Doza JÎTEMê ya Kerboranê bi hinceta ku 'dema wê boriye' hat betalkirin

Doza JÎTEMê ya Kerboranê bi hinceta ku 'dema wê boriye' hat betalkirin

.

A+A-

Daîreya 1emîn a Cezayê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay), "Doza JÎTEMê ya Kerboranê" bi hinceta ku dema qanûnî ya darizandinê temam bûye girt.

Doz li ser windakirina 8 kesên ku salên 1995-1996an li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn windakirin, hatibû vekirin.

Ji wan qurbaniyan 7 kes sivîl bûn ku 3 ji wan zarok bûn û yek ji wan jî Çawîşê Pispor Bîlal Batirir bû.

Dadgehê bi hinceta ku dema qanûnî ya 30 salî bi dawî bûye, biryar da ku doz were betalkirin û girtin.

Biryara beraetê betal kir lê doz girt

Parêzer Erdal Kuzu li ser navê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) doz dişopand.

Erdal Kuzu, piştî ku dadgeha îstînafê biryara beraetê da, dosye biribû Dadgeha Bilind.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha Bilind di nirxandina xwe de diyar kiriye ku dema "demboriyê" 8ê Adara 2026an temam bûye.

Dadgehê biryara beraetê ya dadgeha herêmî betal kir lê ev biryar ne ji bo destpêkirina darizandineke nû bû.

Dadgehê ev biryar tenê ji bo ku doz bi temamî ji rojevê derkeve û ji ber demboriyê were daxistin da.

Bi vî awayî, 15 bersûcên ku kujer û berpirsên payebilind jî di nav wan de bûn ji darizandinê filitîn.

Hestiyên wan di bîr û xirbeyan de hatin dîtin

Çîroka dozê vedigere salên 1995 û 1996an.

Wê demê di serdegirtinên malan de Davut Altinkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedim Akyon (16), Mehmet Emin Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Hikmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirinê, careke din ti agahî ji wan nehatibû wergirtin.

Wê demê Çawîşê Pispor Bîlal Batirir li Kerboranê li ser kar bû.

Bîlal Batirir cihê termê Suleyman Seyhan nîşanî malbatê dabû û term hatibû dîtin.

Lê piştî vê agahiyê, Bîlal Batirir bi xwe jî ji aliyê hêzên tarî ve hat windakirin.

Lêpirsînê sala 2012an dîsa dest pê kiribû

Lêpirsîna ku bi salan di refikan de mabû, sala 2012an bi dîtina hinek agahiyên nû dîsa dest pê kiribû.

Di encama xebatan de hestiyên Seyhan Dogan û Mehmet Emin Aslan di xaniyekî de hatin dîtin.

Hestiyên Abdurrahman Olcay û Abdurrahman Coşkun jî di bîreke gundê Tilzerînê de hatin dîtin.

Her wiha hestiyên Nedim Akyon û Davut Altinkaynak sala 2015an li xirbeyên Pekurtê yên li ber qiraxa Dîcleyê hatin dîtin.

Hestî û şopên sûcan hatin dîtin jî lê pergala darizandinê bi biryara "demboriyê" doz girt û pêşiya edaletê birî û dosya bêyî ku bigihijê encamekê hat girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin