Pervîn Çakar ji bo bîranîna ‘Apê Mûsa’ berhemek wî belav dike

Pervîn Çakar ji bo bîranîna ‘Apê Mûsa’ berhemek wî belav dike

Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar ji bo bîranîna nivîskar û rewşenbirê Kurd Musa Anter ku di nav gel de wek Apê Mûsa dihat zanîn, berhema wî “Qimil” kiriye stran û bi boneya sedsaliya jidayikbûna wî, belav dike.

A+A-

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar ji Rûdawê re ragihand ku wê ji helbesta “Qimil” a Musa Anter re awaz daniye û biryar e sibe 20ê îlonê li ser platformên dijîtal were belavkirin.

Pervîn Çakar diyar kir ku hunermenda Kurd Tara Jaf jî bi arpa xwe beşdarî di wê berhemê de kiriye û got: “Zanayê Kurd Musa Anter yek ji wan rewşenbîrê Kurd bûye ku her tim bi wêrekbûn û helwesta xwe bandor li min kiriye. Dema min çîroka helbesta Qimil xwend, min ji xwe re got ku teqez divê ez ji vê helbestê re awazê danim. Ez çûm li ser piyanoyê û min dest bi nivîsandina notayên wê kir.”

Hunermenda Kurd herwiha da zanîn ku berî awazdanîna bo wê helbesta Qimil ku ji ber wê li dijî Anter doz hatibû vekirin, wê derbarê Apê Mûsa de belgefîlmek temşa kiriye û wêneyê hilgirtina darbesta wî ji aliye çend kesan ve li girêke çal û xwar hate li ber çavên wî û got: “Ji ber tenêtî û çûyîna wî ya bêdeng min hew xwe girt û hêstir ji çavên min rijan. Min wê deme biryar da ku ez ji berhemeke wî re awazê danim. Di dîrokê de gelek rewşanbîr, hunermend, nivîskar û helbestvan ji ber ramanên xwe û serîhildanên xwe tûşî îşkence û sirgûnê bûne weke Giordiano Bruno, weke wênesaz Gentileschi û gelek hunermend û rewşenbîrên Kurd. Weke Musa Anter û tiştên hatine serê wî.”

Bi gotina Çakar afirandina tiştekê bi temamî girêdayî tevgerbûna hestên ji dil têne û ew dibêje: “Ev hestên ji kûrahiya dil tên ji min re dibêje ku divê em tiştekê berhem bînin û bi rastî jî wisa bûye. Weke komkujiya Roboskê, ez lixwe vegeryam. Min piştî wê komkujiyê êdî xwest bi zimanê dayika xwe û stranên me bibêjim. Musa Anter jî ji bo vegera navxwe ji min re bûye çirûsk.”

Çakar da zanîn ku ew yekem awaza wê ye ku bi rengû muzîka klasîk a rojavayî û muzîka Kurdî hate çêkirin û wiha pê de çû: “Berhem weke single ji aliye Red Musikê ve êvara 20ê Îlana 2020an li tevahiya paltformên dijîtal tê belavkirin. Min ev helbesta Musa Anter bi boneya 100 saliya wî taybet bo îsal weke bîranîn bimîne amade kir. Ez di vê heyama pandemiyê de bi karên hunerî ve mijûl dibim. Ligel vê berhemê, min ji bo hinek helbestên Edebiyata Dîwana Kurdî jî awaz danîne. Hêvî dikim ku di demeke nêzîk de ew berhem jî dê bêne belavkirin. Ev berhema ku min ji bo Soprano û Harpê amade kir ji bo min vegereke navxwe bû.”

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye. Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye. 

Ew yek ji endamên Doza 49an bû û ji ber helbesta xwe ya bi navê Qimil, li dijî Anter doz hatibû vekirin.

Anter di darbeyên leşkerî yên salên 1960, 1971, 1980an de hatibû girtin û bi giştî 11 sal li zindanan hatiye girtin.

Musa Anter di 20ê Îlona 1992an de, di êrîşeke çekdarî de li Amedê jiyana xwe ji dest daye.

Pervîn Çakar kî ye?

https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded%20Images/2020/09/19/119605222_3162917220495954_3384626600659030400_n.jpg

Pervîn Çakar

Di sala 1981’ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye. Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye. Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtîye.

Hunermenda Kurd Pervin Çakar di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Çavkanî: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin