurd kî ne? Em Kurd şer naxwazin! Em azadîxwazin!.. Em dixwazin di rêyek rast de bibezin!..

 

NEWROZ 2024

Abuzer Bali Han

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin