Partiyên Rojhilatê Kurdistanê spasiya gelê Başûrê Kurdistanê dikin

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê spasiya gelê Başûrê Kurdistanê dikin

.

A+A-

 Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistana spasiya gelê Başûrê Kurdistanê dike ku deriyên dil û malên xwe vekiriye.

Navenda Hevkariyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihand: “Piştî êrişên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên rejîma Îslamî li ser baregeh û baregehên partiyên Rojhilatî li kûrahiya Herêma Kurdistanê, pêleke mezin a sersaxiyê hat ragihandin. Ji partiyên parêzgehên Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Duhokê re, bi taybetî li wan navçeyên ku baregehên partiyên Rojhilatî lê bûn şandin. Her kesî himbêza xwe ji me re vekir û ji bo her cure alîkariyê amadebûna xwe nîşan da û bi vî awayî hestên xwe yên mirovî, welatparêzî û netewî nîşan da.”

Herwiha Navenda Hevkariya Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye: ‘’Em spasiya hemû gelê birûmet a Başûrê Kurdistanê û hemû kesên ku bi awayên curbicur hevxemiya xwe ji me re ragihandin û deriyên dil û malên xwe ji me re vekirine, tevî ku ev yek dihate çaverêkirin. Em spasiya bijîşk û hemşîreyên ku bi dildarî hatin alîkariya me û birîndaran derman kirin.

Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê tekez kir, ku ev helwesta wêrek ya gelê Başûr, careke din îsbat kir ku em piştevaniya hev dikin û ev baştirîn bersiv e ji bo dijminên kurd ên weke Komara Îslamî.

Di dawiyê de jî navendê di bersiva helwêstên xelkê Başûrê Kurdistanê de ragihand ku “tecrubeya Herêma Kurdistanê çavê her kurdekî ye û erkê me ye ku em weke çavê wê biparêzin. Silav ji bo gelê birûmet û welatparêzê Herêma Kurdistanê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin