
Kurdên li Hisîçayê rakirina zimanê Kurdî qebûl nakin: Tabeleya nû hat avêtin
.
Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê xelkê tabelya Koşka Dadweriyê rakir û avêt ku nivîsa bi kurdî ya li ser hatibû rakirin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê, tabeleya bi zimanên Kurdî û Erebî ya li ser Koşka Dadweriyê rakir.
Li şûna wê tabeleyeke nû ya bi Erebî û Îngilîzî hat danîn.
Lê xelkê bajêr ev yek qebûl nekir û tabeleya nû daxist û avêt.
Kurdî çû, Îngilîzî hat
Li bajarê Hisîçayê li ser mafê zimanê Kurdî alozî derket.
Hikûmeta demkî tabeleya Koşka Dadweriyê ya bajêr guherand.
Di tabeleya berê de nivîsên bi zimanên Kurdî û Erebî hebûn.
Lê di tabeleya nû de zimanê Kurdî hat rakirin û li şûna wê zimanê Îngilîzî hat bicihkirin.
Xelkê tabele daxist û avêt
Rakirina zimanê Kurdî ji ser tabeleya saziyeke fermî, rastî berteka tund a Kurdan hat.
Xelk ku ji bo vê guherînê gelekî aciz bû û li ber Koşka Dadweriyê kom bû û li wê derê xwenîşandanek li dar xist.
Piştre xelkê bi hêrs tabeleya bi Erebî û Îngilîzî ya li ser avahiyê rakir û avêt.
Xelkê Hesekê li hemberî vê gavê banga naskirina zimanê Kurdî kir.
"Em bimirin jî em qebûl nakin"
Xwenîşander dixwazin ku zimanê wan ê dayîkê li ser hemû saziyên fermî bimîne.
Xelkê Hesekê bi gotina, "Em ne Ereb in, em Kurd in" helwesta xwe bi awayekî eşkere diyar kir.
Her wiha xelkê hest û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî zimên:
"Em bimirin jî em nebûna zimanê Kurdî qebûl nakin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin