Kobanî li dijî Erebkirinê rabû ser piyan: Ev der ne Eyn Ereb e!

Kobanî li dijî Erebkirinê rabû ser piyan: Ev der ne Eyn Ereb e!

.

A+A-

Bi sedan welatî û xwendekarên Kobaniyê, ji bo şermezarkirina polîtîkayên guhertina navên gund û navçeyên Kurdî û ferzkirina navên Erebî, xwepêşandeneke protestoyî li dar xist.

Meşa ku bi dirûşma "Zimanê me hebûna me ye, Kobanî rûmeta me ye" ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Kobanî bi xwîna şehîdan ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin û gelê herêmê bi tu awayî rê nade ku nasname û navên wan ên resen werin jêbirin an jî werin guhertin.

‘Navê vê derê Kobanî ye, ne Eyn Ereb e’

Di mîtînga piştî meşê de, nûnerên saziyên sivîl û siyasî daxwaz kirin ku zimanê Kurdî û mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî werin misogerkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Gêlo Îsa tekez kir ku navê bajêr Kobanî ye û bikaranîna navê "Eyn Ereb" nayê qebûlkirin, herwiha Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Sara Xelîlê jî diyar kir ku zarokên wan bi salan e bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin û heta mafên wan neyên naskirin dê têkoşîna wan a ji bo parastina rûmeta Kobaniyê berdewam bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin