Nezîr Cibo

Nezîr Cibo

Hemû nivîsên nivîskar >

Çîroka Memîş

A+A-

Pêkenok meriv ne tenê dikenînin. Heman demê aqil û hişên meriv jî di şixulînin û didin fikirandin. Şert û mercên demên siyasî, civakî tînin ber çav. Her wiha meriv kare qiyas û muqayese bike, mînak û ders bigre.

Ev pêkenîna jêr li ser dema Padîşahî yê, dinav civaka Tirkan de hatiye gotin. Lê çaxê meriv dinêre rewş û helwesta siyasîyên wê demê û ên îro wek hevin. Ti ferq û cudatî tune ye. Îş û karê rêvebir û serokan şelihandin a gel e....

Her wiha ez bi vê pêkenokê him kenîyam him jî fikirîm. Hêvîdarim hun jî bi kenin û bifikirin.

Dibên di wextê padîşahên Osmanîyan de wek îro aboriya dewletê pir xeter bûye. Xezîna vala bûye. Padîşah wezîrên xwe dide hev û dibêje;

"Divê em çareyekê bibînin. Xezîna me valaye. Pere lazimin"

 Wezîrên wî difikirin ku çareyekê bibînin lê çiqas dipunijin jî ti çarê nabînin. Talî wezîrekî îxtiyar û bi tecrûbe(!) dibêje;

"Mizgînîya min li we, min çare dît. Divê em bacên (vergî) nû derxin.

Padîşah dibê "Ma tiştik maye ku me vergî nedanîye ser? Emê ji çi bacê/vergî bistînin?"

Wezîr:

"Belê maye; emê ji yên navê wan Memîş be, yên keçel û yên serjinik(kilibik) bin, ji wan bac bistînin"

Ev dikeve aqlê padîşah û Kêfa wî tê. Di cîde emir dide ku ji van kesan bac werê standin.

Îcar li her derê welêt li Memîşan, li keçelan û serjinikan digerin.

Rojekê rebenekî gundî ku navê wî Memîş e, tê bajêr ku mirîşkeke xwe bifiroşe û bi wî perî şimikekê(terlik) ji pîrek a xwere bikirê.

Memîş ê gewr tê pazarê. Mirîşka xwe bi çar quruşan difroşe. Kêf xweş dibe û berê xwe dide sûkê ku terlikekê ji hermet a xwere bikre. Lê di rêde bacvan bi milê wê digrin û dibêjin ka baca xwe bide, te mirişkek firot.

Memîş, xwe gij dike û dibêje;

"Ev çi bace, ez nadim."

Di vê navberê de kumê Memîş dikeve xwar û ser wî yê keçel xuya dike. Bacvan dibên;

"Heylo, tu keçelî jî. Divê tu baca keçelîyê jî bide"

Dinav Memîş û bacvanan de xir cir çêdibe. Di vê navberê de gel li serê wan kom dibe. Yek ji yên derdora wan qîr dike Memîş;

"Heyran baca mirîşkê bide û here. Binê navê te Memîş e, ji bo vê jî wê bacê ji te bistinin."

Çaxê bacvan navê wî dibihîzin, dibêjin;

"heylo ji bo navê tejî tê bacê bide"

Memîş dike kazkaz;

"Ez ketim dexîlê we. Bela xwe ji min vekin. Ez vê bacê bidim, didestê minde pere namîne û ez terlikê nebim mal, jinik wê min bikuje. Lewma ez nikarim herim mal."

Çaxê bacvan vê dibihîzin, dibêjin;

 "Wey ! demek tu serjinikî /qilibîkî jî. Ew çax tê qurûşek dijî bac bidî"

Her wiha di destê Memîş ê rebende quruşek pere namîne û bê terlik diçe mal. Îcar jinikê çikirîye jê hûn texmîn bikin...

Önceki ve Sonraki Yazılar